Navê pirtûkê: Birîna bêar
Navê nivîskar: İlhami Sertkaya
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Med
Sala çapê: 1994 [1]
Helbestvanê hêja Ilhamîê Ezîzê Xidikan, sala 1956 an li bajarê Çebaxçûrê,gundê Pîrcan'an hatîye dine. Bi têkoşîna xwe, ya netewî da gelek tadayî di.
12'ê Ilonê cûnta koloniyalîst, ji bo fetisandina kar û xebata wî, bi milyonan dirav (pere) danîn.
Rismê wî li çar aliye welat belavkirin.
Di vî rewşê da gelê Kurd û çiyayê Kurdistanê wî radestî (teslime) dijmin nekirin. Şer û jiyana xwe li ser çiyayê Kurdistanê berdewam kir.
Sala 1983 an, zivistanek hişk û giran da dijî operasyona leşkerê romê, xwe di nav berfê da vedişêre.
Piştî operasyonê, gazî gundiyan dike. Gundî, wî ji nav berfê dertinin û dibînin ku dest û pê wî ji serma qerimîmê. Tînin mal, ava kelî li dest û pê wî dikin. Piştre ji jana hestiyê xwe, nikare bilive û dikeve nav nivînê. Jana hestîyê wî ra tu derman nabînin. Ji ber vê nexweşîyê welat derdikeve û jiyana xwe derveyî welat dom dike.
Nexweşîya wî ji, nikare wî ji têkoşînê dûr bixine.
Nivîskar, niha li ser vêjeya Kurd dixebite. Çirok û helbestên xwe da, dibe dengê gleê xwe û bi daxwazîyêk geş dineqişîne.
Em helbestên wî bi dilxwazîyeke mezin pêşkêş dikin.
(Weşanxana Med)