Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!

Vebijêrkên Lêgerînê

Cureya lêgerînê

Lêgerîn

Lêgerîna pêşketî      Kilaviya

Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Nêrîna we
Lêkolîn
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tumarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Nêrîna we
Lêkolîn
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tumarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2023
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Hevkarên Kurdîpêdiya
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî
 Alîkarî
Babetên nû
Dadelî
=KTML_Bold=Danasînek li ser gundê Dadeliyê=KTML_End=
=KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End=
Gundê Dadeliyê bi qasî 30 Kîlometran Başûrê Rojavayê bajarê Kobaniyê dikeve. Mirov dikare bêje gundê Dadelî gundekî ne ewqas kevnar e, li gorî ku kal û extiyarên gund dibêjin dîroka vî gundî vedigere heft bavan ango bi texmînî vedigere 250\'î sal berê. Du kesan ev gund ava kirine, navên wan jî Hemê Silojik û Elî Silojik e. Gund ji êla Elî dînî ne ji atî silojikan ne, xelkê gund bi gişî k xizmên hev in.
=KTML_Bold=Wekî peyv:=KTML_End=
Wek peyv Dadelî kes neghêjiye weteya wê, lê hin kes dibêjin peyva Dadelî ji kalekî navê wî Dadî bûye, hatiye wergirtin, ew kesekî ji aliyê bakurê kurdistanê yeye, lê hin dibêjin li gund bi pir bûna baranê lehî çêbûye, bi kolandinê erdê jê re digotin avê lê da .
=KTML_Bold=Di warê çandiniyê de:=KTML_End=
Gundê Dadelî di warê çandiniyê de piranî xwe dide li ser çandina genim, ceh, kemûn, zeytûn û her wiha bi xwedîkirina pez. Xelkê gund di zû de li ser xwendina ziman, piranî ji wan Diktor, Muhendis, Mamoste û karmend in derketine. Derdora 100 heta 140 malî hene û serjimariya gund di navbera 1000 heta 1300 kesî ye .
Erdîngariya gundê Dadelî erdên wê bejî ne ji ber kêm bûna avê, lê xelikî gund avê ji gundên Şemî, Qinê û ji Qurdîn avê dînin, dûrê gund nêzî 4,5 Km û erdên xwe av didin erdên ku nêzî 100 hiktarî ne .
Taybetmendiyên gund piranî ji xwendina ziman û çandê kurdî de rabûne, her wiha lê kesine di warê siyasî de roleke pir girîng lîstine tê hebûne wek şehîd mamoste Osman Dadelî ku di partîya PYD\'ê de xwedî roleke mezin lîstiye . Yekem car Dibistan di sala 1976 an de hat vekrin .
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.[1]
Dadelî
Kovan Sindî
Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye.
$Jiyan$
Kovan Sindî Li salaLi sala 1984 ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987\'ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Bees ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge. Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî enfalên 1988ê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike.
Li sala 1991 ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Elmaniya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta Schleswig Holstein akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg (Welt Universitet) zimanê elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998ê li welatê Denmarkê akincî dibe. Li 2001 ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin.
$Hinek ji gotin û pendên wî$
Ga di nav golikan de pispore, di nav pisporan de golike.
Keştîvanî bi deryan re nehengên sînggoşad divên, karê her kêvjalekê nîne bijenîtin bi çengalan.
Mirov pir diêşe dema winda dike, lê êşa ji hemiyan girantir dema bi xwe winda dibe.
Ji wî bawer neke yê bi gotinan barê te helgire, lê ji wî bawer bike yê tu barê xwe li piştê dibînê.
Pir asane aferînişan bibînî, welê pir sexte ku mirovan ji nêv peyda bikî.
Tawanên reş li bin tîrêjên xorê jî spî nabin.
Yê serê wî li ser kevirên wî rehet nebe, li ser pembûyê xelkê jî rehet nabe.
Mejiyê nikane rêyekê ji bînahiyên xwe re rûşen bike, dê serê wî li ber dîwarên xelkî be.
Bimire kafirek azad, ne bijî bawermendek kole.
$Berhem$
Çirayê Şev, helbest, Duhok (2006)
Rojên Êtûn, roman, 252 rûpel, Duhok (2007)
Nalînên Peravan, roman, bergê 1, Weşanên Han, Berlîn, çile 2010
Nalînên Peravan, roman, bergê 2, Weşanên Han, Berlîn, sibat 2011
Feryadên Burcan, roman, Weşanên J&J, Amed, 2014
Bagerên Reş, roman, Weşanên J&J, Amed, 2016
Cengel, roman, Weşanên J&J, Amed, adar 2017
Asingerê Kor, roman, Weşanên Peywend, Wan, Çiriya Duwê 2021
Goşeyên Tarî, roman, Weşanên Ronya, Wan, Kanûna Duwê, 2023. [1]
Kovan Sindî
JI Qehra Guliyên Te
Navê pirtûkê: JI Qehra Guliyên Te
Navê nivîskar: #Aras Hiso#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2019

Ji ber ku helbest tu yî
hestên min ên lerizî
ji payîza bejna helbesta te
yeko yeko
bi ser vî bajarî de diweşin
evîneke tazî
ku bi qasî dêmên te spî ye
ji çavên te yên helbestî diwelidin
Serma dilê xwe yê zivistanan
li ber alawiya hestên te germ dikim
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest tu yî
hîna jî dilika şîn li wê hîverona gerdena te daçikandî ye
hîna jî kesera peyvên dilmayî
li ser neqşên lêvên te sêwî mane
hîna jî sêfûniya têlên kemana derizî
ji dengvenda rehjena dilê te diteyîse
hîna jî destên min bangî destên te dikin
hîna jî artêşa tiliyên min dixwazin
mîna siwarên Derwêşê Evdî
ber bi lûtkeya miştenûra evîna te ve bibezin
Û hîna jî dimdima dilê min ê bi kul
bi teşqele ye
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest tu yî
bejna xortaniya min
mîna şaxekî tewiya yî bi ser dilê te de
hêjîrên bêrîkirinê jixwe diweşîne
sanciyên gotinên min
mîna dayîkeke xew lê herimî
her şev di qeraxa dilê min de werimî ne
hevoka min a devbişîr
mîna zarokekî şekir ji destrevandî
her sibeh li wê şabûnka lêvên te digere
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest yî
li wê xerîbiya çola te min her tişt
jixwe weşand
êdî rût mam
were bi kirasê helbesta xwe yê kesk
xwe li tazîbûna evîna min bigerîne..
êdî tu û helbesta xwe man
û hevoka min a nîvzerî ma
êdî ez ê dest bavêjim wê qirika xwe
ez ê te ji xwe biweşînim
biqîrim...
bigrîm...
bikenim...
û bêjim...
ji ber ku helbest tu yî
Ez ji te hez dikim
[1]
JI Qehra Guliyên Te
Osman Mihemed Osman
Dadger Osman Mihemed Osman 1923-1983.
Bavê wî “Şawîş Mihemed” xelkê gundê Dêrswanê ye û li gundê “Qert Qulaq” niştecih bûye.
Osman di zarokatiya xwe de, li Xocê gundê “Qart Qelaqê” ya mezin bi zimanê tirkî xwendiye. Paşê dibistana seretayî li dibistana seretayî ya Efrînê heta pola çaran xwend û bawernameya dibistana seretayî li Ezazê di sala 1936 an de stend. , wî wek wergêrê zimanê tirkî li cem parêzgarê Helebê kar kir, û bi karê xwe li zanîngeha Şamê yasa xwendiye, û di sala 1946 an de destûrnameyek jê standiye, lewra du salan di pîşeya qanûnî de kar kiriye. Dûre dev jê berda, pê bawer bû ku ew ne pîşe ye ku li gorî rastbûna wî bi xwe re ye. Serlêdana dadweriyê kir û di sala 1949 an de li Efrînê bû dadwerê lihevanînê, piştî wê di navbera parêzgehên Heleb, Hemayê û Hesekê de bi cih bû, ta ku di destpêka salên heftêyî de bû dadwerê dadgeha qezayê û piştre bû serokê dadgehê. Dadgeha Cezayê li Şamê. Di dawiya salên heftêyî yên sedsala borî de, Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî gazî wî kirin ku beşdarî pêşdebirina qanûnên wê bibe, û wî heta mirina xwe di sala 1983 de li wir xebata xwe domand.
Rehmetî li hember hemû gelan, bi taybetî jî li hember xelkê gund û herêma xwe mînaka durustî û nefsbiçûkiyê bû. Rewşenbîrekî hêja bû ku ji bilî zimanê xwe yê kurdî, axaftin, xwendin û nivîsandina xwe bi erebî, tirkî, ”kevn û nûjen”, fransî, farisî û îngilîzî baş dizanibû. Bi pirsgirêkên gelê xwe re eleqedar bû.
Di sala 1954an de beşdarî hilbijartinên parlemanî yên Sûriyê bû û di gera yekem de dengên bilind bidest xist û piştre ji gera duyem vekişiya. Her wiha di destpêka salên pêncî de beşdarî damezrandina Komela Çanda Kurdî li J. El-Kurd bûye. Cenazeyê rehmetî li goristana Ziyarat Henan a li nêzî gundê Maşala hate definkirin.
Dr.. Mihemed Ebdo Elî[1]
Çavkanî: Wergera ji zimanê Erebî - Kurdîpêdiya - Aras Hiso
Osman Mihemed Osman
Cemal Reşîd Ehmed
Dîroknasê Kurd Cemal Reşîd Ehmed
Profêsor û dîroknasê kurd Cema Reşîd Ehmed ku bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ye, ji malbateke welatparêz û berxwedêr e. Bavê wî jî di zemanê xwe de kesayetekî welatparêz bû, her wiha yek ji endamên şandeya kurdî bû ku di dîroka 07_11_1959\'an de serdana Ebdilkerîm Qasim dema ku di nexweşxaneyê de ji encama hewldana kuştina wî ji aliyê Sedam Husên ve birîndar bûbû. Her wiha bi bi Dk.Cemal jî bi wî re bû ku hingê ew zarokekî ku hîn çar saliya xwe derbas nekiribû. Ji aliyekî din ve jî têkêliya wî bi gelek aliyên netewî re hebû, jê re rûmetek bû ku kongreyeke pêncemîn ya yekîtiya Netewî ya Demokratîk û Kurdistanî vebike. Yek projeyên wî yên neteweyî ku pêşkêşî hukmeta kurdistanê kiriye ku peymangeha stratejîk ya ewlekariya netewa kurd ava bike, lê mixabin koça xwe ya dawî kir beriya ku ev projeya wî were avakirin.
Asta xwendina wî zanistî:
Wî dîrok û siyaset di zanîngehên ewropî de xwend, her wiha di sala 1973\'an de nameya diktorayê di bin serenava Dîroka Kurd a kevnar\' di zanîngeha Bulxariya de bi dest xist.
Her wiha wî dîroka kurdî ya kevnar di zanîngehên Hewlêr, Silêmaniyê, Bexdayê û Selahedînê de ders daye. Beriya ku biçe Holendayê rastî celtaya mejî hat û di encamê de di dîroka 19-12-2016\'an de koça xwe ya dawî kir
Berhemdariya wî:
- Dîroja Kurd a kevnar.
- Derketina kurdan di dîrokê de, her sê berg
- Kerkûk di serdemên kevnar de
- xwendinên kurdî di welatê Subarto de.
Her wiha gelek pirtûk û lêkolînên dîtir jî weşandine.
Çavkanî: wergera ji zimanê erebî
[1]
Cemal Reşîd Ehmed
Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
Nav: Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
Dîroka jidayîkbûnê: 1915
Dîroka mirinê: 19-08-1979
Cihê jidayîkbûnê: El-Tufeyliye – Urdin
Cihê mirinê: London
Danasînek li ser nivîskarê kurd Sa\'id Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî ku bi eslê xwe li welatê udrinê ya bajarê El-Tufeyliye ji dayîk bûye. Di sedsala nozdehan de bapîrê wî Şêxo Cuma ji bajarê Diyarbekirê koçî Şamê dike û li taxa Salihiyê bi cih dibe. Se\'d bi xwe yek ji nivîskarên wiha ye ku ji der ber xebatên nivîsanind, nivîskar, siyasî û civakî de gelek ked daye û serê xwe di ber de êşandiye.
- Di sala 1890\'î de, bavê wî Mihemed Cum\'a, dibistana Enbarê li Şamê qedand û bû karmendê şaredariya Urdunê ya Tufayîla.
- Sa\'ad Mihemed di sala 1915an de li bajarê Urdunê yaTufayîla hatiye dinê
- Di sala 1945\'an de li zanîngeha Şamê bawernameya yasayê wergirtiye.
- Li Îran, Sûriye, Amerîka û Brîtanyayê wek balyozê Qraliyeta Urdinê kar kiriye.
Di sala 1948an de li mîrnişîna Urdunê bû Midûrê çapkirin û Weşangeriyê
- Di sala 1950\'î de li serokwezîrtiyê dibe sekreter
- Di sala 1954\'an de dibe wekîlè Wezareta Karên Hundirîn
- Weke waliyê paytext ya Ummanê kar kiriye.
- Di sala 1965an de bû Wezîrê Dîwana Qraliyetê
- Di sala 1967an de bû serokwezîr
- Ew endamê meclîsê bû.
- Serokê fexrî yê Komela Kurdî ya Selahedîn Eyûbî bû.
Gelek pirtûkên wî hene, di nav de: Kurên Maran - Xwedê an Wêran - Civaka Nirx - Civaka Nefret - Komplo û Şerê Qederê /
- Di 19ê Tebaxa 1979an de li paytexta Brîtanya Londonê koça dawî kir
Çavkanî: Kurdîpêdya – wergera ji zimanê erebî.[1]
Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
KOLONIYA TAWANÊ
Navê pirtûkê: KOLONIYA TAWANÊ
Navê nivîskar: FRANZ KAFKA
Navê wergêr: Fatih Aydin
Wergera ji ziman: Almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016

Franz Kafkayê jîyanê (bûnewerîyê) weke şerekî têkçûyî dihesibîne û di nava seqayeke resen a aydî xwe de mirov(ekî) vediguherîne kêzikekê û mohra xwe li binyata wêjeya cîhanê dixe, di çîrokên xwe yên çeşn kurteçîrok de çeqelan diaxivîne û kuştina çeqelan a ji teref mirovên Ereb bi vegotina çîroka Çeqel û Ereb weke sîleyekê li ser çavên mirov dixe. Meymûnekî ku bi destê mirovan hatiye birîndarkirin û li ser lasayîkirina tevgerên mirovan çawa veguherîye mirovan, bi nivîsandina Ji Akademîyê Re Raporek weke bangewazîyekê guhan kerr dike. Meymûn di raporê de derseke baş dide mirovên Ewropî: “Min jî ev kir. Min da avê. Tu rêya din li ber min tunebû, helbet bi qebûla ku azadî ne vebijarkek e.” Û meymûn rastîyeke dîtir bi mirovan dide fêhmkirin: “Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji zîyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtîya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.”

Kafka bi çîrokên Kolonîya Tawanê di nava cîhaneke bi hêmayan xemilandî de xwîner vedixwîne bizaveke xwendinê ya di nava gêjgerînekan de ku ji bo têgihîştina wê cîhanê, kedxwendineke zehmet pêwîst e.[1]
KOLONIYA TAWANÊ
VEGUHERÎN
Navê pirtûkê: VEGUHERÎN
Navê nivîskar: FRANZ KAFKA
Navê wergêr: Fatih Aydin
Wergera ji ziman: Almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2010

Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”

Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e giyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku deriyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetiya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve aniye?

Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahiyê û di nava ‘hemû berhem\'an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdiyeke ku serfiraziya Kurdî ye.[1]
VEGUHERÎN
DINYA DELAL
Navê pirtûkê: DINYA DELAL
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi\'rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi\'reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike;
Dinya, tu çi qas delal î,
Êvar û berbangê safî va,
Bi erş û ezmanê xik-xalî,
Bi mêrg û çîmanê avî va…

Texmîna min, mîna kilamê,
Ruh dijî, ji can der dimîne…
Texmîna min Rebê alemê
Haqa jî bê îsaf nîn e…[1]
DINYA DELAL
ÛSIVÊ NEVÎYA
Navê pirtûkê: ÛSIVÊ NEVÎYA
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken\'anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me.
Bîne wî sêwîyê heram î reda
Dayne ser serê min û ewleda…
Bende jî, belê, mînanî bax e
Bedewî şemsê şewq û şepax e,
Xweş dike berê dara hinarê,
Lê tev radike jara ançarê…
Ew bende bêje: Ûsiv bedew e,
Ew ber xanimê dîn û derew e.
Ew bende bêje: Ûsiv aqil e,
Benî Bedîlê ew miqabil e.
Lê aqil xwe ne siteyra rojê ye?
Na, hucet îcar dora padşê ye:[1]
ÛSIVÊ NEVÎYA
HESRETDEFTER
Navê pirtûkê: HESRETDEFTER
Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê:
Hezkirî tê bi lewzê xweş,
Tûmê sêfîl karrêz dike,
Û dihele bengiyê serxweş,
Tê, mirina xwe hembêz dike.
Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye.
Weşanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem weşand.
Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.[1]
HESRETDEFTER
LÎRÎKA
Navê pirtûkê: LÎRÎKA
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Li kenarê wî çemî, ku ji Çavkanîya enzel dest pê bû, Gula Elegezê şîn bû. Şayîr di vê berevokê de hîmlî li ser xezna zargotina cimeta me yî dewlemend hîm bûye. Destana Xewna Mîrmih afirandineke wisa ye, li ku şayîr tomerîkirina fîlosof îyê yî teze kiriye, ew bi nexş û nîgarêd nuh ve daye dewlemendkirin. Sala 1967\'an berevoka şayîr a sisêyan bi sernivîsara Lîrîka cap bû. Ev berevok dereceya teze bû di nava afirandinêd wî de. Di berevoka Lîrîkayê de talanta Fêrîkê Ûsiv diha ‘tîr\' bûbû, fikra wî hê gihîştî bû û ese gotî bifirîya. Û firî… Ew firîn, bû xuliqandina destana Ûsivê Nevîya, kîjan sertaceke afirandinêd Fêrîkê Ûsiv e. Ev destan li ser hîmê beyt û serhatîya zargotina cimetê yî bi wî navî hatiye nivîsar.[1]
LÎRÎKA
GULA ELEGEZÊ
Navê pirtûkê: GULA ELEGEZÊ
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi\'ra wî dida. Ji ber wê şi\'ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka dîya min biyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Por û gulîyê xwe reş berda,
Dîya min porê te vegirta,
Û min destê wê yî çira
Li ser porê te paç kira…[1]
GULA ELEGEZÊ
ÇAVKANÎ
Navê pirtûkê: ÇAVKANÎ
Navê nivîskar#: FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi\'rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike:
Gundê Pampê dawet gendî,
Ez lê teglîf, ez lê xwendî.
Di nav koma qewm û biran,
Min wergirtiye xemla giran.
Li bejna min çuxê Kurda,
Kembera zîv qayîş ser da.
Li ser pişta kihêl Pêgas,
Xweş hêl dibim ber bi Parnas.[1]
ÇAVKANÎ
ÊVARA ZIVISTANÊ
Navê pirtûkê: ÊVARA ZIVISTANÊ
Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2015

Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.
Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.
Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2\'yê Sermaweza 1934\'an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951\'ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955\'an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960\'î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961\'ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine.[1]
ÊVARA ZIVISTANÊ
Azad Bedran
Azad Bedran li navçeya Siwêrek a Şanliurfayê ji dayik bû, dibistana seretayî li Amedê Nazime Tatlıcı, lîse li Lîseya Kayapinar qedand, di 10 saliya xwe de li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dest bi perwerdeya baglamayê kir û beşdarî koroya zarokan a bi navê Koma bû. Kulilken me.Piştî salan beşdarî koma Bedran Koma Nûjiyan bû.Di gelek konser û konseran de derket.Ev koma ku beşdarî festîvalan dibû ji ber sedemên cuda hate hilweşandin.Ji ber vê yekê Azad Bedran yekem albuma xwe ya solo Réwiyén Şad derxist 2016 bi etîketa muzîka Kom. Paşê wî gelek single çêkir. Amedsporê ji bo klûbên werzişê yên wekî cizresporê xebat çêkir, Hevserokê HDP\'ê yê Edîrneyê Selahattin Demirtaş strana bi navê Em birçîna azadiyê ne çêkir û ji Azad Bedran re şand û Bedran jî stran got. Azad Bedran jî li gelek amûrên muzîkê dixe. Di sala 2019an de bi strana Zindan û Ez nisêbin Tu qamislo ku wî got, di Youtube de debuteke mezin çêkir. Bi mîlyonan nêrîn. Di dawiyê de albûma “Evîna Azad” derket pêşberî temaşevanan.[1]
Kurdipedia ji wergerê zimanê Tirkî - Sara Kamela
Azad Bedran
ŞÎNA ŞENGALÊ
Navê pirtûkê: ŞÎNA ŞENGALÊ
Navê nivîskar: ÎHSAN COLEMÊRGÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Lis
Sala çapê: 2021

Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî bahskirina Êzdîtî û Êzdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan bahsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, olguharandina bi zorê û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund û bajarok û navçeya Şengalê û qirkirin û jinrevandinan de bi piranî ji serî heta dawîyê bahsa serpêhatîyên jineke ku hatiye revandin û gelek caran hatiye firotin dike.
Gava meriv van serpêhatîyan dixwîne, meriv şerm dike ku bibêje ez meriv im. Meriv dixwaze ku ev ‘tişt’ û serpêhatî di demeke gelekî berê de bûbin lê mixabin ev ‘tişt’ di vê roja me de bûne; ev roja ku em bi şaristanîya wê a pêşketî(!) serê xwe heta bi esmanan bilind dike. [1]
ŞÎNA ŞENGALÊ
FATİH AYDIN
Di sala 1981\'ê de, li Întabê hate dinyayê. Mekteba ewil li gundê xwe û ya navîn li Entabê qedand. Xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, di beşê Endazeyarîya Elektronîk û Ragihandinê de, di sala 2005\'an de, xelas kir. Piştî temamkirina perwerdahîya xwe, dest bi endazeyarîyê kir û heta niha jî vî karî didomîne. Di ber re, di wara Kurdî de, li ser werger û nivîs û bernamesazîya komputurê kar dike. Ji xeynî Kurdî, bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Farisî jî dizane.
Berhemên wî:
Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, roman, Lîs, 2014
Wergera wî:
Veguherîn, Franz Kafka, Novel, Lîs, 2010[1]
FATİH AYDIN
SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
Navê pirtûkê: SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
Navê nivîskar:#FATİH AYDIN#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2014

Mîr hebûn, Zana bûn
Ûsif hebûn, Mîrzan bûn
Belê, Xwedîyên sebirê bûn
Û pê bûne Mîrên Misirê...
Ji bo xatirê Gul\'an û Mîrzan\'an
Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê esmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê esmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê esmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşana yên li ser rûyê erdê dida.
Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîtîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pey aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû.
Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê esmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanîtî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.
Sedsala 12\'an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê esmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.[1]
SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
DEFTER
Navê pirtûkê: DEFTER
Navê nivîskar: ELÎXAN LORAN
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2012

Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90\'î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine.
Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e.
Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe.
Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe:
Xerabo
Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên
- Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim –
Ligel ku cînavk jî hene[1]
DEFTER
Jimare
Babet 456,858
Wêne 93,599
Pirtûk PDF 16,750
Faylên peywendîdar 77,636
Video 835
Mêhvanên amade 6
Îro 3,706
Pirtûkxane
REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN...
Kurtelêkolîn
Tesewirên Nasnameyî yên Kur...
Jiyaname
JAKLİN ÇELİK
Pirtûkxane
EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DI...
weşanên
Ziman û Zar
Encam: 16,607 Qeyd hat dîtin, rûpel 1 ya 1,661

Nû bike
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Facebook Messenger
Email
Copy Link

Navê babetêPol, KomRavekirin (Terîf)Demê tumarkirinê
#44 تۆ دەتوانیتPirtûkxane
Navê afirînerRojgar Kerkûkî
Demê tumarkirinêFeb 12 2021 3:36PM
Bi alîye ve hat nû kirinRojgar Kerkûkî
Çavdêrî & SerbestberdanZiryan Serçinarî
Ev babet 18,768 car hatiye dîtin
44 تۆ دەتوانیت... 44 بیرۆکە سەبارەت بە خۆشەویستی [Zêdetir... ]02 99%R.K.12-02-2021
#44 ژیانت خۆش بوێتPirtûkxane
Navê afirînerRojgar Kerkûkî
Demê tumarkirinêJan 30 2021 4:02PM
Bi alîye ve hat nû kirinZiryan Elî
Çavdêrî & SerbestberdanZiryan Serçinarî
Ev babet 14,056 car hatiye dîtin
زنجیرە پەڕتووکی 44 پێک هاتوە لە چوار پەڕتووک کەهە [Zêdetir... ]01 99%R.K.30-01-2021
#44 شتە جوانەکانPirtûkxane
Navê afirînerRojgar Kerkûkî
Demê tumarkirinêMay 25 2021 6:10PM
Bi alîye ve hat nû kirinEsed Hewramî
Çavdêrî & SerbestberdanHawrê Baxewan
Ev babet 10,389 car hatiye dîtin
ناونیشانی پەرتووک: 44 شتە جوانەکان 44 بیرۆکە سەبا [Zêdetir... ]04 99%R.K.25-05-2021
#44 ناوازەPirtûkxane
Navê afirînerRojgar Kerkûkî
Demê tumarkirinêMay 25 2021 5:44PM
Bi alîye ve hat nû kirinRojgar Kerkûkî
Çavdêrî & SerbestberdanHawrê Baxewan
Ev babet 10,320 car hatiye dîtin
ناونیشانی پەرتووک: 44 ناوازە 44 بیرۆکە سەبارەت بە [Zêdetir... ]03 99%R.K.25-05-2021
(2) WERZIŞÎ - SERETAYÎPirtûkxane
Navê afirînerAras Hiso
Demê tumarkirinêJan 4 2023 3:27PM
Bi alîye ve hat nû kirinSara Kamela
Çavdêrî & SerbestberdanSara Kamela
Ev babet 521 car hatiye dîtin
Navê pirtûkê: (2) WERZIŞÎ - SERETAYÎ Navê nivîsk [Zêdetir... ]01 99%A.H.04-01-2023
(Ext 47/546) Dr. Nuttall's visit to the oil regions of the Middle EastBelgename
Navê afirînerRaper Usman Uzêrî
Demê tumarkirinêJun 25 2022 6:39PM
Bi alîye ve hat nû kirinHawrê Baxewan
Çavdêrî & SerbestberdanRojgar Kerkûkî
Ev babet 1,364 car hatiye dîtin
(Ext 47/546) Dr. Nuttall's visit to the oil region [Zêdetir... ]10 99%R.U.U.25-06-2022
(БОЛЬШАЯ ИГРА) В ЦЕНТРАЛЬНОЙ АЗИИ: К ИСТОРИИ ВОПРОСАPirtûkxane
Navê afirînerRaper Usman Uzêrî
Demê tumarkirinêAug 23 2022 6:18PM
Bi alîye ve hat nû kirinHawrê Baxewan
Çavdêrî & SerbestberdanHawrê Baxewan
Ev babet 1,644 car hatiye dîtin
название книги: (БОЛЬШАЯ ИГРА) В ЦЕНТРАЛЬНОЙ АЗИИ: [Zêdetir... ]00 99%R.U.U.23-08-2022
(КУРДЫ ЗАПАДНОЙ АЗИИ (ХХ – начало ХХI)Pirtûkxane
Navê afirînerRaper Usman Uzêrî
Demê tumarkirinêFeb 20 2022 6:05PM
Bi alîye ve hat nû kirinRaper Usman Uzêrî
Çavdêrî & SerbestberdanRojgar Kerkûkî
Ev babet 4,436 car hatiye dîtin
название книги: КУРДЫ ЗАПАДНОЙ АЗИИ (ХХ – начало Х [Zêdetir... ]20 99%R.U.U.20-02-2022
(ئاستەکانی روانین لە رۆمانەکانی کاروان عومەر کاکەسوور) داPirtûkxane
Navê afirînerRaper Usman Uzêrî
Demê tumarkirinêMay 24 2023 8:11AM
Bi alîye ve hat nû kirinRêbwar Jemal Segirme
Çavdêrî & SerbestberdanRêbwar Jemal Segirme
Ev babet 371 car hatiye dîtin
ناونیشانی پەڕتووک: (ئاستەکانی ڕوانین لە ڕۆمانەکانی [Zêdetir... ]01 99%R.U.U.24-05-2023
(إظهار) ی بەرکەوی لە زانستی (نحو) داPirtûkxane
Navê afirînerZiryan Serçinarî
Demê tumarkirinêMar 9 2019 9:33PM
Bi alîye ve hat nû kirinZiryan Serçinarî
Çavdêrî & SerbestberdanHawrê Baxewan
Ev babet 10,948 car hatiye dîtin
دانانی: شێخ محەمەدی بەرکەوی وەرگێڕانی: عومەر شێخ [Zêdetir... ]00 99%Z.S.09-03-2019

Rast
REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN ABDULLAH PAŞÊW DE
Navê pirtûkê: REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN Ebdulla Peşêw DE
Navê nivîskar: Nali Abdullah Khudhur
Cihê çapkirina pirtûkê: Wan
Navê çapxaneyê: ZANÎNGEHA YÜZÜNCÜ YIL
Sala çapê: 2016
[1]
REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN ABDULLAH PAŞÊW DE
Tesewirên Nasnameyî yên Kurdên Elewî û Êzîdî di Pêwendîya Vegotinên Gelêrî da

Hikmettin ATLI

Kurte
Di avabûna nasnameya kolektîf da, li kêleka çend dîyardeyên giring, dîn û bawerî hêmanên gelekî xurt in ku carinan, di hin perîyodên dîrokê da, rê lê vedikin ku civak xwe li ser bingeha wan pênase bikin. Di nava civaka kurd da jî, di gel nîqaşên giştî li ser nasnameya kurdbûnê, hin civakên etno-dînî hene ku, pênaseyên wan yên nasnameyî yên derbarê xwe da, hem nîqaşa li ser nasnameya kurdî kûr
Tesewirên Nasnameyî yên Kurdên Elewî û Êzîdî di Pêwendîya Vegotinên Gelêrî da
JAKLİN ÇELİK
JAKLİN ÇELİK
Di sala 1968an di le Diyarbekirê hate dinyayê. Di zarokatiya xwe de, ligel malbata xwe li Stenbol3e texma Kumkapıyê bi cih bûn. Di Dibistana Seretayî ya Surp Mesropyan Ermenî ya kul i Gedikpaşayê ye û di beşa navîn a Lîseya Keçan a Çemberlitaşê de xwend. Piştre dest bi karûbarên aboriyê kir.

Di kovarên wekî Öküz, Fesat, Uç, Varlık, Haliç Edebiyat, Adam Sanat de çîrok û hevpeyvînên wê, di kovar û rojnameyên wekî Cumhuriyet Dergi, Sky Life, Liderler ve Finans Dünyası jî heypeyvînê
JAKLİN ÇELİK
EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM
Navê pirtûkê: EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM
Navê nivîskar: Elî Teter Nêrweyî
Navê wergêr: Ferdî Sak
Wergera ji ziman: Farsî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2019

Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêhtir di ça
EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM
Ziman û Zar
Ziman û Zar
Govarekî zimannasî ya werzî ye
salî sêyem- jmare (8) (puşperî-2723) (hawînî-2023)
Sernivîser: Fereydûn Saman
Derheqa Şamilê Esker da
Têmûrê Xelîl
Têmûrê Xelîl (Muradov Hamlet) û Bella Stûrkî mala we ava! Serbilindîya kurdên Azirbêcanê. Derheqa ronakbîrê kurd yê mezin ji Azirbêcanê Şamilê Selîm Eskerov da gelek kesan gotarên giranbuha nivîsîne,
kar û barê wî bi layîqî qîmet kirine. Gelekan jî helbest ser wî nivîsîne. Ew bi xwe jî zanyar, helbestvan û welatparêzekî pir mezin bû
Ziman û Zar
Babetên nû
Dadelî
=KTML_Bold=Danasînek li ser gundê Dadeliyê=KTML_End=
=KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End=
Gundê Dadeliyê bi qasî 30 Kîlometran Başûrê Rojavayê bajarê Kobaniyê dikeve. Mirov dikare bêje gundê Dadelî gundekî ne ewqas kevnar e, li gorî ku kal û extiyarên gund dibêjin dîroka vî gundî vedigere heft bavan ango bi texmînî vedigere 250\'î sal berê. Du kesan ev gund ava kirine, navên wan jî Hemê Silojik û Elî Silojik e. Gund ji êla Elî dînî ne ji atî silojikan ne, xelkê gund bi gişî k xizmên hev in.
=KTML_Bold=Wekî peyv:=KTML_End=
Wek peyv Dadelî kes neghêjiye weteya wê, lê hin kes dibêjin peyva Dadelî ji kalekî navê wî Dadî bûye, hatiye wergirtin, ew kesekî ji aliyê bakurê kurdistanê yeye, lê hin dibêjin li gund bi pir bûna baranê lehî çêbûye, bi kolandinê erdê jê re digotin avê lê da .
=KTML_Bold=Di warê çandiniyê de:=KTML_End=
Gundê Dadelî di warê çandiniyê de piranî xwe dide li ser çandina genim, ceh, kemûn, zeytûn û her wiha bi xwedîkirina pez. Xelkê gund di zû de li ser xwendina ziman, piranî ji wan Diktor, Muhendis, Mamoste û karmend in derketine. Derdora 100 heta 140 malî hene û serjimariya gund di navbera 1000 heta 1300 kesî ye .
Erdîngariya gundê Dadelî erdên wê bejî ne ji ber kêm bûna avê, lê xelikî gund avê ji gundên Şemî, Qinê û ji Qurdîn avê dînin, dûrê gund nêzî 4,5 Km û erdên xwe av didin erdên ku nêzî 100 hiktarî ne .
Taybetmendiyên gund piranî ji xwendina ziman û çandê kurdî de rabûne, her wiha lê kesine di warê siyasî de roleke pir girîng lîstine tê hebûne wek şehîd mamoste Osman Dadelî ku di partîya PYD\'ê de xwedî roleke mezin lîstiye . Yekem car Dibistan di sala 1976 an de hat vekrin .
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.[1]
Dadelî
Kovan Sindî
Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye.
$Jiyan$
Kovan Sindî Li salaLi sala 1984 ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987\'ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Bees ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge. Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî enfalên 1988ê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike.
Li sala 1991 ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Elmaniya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta Schleswig Holstein akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg (Welt Universitet) zimanê elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998ê li welatê Denmarkê akincî dibe. Li 2001 ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin.
$Hinek ji gotin û pendên wî$
Ga di nav golikan de pispore, di nav pisporan de golike.
Keştîvanî bi deryan re nehengên sînggoşad divên, karê her kêvjalekê nîne bijenîtin bi çengalan.
Mirov pir diêşe dema winda dike, lê êşa ji hemiyan girantir dema bi xwe winda dibe.
Ji wî bawer neke yê bi gotinan barê te helgire, lê ji wî bawer bike yê tu barê xwe li piştê dibînê.
Pir asane aferînişan bibînî, welê pir sexte ku mirovan ji nêv peyda bikî.
Tawanên reş li bin tîrêjên xorê jî spî nabin.
Yê serê wî li ser kevirên wî rehet nebe, li ser pembûyê xelkê jî rehet nabe.
Mejiyê nikane rêyekê ji bînahiyên xwe re rûşen bike, dê serê wî li ber dîwarên xelkî be.
Bimire kafirek azad, ne bijî bawermendek kole.
$Berhem$
Çirayê Şev, helbest, Duhok (2006)
Rojên Êtûn, roman, 252 rûpel, Duhok (2007)
Nalînên Peravan, roman, bergê 1, Weşanên Han, Berlîn, çile 2010
Nalînên Peravan, roman, bergê 2, Weşanên Han, Berlîn, sibat 2011
Feryadên Burcan, roman, Weşanên J&J, Amed, 2014
Bagerên Reş, roman, Weşanên J&J, Amed, 2016
Cengel, roman, Weşanên J&J, Amed, adar 2017
Asingerê Kor, roman, Weşanên Peywend, Wan, Çiriya Duwê 2021
Goşeyên Tarî, roman, Weşanên Ronya, Wan, Kanûna Duwê, 2023. [1]
Kovan Sindî
JI Qehra Guliyên Te
Navê pirtûkê: JI Qehra Guliyên Te
Navê nivîskar: #Aras Hiso#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2019

Ji ber ku helbest tu yî
hestên min ên lerizî
ji payîza bejna helbesta te
yeko yeko
bi ser vî bajarî de diweşin
evîneke tazî
ku bi qasî dêmên te spî ye
ji çavên te yên helbestî diwelidin
Serma dilê xwe yê zivistanan
li ber alawiya hestên te germ dikim
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest tu yî
hîna jî dilika şîn li wê hîverona gerdena te daçikandî ye
hîna jî kesera peyvên dilmayî
li ser neqşên lêvên te sêwî mane
hîna jî sêfûniya têlên kemana derizî
ji dengvenda rehjena dilê te diteyîse
hîna jî destên min bangî destên te dikin
hîna jî artêşa tiliyên min dixwazin
mîna siwarên Derwêşê Evdî
ber bi lûtkeya miştenûra evîna te ve bibezin
Û hîna jî dimdima dilê min ê bi kul
bi teşqele ye
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest tu yî
bejna xortaniya min
mîna şaxekî tewiya yî bi ser dilê te de
hêjîrên bêrîkirinê jixwe diweşîne
sanciyên gotinên min
mîna dayîkeke xew lê herimî
her şev di qeraxa dilê min de werimî ne
hevoka min a devbişîr
mîna zarokekî şekir ji destrevandî
her sibeh li wê şabûnka lêvên te digere
ji ber ku helbest tu yî
erê, ji ber ku helbest yî
li wê xerîbiya çola te min her tişt
jixwe weşand
êdî rût mam
were bi kirasê helbesta xwe yê kesk
xwe li tazîbûna evîna min bigerîne..
êdî tu û helbesta xwe man
û hevoka min a nîvzerî ma
êdî ez ê dest bavêjim wê qirika xwe
ez ê te ji xwe biweşînim
biqîrim...
bigrîm...
bikenim...
û bêjim...
ji ber ku helbest tu yî
Ez ji te hez dikim
[1]
JI Qehra Guliyên Te
Osman Mihemed Osman
Dadger Osman Mihemed Osman 1923-1983.
Bavê wî “Şawîş Mihemed” xelkê gundê Dêrswanê ye û li gundê “Qert Qulaq” niştecih bûye.
Osman di zarokatiya xwe de, li Xocê gundê “Qart Qelaqê” ya mezin bi zimanê tirkî xwendiye. Paşê dibistana seretayî li dibistana seretayî ya Efrînê heta pola çaran xwend û bawernameya dibistana seretayî li Ezazê di sala 1936 an de stend. , wî wek wergêrê zimanê tirkî li cem parêzgarê Helebê kar kir, û bi karê xwe li zanîngeha Şamê yasa xwendiye, û di sala 1946 an de destûrnameyek jê standiye, lewra du salan di pîşeya qanûnî de kar kiriye. Dûre dev jê berda, pê bawer bû ku ew ne pîşe ye ku li gorî rastbûna wî bi xwe re ye. Serlêdana dadweriyê kir û di sala 1949 an de li Efrînê bû dadwerê lihevanînê, piştî wê di navbera parêzgehên Heleb, Hemayê û Hesekê de bi cih bû, ta ku di destpêka salên heftêyî de bû dadwerê dadgeha qezayê û piştre bû serokê dadgehê. Dadgeha Cezayê li Şamê. Di dawiya salên heftêyî yên sedsala borî de, Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî gazî wî kirin ku beşdarî pêşdebirina qanûnên wê bibe, û wî heta mirina xwe di sala 1983 de li wir xebata xwe domand.
Rehmetî li hember hemû gelan, bi taybetî jî li hember xelkê gund û herêma xwe mînaka durustî û nefsbiçûkiyê bû. Rewşenbîrekî hêja bû ku ji bilî zimanê xwe yê kurdî, axaftin, xwendin û nivîsandina xwe bi erebî, tirkî, ”kevn û nûjen”, fransî, farisî û îngilîzî baş dizanibû. Bi pirsgirêkên gelê xwe re eleqedar bû.
Di sala 1954an de beşdarî hilbijartinên parlemanî yên Sûriyê bû û di gera yekem de dengên bilind bidest xist û piştre ji gera duyem vekişiya. Her wiha di destpêka salên pêncî de beşdarî damezrandina Komela Çanda Kurdî li J. El-Kurd bûye. Cenazeyê rehmetî li goristana Ziyarat Henan a li nêzî gundê Maşala hate definkirin.
Dr.. Mihemed Ebdo Elî[1]
Çavkanî: Wergera ji zimanê Erebî - Kurdîpêdiya - Aras Hiso
Osman Mihemed Osman
Cemal Reşîd Ehmed
Dîroknasê Kurd Cemal Reşîd Ehmed
Profêsor û dîroknasê kurd Cema Reşîd Ehmed ku bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ye, ji malbateke welatparêz û berxwedêr e. Bavê wî jî di zemanê xwe de kesayetekî welatparêz bû, her wiha yek ji endamên şandeya kurdî bû ku di dîroka 07_11_1959\'an de serdana Ebdilkerîm Qasim dema ku di nexweşxaneyê de ji encama hewldana kuştina wî ji aliyê Sedam Husên ve birîndar bûbû. Her wiha bi bi Dk.Cemal jî bi wî re bû ku hingê ew zarokekî ku hîn çar saliya xwe derbas nekiribû. Ji aliyekî din ve jî têkêliya wî bi gelek aliyên netewî re hebû, jê re rûmetek bû ku kongreyeke pêncemîn ya yekîtiya Netewî ya Demokratîk û Kurdistanî vebike. Yek projeyên wî yên neteweyî ku pêşkêşî hukmeta kurdistanê kiriye ku peymangeha stratejîk ya ewlekariya netewa kurd ava bike, lê mixabin koça xwe ya dawî kir beriya ku ev projeya wî were avakirin.
Asta xwendina wî zanistî:
Wî dîrok û siyaset di zanîngehên ewropî de xwend, her wiha di sala 1973\'an de nameya diktorayê di bin serenava Dîroka Kurd a kevnar\' di zanîngeha Bulxariya de bi dest xist.
Her wiha wî dîroka kurdî ya kevnar di zanîngehên Hewlêr, Silêmaniyê, Bexdayê û Selahedînê de ders daye. Beriya ku biçe Holendayê rastî celtaya mejî hat û di encamê de di dîroka 19-12-2016\'an de koça xwe ya dawî kir
Berhemdariya wî:
- Dîroja Kurd a kevnar.
- Derketina kurdan di dîrokê de, her sê berg
- Kerkûk di serdemên kevnar de
- xwendinên kurdî di welatê Subarto de.
Her wiha gelek pirtûk û lêkolînên dîtir jî weşandine.
Çavkanî: wergera ji zimanê erebî
[1]
Cemal Reşîd Ehmed
Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
Nav: Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
Dîroka jidayîkbûnê: 1915
Dîroka mirinê: 19-08-1979
Cihê jidayîkbûnê: El-Tufeyliye – Urdin
Cihê mirinê: London
Danasînek li ser nivîskarê kurd Sa\'id Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî ku bi eslê xwe li welatê udrinê ya bajarê El-Tufeyliye ji dayîk bûye. Di sedsala nozdehan de bapîrê wî Şêxo Cuma ji bajarê Diyarbekirê koçî Şamê dike û li taxa Salihiyê bi cih dibe. Se\'d bi xwe yek ji nivîskarên wiha ye ku ji der ber xebatên nivîsanind, nivîskar, siyasî û civakî de gelek ked daye û serê xwe di ber de êşandiye.
- Di sala 1890\'î de, bavê wî Mihemed Cum\'a, dibistana Enbarê li Şamê qedand û bû karmendê şaredariya Urdunê ya Tufayîla.
- Sa\'ad Mihemed di sala 1915an de li bajarê Urdunê yaTufayîla hatiye dinê
- Di sala 1945\'an de li zanîngeha Şamê bawernameya yasayê wergirtiye.
- Li Îran, Sûriye, Amerîka û Brîtanyayê wek balyozê Qraliyeta Urdinê kar kiriye.
Di sala 1948an de li mîrnişîna Urdunê bû Midûrê çapkirin û Weşangeriyê
- Di sala 1950\'î de li serokwezîrtiyê dibe sekreter
- Di sala 1954\'an de dibe wekîlè Wezareta Karên Hundirîn
- Weke waliyê paytext ya Ummanê kar kiriye.
- Di sala 1965an de bû Wezîrê Dîwana Qraliyetê
- Di sala 1967an de bû serokwezîr
- Ew endamê meclîsê bû.
- Serokê fexrî yê Komela Kurdî ya Selahedîn Eyûbî bû.
Gelek pirtûkên wî hene, di nav de: Kurên Maran - Xwedê an Wêran - Civaka Nirx - Civaka Nefret - Komplo û Şerê Qederê /
- Di 19ê Tebaxa 1979an de li paytexta Brîtanya Londonê koça dawî kir
Çavkanî: Kurdîpêdya – wergera ji zimanê erebî.[1]
Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî
KOLONIYA TAWANÊ
Navê pirtûkê: KOLONIYA TAWANÊ
Navê nivîskar: FRANZ KAFKA
Navê wergêr: Fatih Aydin
Wergera ji ziman: Almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016

Franz Kafkayê jîyanê (bûnewerîyê) weke şerekî têkçûyî dihesibîne û di nava seqayeke resen a aydî xwe de mirov(ekî) vediguherîne kêzikekê û mohra xwe li binyata wêjeya cîhanê dixe, di çîrokên xwe yên çeşn kurteçîrok de çeqelan diaxivîne û kuştina çeqelan a ji teref mirovên Ereb bi vegotina çîroka Çeqel û Ereb weke sîleyekê li ser çavên mirov dixe. Meymûnekî ku bi destê mirovan hatiye birîndarkirin û li ser lasayîkirina tevgerên mirovan çawa veguherîye mirovan, bi nivîsandina Ji Akademîyê Re Raporek weke bangewazîyekê guhan kerr dike. Meymûn di raporê de derseke baş dide mirovên Ewropî: “Min jî ev kir. Min da avê. Tu rêya din li ber min tunebû, helbet bi qebûla ku azadî ne vebijarkek e.” Û meymûn rastîyeke dîtir bi mirovan dide fêhmkirin: “Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji zîyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtîya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.”

Kafka bi çîrokên Kolonîya Tawanê di nava cîhaneke bi hêmayan xemilandî de xwîner vedixwîne bizaveke xwendinê ya di nava gêjgerînekan de ku ji bo têgihîştina wê cîhanê, kedxwendineke zehmet pêwîst e.[1]
KOLONIYA TAWANÊ
VEGUHERÎN
Navê pirtûkê: VEGUHERÎN
Navê nivîskar: FRANZ KAFKA
Navê wergêr: Fatih Aydin
Wergera ji ziman: Almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2010

Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”

Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e giyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku deriyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetiya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve aniye?

Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahiyê û di nava ‘hemû berhem\'an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdiyeke ku serfiraziya Kurdî ye.[1]
VEGUHERÎN
DINYA DELAL
Navê pirtûkê: DINYA DELAL
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi\'rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi\'reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike;
Dinya, tu çi qas delal î,
Êvar û berbangê safî va,
Bi erş û ezmanê xik-xalî,
Bi mêrg û çîmanê avî va…

Texmîna min, mîna kilamê,
Ruh dijî, ji can der dimîne…
Texmîna min Rebê alemê
Haqa jî bê îsaf nîn e…[1]
DINYA DELAL
ÛSIVÊ NEVÎYA
Navê pirtûkê: ÛSIVÊ NEVÎYA
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken\'anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me.
Bîne wî sêwîyê heram î reda
Dayne ser serê min û ewleda…
Bende jî, belê, mînanî bax e
Bedewî şemsê şewq û şepax e,
Xweş dike berê dara hinarê,
Lê tev radike jara ançarê…
Ew bende bêje: Ûsiv bedew e,
Ew ber xanimê dîn û derew e.
Ew bende bêje: Ûsiv aqil e,
Benî Bedîlê ew miqabil e.
Lê aqil xwe ne siteyra rojê ye?
Na, hucet îcar dora padşê ye:[1]
ÛSIVÊ NEVÎYA
HESRETDEFTER
Navê pirtûkê: HESRETDEFTER
Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê:
Hezkirî tê bi lewzê xweş,
Tûmê sêfîl karrêz dike,
Û dihele bengiyê serxweş,
Tê, mirina xwe hembêz dike.
Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye.
Weşanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem weşand.
Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.[1]
HESRETDEFTER
LÎRÎKA
Navê pirtûkê: LÎRÎKA
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Li kenarê wî çemî, ku ji Çavkanîya enzel dest pê bû, Gula Elegezê şîn bû. Şayîr di vê berevokê de hîmlî li ser xezna zargotina cimeta me yî dewlemend hîm bûye. Destana Xewna Mîrmih afirandineke wisa ye, li ku şayîr tomerîkirina fîlosof îyê yî teze kiriye, ew bi nexş û nîgarêd nuh ve daye dewlemendkirin. Sala 1967\'an berevoka şayîr a sisêyan bi sernivîsara Lîrîka cap bû. Ev berevok dereceya teze bû di nava afirandinêd wî de. Di berevoka Lîrîkayê de talanta Fêrîkê Ûsiv diha ‘tîr\' bûbû, fikra wî hê gihîştî bû û ese gotî bifirîya. Û firî… Ew firîn, bû xuliqandina destana Ûsivê Nevîya, kîjan sertaceke afirandinêd Fêrîkê Ûsiv e. Ev destan li ser hîmê beyt û serhatîya zargotina cimetê yî bi wî navî hatiye nivîsar.[1]
LÎRÎKA
GULA ELEGEZÊ
Navê pirtûkê: GULA ELEGEZÊ
Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi\'ra wî dida. Ji ber wê şi\'ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka dîya min biyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Por û gulîyê xwe reş berda,
Dîya min porê te vegirta,
Û min destê wê yî çira
Li ser porê te paç kira…[1]
GULA ELEGEZÊ
ÇAVKANÎ
Navê pirtûkê: ÇAVKANÎ
Navê nivîskar#: FÊRÎKÊ ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018

Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi\'rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike:
Gundê Pampê dawet gendî,
Ez lê teglîf, ez lê xwendî.
Di nav koma qewm û biran,
Min wergirtiye xemla giran.
Li bejna min çuxê Kurda,
Kembera zîv qayîş ser da.
Li ser pişta kihêl Pêgas,
Xweş hêl dibim ber bi Parnas.[1]
ÇAVKANÎ
ÊVARA ZIVISTANÊ
Navê pirtûkê: ÊVARA ZIVISTANÊ
Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2015

Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.
Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.
Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2\'yê Sermaweza 1934\'an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951\'ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955\'an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960\'î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961\'ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine.[1]
ÊVARA ZIVISTANÊ
Azad Bedran
Azad Bedran li navçeya Siwêrek a Şanliurfayê ji dayik bû, dibistana seretayî li Amedê Nazime Tatlıcı, lîse li Lîseya Kayapinar qedand, di 10 saliya xwe de li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dest bi perwerdeya baglamayê kir û beşdarî koroya zarokan a bi navê Koma bû. Kulilken me.Piştî salan beşdarî koma Bedran Koma Nûjiyan bû.Di gelek konser û konseran de derket.Ev koma ku beşdarî festîvalan dibû ji ber sedemên cuda hate hilweşandin.Ji ber vê yekê Azad Bedran yekem albuma xwe ya solo Réwiyén Şad derxist 2016 bi etîketa muzîka Kom. Paşê wî gelek single çêkir. Amedsporê ji bo klûbên werzişê yên wekî cizresporê xebat çêkir, Hevserokê HDP\'ê yê Edîrneyê Selahattin Demirtaş strana bi navê Em birçîna azadiyê ne çêkir û ji Azad Bedran re şand û Bedran jî stran got. Azad Bedran jî li gelek amûrên muzîkê dixe. Di sala 2019an de bi strana Zindan û Ez nisêbin Tu qamislo ku wî got, di Youtube de debuteke mezin çêkir. Bi mîlyonan nêrîn. Di dawiyê de albûma “Evîna Azad” derket pêşberî temaşevanan.[1]
Kurdipedia ji wergerê zimanê Tirkî - Sara Kamela
Azad Bedran
ŞÎNA ŞENGALÊ
Navê pirtûkê: ŞÎNA ŞENGALÊ
Navê nivîskar: ÎHSAN COLEMÊRGÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Lis
Sala çapê: 2021

Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî bahskirina Êzdîtî û Êzdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan bahsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, olguharandina bi zorê û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund û bajarok û navçeya Şengalê û qirkirin û jinrevandinan de bi piranî ji serî heta dawîyê bahsa serpêhatîyên jineke ku hatiye revandin û gelek caran hatiye firotin dike.
Gava meriv van serpêhatîyan dixwîne, meriv şerm dike ku bibêje ez meriv im. Meriv dixwaze ku ev ‘tişt’ û serpêhatî di demeke gelekî berê de bûbin lê mixabin ev ‘tişt’ di vê roja me de bûne; ev roja ku em bi şaristanîya wê a pêşketî(!) serê xwe heta bi esmanan bilind dike. [1]
ŞÎNA ŞENGALÊ
FATİH AYDIN
Di sala 1981\'ê de, li Întabê hate dinyayê. Mekteba ewil li gundê xwe û ya navîn li Entabê qedand. Xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, di beşê Endazeyarîya Elektronîk û Ragihandinê de, di sala 2005\'an de, xelas kir. Piştî temamkirina perwerdahîya xwe, dest bi endazeyarîyê kir û heta niha jî vî karî didomîne. Di ber re, di wara Kurdî de, li ser werger û nivîs û bernamesazîya komputurê kar dike. Ji xeynî Kurdî, bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Farisî jî dizane.
Berhemên wî:
Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, roman, Lîs, 2014
Wergera wî:
Veguherîn, Franz Kafka, Novel, Lîs, 2010[1]
FATİH AYDIN
SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
Navê pirtûkê: SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
Navê nivîskar:#FATİH AYDIN#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2014

Mîr hebûn, Zana bûn
Ûsif hebûn, Mîrzan bûn
Belê, Xwedîyên sebirê bûn
Û pê bûne Mîrên Misirê...
Ji bo xatirê Gul\'an û Mîrzan\'an
Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê esmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê esmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê esmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşana yên li ser rûyê erdê dida.
Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîtîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pey aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû.
Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê esmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanîtî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.
Sedsala 12\'an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê esmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.[1]
SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ
DEFTER
Navê pirtûkê: DEFTER
Navê nivîskar: ELÎXAN LORAN
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2012

Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90\'î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine.
Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e.
Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe.
Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe:
Xerabo
Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên
- Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim –
Ligel ku cînavk jî hene[1]
DEFTER
Jimare
Babet 456,858
Wêne 93,599
Pirtûk PDF 16,750
Faylên peywendîdar 77,636
Video 835
Mêhvanên amade 6
Îro 3,706

Kurdipedia.org (2008 - 2023) version: 14.58
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 9.25 çirke!