🔓 Çûna jûr
➕ Virrêkirin
⌨ Kîbord
📁 Zêde ...
🏠|📧|Em kîne|Pirtûkxane|📅 24-02
🏠 Destpêk|📧 Peywendî|💡 Em kîne
|
📅 Evru 24-02 di dîrokêda
📅Krunulujiya rwîdana
📅 Roj
📆24-02-2020
📆23-02-2020
📆22-02-2020
📆21-02-2020
📆20-02-2020
📆19-02-2020
📆18-02-2020
📂 Zêde ...
📅24 February
📝 Belgename
📊 Amar u Rapirsîya
✌️ Şehîdan
💚 Enfalkirî
😞 Q. şerê nawxo
👩 Q. tundutîjî
📅 Date of Birth
📅 Date of Death
|💳 KomekHarîkariya me bike ji bu Kurdîpêdiyayeka başitir.|📕 PirtûkxaneMezntirîn perrtûkxana dîcîtalla Kurdî! - (10,677) perrtûk||
👫 Segvan Yusifî
Sakfan Mustafa Abdulrahman
L sala 1961 nêzîk çemê Xabûrê heyran u sewdalîyê l bajarê zaxo j dayk bûye
L sala 1979 dema qutabî dest b belavkirin rîportajn krîyê l govar u rojnameyê kurdî
Paşan dest b belavkirna berhemên edebî dikt.
L sala 1987 lpeymangeha berhevkrina mamustayan l Erbilê (Hewlêr) b dawî anî
1986 l rojnama (Karwanî werzişî) a werzişî desteys nvîseran.wergêr .Hewlêr
1986 -1989 desteya nvîsînê l govara werzî (Dengê me) a wêjeyî. Dihuk
1987-1991 desteya nvîseran l govara (
👫 Segvan Yusifî
🏷️ Pol: Kesayetî
Segvan Yusifî
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
👫 Ahmed Arîf
Ahmed Arîf (* 21'ê avrêlê Nîsan 1927ê li Amedê; † 2'ê pûşperê Hezîran 1991'ê li Enqereyê) helbestvanekê bi esilê xwe kurd e ko bi zimanê tirkî dinivîsî.
Jînenîgar
Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê Nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye.
Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû ra, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdn
👫 Ahmed Arîf
🏷️ Pol: Kesayetî
Ahmed Arîf
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
👫 Yilmaz Guney
Yilmaz Guney (z. 1 nîsan 1937 li Edene − m. 9 rezberê 1984 li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî zaza û kurd e . Navê wê bi tirkî wekî Yılmaz Güney tê bilêvkirin.
Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi Kurdî tê van wateyan.
Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîce
👫 Yilmaz Guney
🏷️ Pol: Kesayetî
Yilmaz Guney
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
👫 Ahmet Kaya
Ahmet Kaya (z. 28'ê kewçêrê, 1957 li Meletiyê − m. 16'ê sermawezê 2000 li Parîsê), hunermendekî kurd e ku wekî gelek hunermendên nifşa wî stranên xwe bi tirkî digotin.
Eger mirov şert û mercên payîza 1956'an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû. Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêş de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîn
👫 Ahmet Kaya
🏷️ Pol: Kesayetî
Ahmet Kaya
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
📊 Babet 370,601 | Wêne 57,410 | Pertuk PDF 10,677 | Faylên peywendîdar 38,964 | 📼 Video 164 | 🗄 Çavkanî 13,630 |
📝 21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ | 🏷️ Pol: Belgename | Zimanê babetî: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️
21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
📝 Belgename

21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mitîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21´ê Sibata 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’ de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ ê sibatê de tê pîrozkirin.
Zimanê ku bi taybetî mirov ji dayîka xwe û civaka mirov tê de dijî dibîhîze û fêr dibe, re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pêwiîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Kurd bi kurdî, Tirk bi tirkî, Faris bi farisî û Ereb jî bi erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.
Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500, li Tirkîyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî ye,
Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jîyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin.
Bi sedsalan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin (asîmîlasyon) û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê ez li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînim. Kurdî çi qas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin.
Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, birêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin.
Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye.
Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin.
Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnare û berxwedêr e. Bi hezaran sal in, çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên dagirkeran da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin dîsa wek li Efrînê Kurd û Kurdistan bûye hedefa êrîşên hovane ên dewleta Tirk. Di roja pîrozkirina zimanê dayikê de zarokên Kurd ji ber êrîşên hovan nikarin perwerdeya zimanê dayika xwe bibînin û dayikên wan jî bi bombeyên hovan tên kuştin.
Wîna berxwedana ziman û çanda Kurd, îro li Efrînê li Çiyayê Kurmênc wek her dem û zimanê kurdî bi lerhengî li berxwe dide. Me do li berxwe da, îro em liber xwe didin û sibê jî em ê liber xwe dibin û serforaz bibîn. Hêza berxwedan û lehengiya Kurd ji hemû hêzên dagirker, qirêj û derî mirovane bihêztir e!
Bi vê bîr û baweriyê em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li Gelên Kurdistanê pîroz dikin.
Her bijî Zimanê Dayîkê!
Her bijî berxwedana Efrînê!
Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNKê
21-02-201821-02-2018
⁉️ Taybetmendiyên babetî
🏷️ Pol:📝 Belgename
🏳️ Zimanê babetî:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 Publication date: 21-02-2018
📄 Corî dokumênt⊶ Zimanî yekem
📄 Document styleNo specified
🗺 Ulat - Herêm🌏 Derwe
🌐 Ziman - Şêwezar🏳️ Kurmancî Bakûr - T. Latîn

⁉️ Technical Metadata
©️ Xudanê vî babetî mafa weşanê babetî dane Kurdîpêdiya, supas!
✨ Kwalîtiya vî babetî: 93% ✔️
93%
✖️
 30%-39%
Xirap👎
✖️
 40%-49%
Xirap
✖️
 50%-59%
Xirap nîne
✔️
 60%-69%
Navincî
✔️
 70%-79%
Gelek başe
✔️
 80%-89%
Gelek başe👍
✔️
 90%-99%
Nayab👏
✔️
Ev babete ji layê: (Naliya Ibrahim) li: Apr 8 2018 6:51PM hatiye tumarkirin
👌
✍️ Ev babete bu dwîmahîk car ji layê: (Hawrê Baxewan)ve: Apr 8 2018 10:17PM hatiye rast vekirin
☁️ Nav û nîşanên babetî
🔗
🔗
👁 Ev babete 1,633 car hatiye dîtin

✍️ Vî babetÎ baştir bike
☰ Zêde
⭐ Bu nav lîsteya kumkirîya
💬 Raya xu derbareyi vî babeyi binvêse!

✍️ Ghurrinikariyên babetî!
🏷️ Metadata
RSS

📷 Gûgla wêna bu babetê helbijartî!
🔎 Gugl derbareyi babetê helbijartî!
⠪ Share
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ Helsengandna babetî
⭐⭐⭐⭐⭐ Nayab
⭐⭐⭐⭐ Gelek başe
⭐⭐⭐ Navincî
⭐⭐ Xirap nîne
⭐ Xirap
21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
📝 Belgename

📚 Faylên peywendîdar: 0
🖇 Babeten peywestkiri: 2
📝 Belgename
1.👁️21 ی شوبات، رۆژی زمانی دایک پیرۆز بێت
📅 Rêkewt û Rûdaw
1.👁️21-02-2018
📂[ Zêde...]

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.02
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| dirustkirina laperî 0,749 çirke!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574