Ji kurdan destpêkeke nû!
Sıraç Oğuz
Li bakurê Kurdistanê rêxistinek bi navê Despêka Nû hat damezrandin.
Li ser navê rêxistinê, ji endamê rêveberîyê Dr. Engin Yilmaz û hevalên wî roja 15ê Cotmehê li Stenbolê bi daxûyanîyek damezrandina Destpêka Nû îlan kirin.
Bi daxûyanîyê da dibêjin; “Destpêka Nû, bi bernameya xwe li ser doza azadî û nasnameya Kurdî danîye. Di van salên dawî da rexne û nerazîbûnên girîng li nav sîyaseta kurdan da he ye. Di navbera partîyên kurdî da nakokîyên îdeolojîk hene. Pêwîstîya kurdan bi sîyasetek nû û bi bandor heye. Li Tirkîyê ji bo çareserîya pirsgirêkên welat û bi taybetî mafên gelê kurd pêk nehatîye û valahîyekî mezin heye.“
Di dumahîka daxûyanîya jî wiha tê gotin; „Di deklerasyonê de ji bilî ragihandina armanc, prensîb û xebata xwe ji raya giştî re, em ji hemû gel û saziyên Kurd dan bangewazî dikin. Ku ji bo vê pêwîstiyê bê şert û merc bi hev re pêvajoyê ava bikin û bimeşînin. Em hêvîdarin ev bang; di xeta netewî de bibe sedema avakirina rêxistinek nûnertîya neteweyî. Ji bo wî em dibêjin ku ew avabûna bi navê „DESTSPÊKA NÛ“ bibe bersîva pirsgirêk û çareserîya sîyaseta Kurdan.“
Ji daxûyanîyê jî tê famkirin ku, ev çend sal e ew ji bo damezrandina partîyek, çend komxebat û gelek civîn sazkirine. Piştî van xebat û civînan biryara damezrandina partîyê dane.
Sedem kar û xebata wan a bi rûmet ez, Dr. Engin Yilmaz, Av. Ramazan Tüncer, Av. Mahmut Koyuncu, Mîmar. Enes Atila Pay û hevalên wan ew ji bo damezrandina Destpêka Nû kar û xebat kirine, pîroz dikim ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Bêguman sîyaset karekî civakî ye û ji bo wê jî sê tişt pêwîst in.
Ew jî, sermaye, cesaret û rîsk e.
Sermîyanê sîyasetê fikre, raman e, pêşkêşîya ji bo çareserî daxwazên gel e.
Cesaret pêwîst e.
Ji ber ku rîya sîyasetê rêyekî xil û xwar e, tê da merhaleyên kin û dirêj, astengên kur û bilind hene. Di wê rêwîtîyê da risk heye.
Çawa ku di karê tîcaretê da kar û zerar birayê hev bin, di sîyasetêda jî serkeftin û têkçûn birayê hevin.
Di sîyasetê da qasî îhtimala serkeftinê ewqas jî îhtîmala têkçûnê he ye. Sedem wê yekê sîyaset karekî xeternak e.
Ji bo serkeftinê qasî aqil, fikr û ramanekî rast û durust, cesaret jî pêwîst e.
Heger ku sermîyan û cesaret kêm be, wê gavê sîyasetvan li şirîgan digere.
Di pazara sîyasetê da bi tucarên xwedî sermîyan ra şirîgatî çê nabe.
Şirîgatîya bi canbazên destvala ra jî dan û standin nabe.
Çawa ku di tîcareta şirîgtayî da dan û stendin nebe, şirîgtayî nemeşe, di sîyaseta bê serkeftin da jî yekitîya sîyasî nameşe.
Ez wer bawer dikim ku rêvebirên Destpêka Nû xwedî cesaret in û bawerîya xwe bi xwe û gelê tînin. Bi wê bawerîyê derketine serê rê û ya biryara damezrandina Destpêka Nû dane.
Hevîdar im, Destpêka Nû, bi fikr û kadroyên nû dest bi xebata xwe bike, di demeke kin bi hêz û quweta di sîyaseta kurd cîhê xwe bigre.
Bi vê bîr û bawerîyê ji Destpêka Nû ra serkeftin.[1]