Navê pirtûkê: Serhildana Seyîdan û Berazan
Navê nivîskar: Ahmet Aras
Cihê çapkirina pirtûkê: -Stenbol
Navê çapxaneyê: Weşanên Pêrî
Sala çapê: 2009
Serhildana Berazan û Seyîdan, di dîroka Kurdan da bû-yereke
muhim e. Hejmara §ervanên serhildanê bi tevahî pêncî sîyar bûne.
Sîh û pêne sîyarên Elîcan, panzdeh jî sîyarên Seyîdxan bûne. şeş-
heft alayên sîyarî û bi hezaran jî le§kerên nizamî û milîs pey wan
ketine. Gelek §er çêbûne û di wan §eran da bi piranî leşker têk çûne.
Elîcan hê di destpêka sehildanê da di roja çil û pêncan da hatîye
ku§tin. Wanên din serhildan domandine. Ew serhildana li gor fikr û
ramanên Kurdî yan jî ji bo azadkirin û çêkirina Kurdistanî
derneketîye. Mirov dikare bibêje ku ev serhildana wekî
berxwedaneke xwezayî derkeûye holê. Piti serhildana Şêx Seîd
Efendî, dewletê li ser Kurdan sîyaseteke pir havane meşandîye. Her
çi kesên ku pir-hindikî av lê germ bûne yan jî hatine naskirin gişt
hatine nefîkirin. Heta ew kesên destgirên dewletê jî pêsîra xwe ji
nefîyê xilas nekirine. Ji bo vê yekê li gelek deveran, gelek kesan serê
xwe li ber vê helwesta dewletê netewandine; ber xwe dane û serî
hildane.[1]