$Berxwedana Miştenûrê$
Di her welatekî yan herêmekê de gelek kevneşopî û cihên dîrokî hene û her deverek ji welat xwedî taybetmendiyek cuda ye. Her wiha, yek ji mezhebên nirx û sincên welat ên pîroz, çiyayên wê ne û bê guman ew şahidiya tevahî buyer, serpêhatî û serbihuriyên ku tê de diborin, dikin, dişopînin û cewhera wê rave û diyar dikin. Ji ber vê yekê #Kobanî# jî yek ji herêmên ku bi kaş an jî çiyayê xwe ve navdar û dewlemend e. Ew çiya bi navê Miştenûr tê nasîn, dîroka wê digihêje bi sedan salan ku şahidiya gelek çîrokên cuda-cuda kiriye û di her kêliyekê de jî destanên rûmetbûnê nivîsandiye. Ew kaş serweriya xwe li ser seranserî Kobaniyê dike, di hemû waran de serpereştiyê dike û xwedî rolek aktîv û çalak e. Miştenûr bi her destanekê ji bedewiya xwe, her çîrokekê ji rengê xwe û her efsaneyekê ji bêhna xwe, têrî tîna azadiya Kobaniyê dike û asîmana wê bi şêweyê xwezayîbûna xwe dixemilîne. Gava ku mirov lê meyze dike, hemû hestên cur bi cur, bi rengekî azad derdikevin holê, kela dilê bi milyonan mirovî radibe û lêdide, mejî dest bi dahûrandin û afrîneriyê dike, ji dihara wê mirov keserek dirêj û bê sînor dikêşe û bê dudilî ew eşq û evîna xwe di dil de kûr dike û diçîne. Di heman demê de ew ji Kobanê re, wek sîwan û palgehekê tê nasîn, şêwazê ronîbûyîna wê, nivîsandina her tîpekê ji tîpên berxwedaniyê û neqişandina dîrokeke bextewar, bi saya Miştenûrê gengaz dibe, bê guman ew lingê bingehîn ê serkeftin û pêşketina Kobanê ye û Kobanê jî her dem wek dara spîndarê xwe dispêre Miştenûra xwe. Her wiha di çîroka berxwedaniya Kobanê de em dikarin kaşê Miştenûrê wek nimûne û hîmeke bingehîn a serkeftinê bigirin dest, ji ber ku di dema cenga qîretê de, ew herêmek stratejîkbû ji bo pêşketina şoreşa demokrasiyê û binpêkirina faşîzmên dij mirovahiyê. Dema ku mij û moran li ser Kobanê berztir dibûn, singa Miştenûrê fedayî bû û kêlî bi kêlî bi xwînrijîna xwîna qehremanên xwe, camêriya hîm û latên xwe û wêrekiya dilê lehengên xwe, her li ser piyan dima û li beranberî êrîşên herî hov dibû mertala zindî. Miştenûra qeşeng pêşengtiya hemû berxwedanên efsaneyî dikir, bi rengê xwezaya xwe, hemû plan û qirêjiyên dagirkeran vala derdixist û her li pey azadiya canfelatên xwe diket. Li ser vî çiyayî li hemberî teknîkên herî pêşketî şerê azadiyê dihat meşandin û tê de gelek qehremanan destan nivîsandin, yek ji wan qehremanan a ku bûye sembola rûmeta Miştenûra Kobanê Arîn Mîrkan e, ji ber ku Arînê bi vînek ji agir, hêzek ji pola û bi ruhê gerîlayetî bi bombeya ku bi bedena xwe ve gerandî de, xwe bi tanga neyarên dij doza wekhevî û biratiyê de teqand û mohra xwe bi tîpên zêrîn li dîroka cengawerî û mirovahiyê xist. Di heman demê de ji xwîna Arînê bi hezaran tovên jiyanê li ser kaşê azad bişkivîn û hêj dipişkivin, pîvok û sosinên ku der tên bi şêweyê bedewiya wê xemla xwe girê didin, bi her sosretekê re bêhn û hêlma azadiyê bi xwe re tînin û ala berxwedanê ya ku her dem nîşana serkeftinê ye, her li asîmana Kobana berxwedêr diheje…
.[1]
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,128 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!