Di meseleya Sûriyeyê de guhertina polîtîkayê
Rauf KARAKOÇAN
Qebûlkirina Sûriyeyê li nava Komkara Erebî tê wê wateyê ku komkar di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de însiyatîfê digire ser xwe. Tevî ku hîna di aliyê pratîk de gavên şênber nehatine avêtin jî, diyar e ku hatina Esad a li civîna Ereban tê wê wateyê ku ji bo destpêkê hêz wergirtiye. Qebûlkirina nêrîna 'pirsgirêka Ereban divê li nava Ereban be' dibe ku ji bo Esad veguhere qezencekê. Her çend mijarên wekî parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê, vekişîna hêzên derve, têkoşîna li dijî narkotîkê, vegera penaberan û pirsgirêkên ewlekariyê derkevin pêş jî, pêvajoyeke aloz e û bi tawîzên li hemberî hev dewam dike.
Di pirsgirêka heyî de Îran, Rûsya, Amerîka û Tirkiye li Sûriyeyê faktorên girîng in. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkê yekser bi van hêzên derve re têkildar e û tê meraqkirin ka Ereb di vê meseleyê de çi qas xwedî gotin in. Heta welatên Komkara Erebî bingeha vegerandina têkiliyên bi Sûriyeyê re deynin û kanalên dîplomatîk ji nû ve saz bikin, dê demeke dirêj bigire. Ji bo pirsgirêk bi awayekî radîkal bên çareserkirin û reçeteyên çareserîyê bên nîqaşkirin, wext lazim e. Qet nebe, di civîna li Cedayê de beyana niyeta ji bo temîrkirina têkiliyan derket holê.
Senaryoyeke din jî plana veşartî ya maseya çaralî ya li Moskovê ye. Ev senaryo li ser esasê derxistina DYA'yê ji herêmê ye. Wekî ku Amerîka ji herêmê derkeve û herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de bikevin bin serweriya hikumeta Şamê. Di vê peymanê de radestkirina hin efserên berê yên li Tirkiyeyê ji bo Şamê jî heye û wek gaveke pratîk tê nirxandin ku rê li ber têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê veke. Di çapemeniyê de jî hat ragihandin ku hin efserên berê teslîmî Sûriyeyê kirine.
Di polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de dibe ku her tişt hebe ku bi Hakan Fîdan re dê dewam bike. Ew zilam xwediyê gotina “ji wir çend topan biavêjin Tirkiyeyê û dest bi şer bikin” bû û niha jî wek wezîrê karên derve dê vê yekê bi awayekî vekirî bidomîne. Hakan Fîdandi asta îstîxbaratê de bi Sûriyeyê re di nava têkiliyên veşartî de ye û teqez e ku ji bo Sûriyeyê dê bêhtir dema xwe bide.
Her wiha nayê zanî ka Sûriye bi şertê 'vekişîna hêzan û sekinandina desteka ji bo çeteyan' a Tirkiyeyê ve girêdayî be yan na. Ev yek wek şertê pêşîn ê hevdîtina serokan danîbû. Bi tayînkirina musteşarê MÎT'ê li ser Wezareta Karên Derve armanc dikin ku tengasiya di polîtîkaya derve de ji holê rakin. Ji bo vê jî mimkûn e ku têkildarî Sûriyeyê senaryoyên suprîz werin rojevê.
Ji ber ku di polîtîkayên Tirkiyeyê yên îmhakirina Kurdan de ji bilî vebijêrkên leşkerî tu guhertin çênebûye, îhtîmal e ku geşedanên ku Kurdan li ser Sûriyeyê jî eleqedar bikin, hebin. Çi hewldaneke nû ya mêtingeriyê be, çi jî komployeke mijûlkirinê ya bi rejîmê re be, hemû vebijêrk teqez e ku li ser bingeha dijberiya Kurdan çêbin. Tê payin ku di têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê de nexşerêyên nû derkevin holê. Hin peymanên ku bi demê re pêk tên, dibe ku tevgerên ku dikarin wekî gavên pêş ên normalîzekirinê werin nirxandin. Çi dibe bila bibe, teqez dê ne li gorî berjewendiya Rêveberiya Xweser be.
Divê were zanîn ku Tirkiye dê ji hemû derfetan sûdê wergire da ku Rêveberiya Xweser tesfiye bike. Rewşeke bi heman rengî ji bo hikumeta Şamê jî heye. Hikumeta Şamê ku planên wê yên tesfiyeyê bi yên Tirkiyeyê re li hev dikin, bi qasî ku li qada navneteweyî hêzê bi dest bixe dê ew qas zexta xwe ya li ser Rêveberiya Xweser zêdetir bike. Divê were dîtin ku rewşa heyî xwe dispêre hevsengiyên siyasî yên hêzên derve û heke biguhere dê bibe sedema pirsgirêkên nediyar li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewlet her ku xurt dibe, wê hewl bide li rêgeha xwe ya berê vegere û serweriya xwe ji nû ve ava bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê di halê hazir de Rêveberiya Xweser nekirina muxatab û ev nîşan dide ku dê li pey çareseriyeke bêyî Kurdan bin. Ji ber ku refleksên guhertinê dê di siyaseta derve de çêbin, piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê derketin holê, dê nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser zelaltir bibin.
Hebûna Amerîkayê li herêmê senaryoyên çareseriyê yên Tirkiyeyê yên heyî tevlihev dike. Li erdnîgariyeke ku berjewendî lê guherbar in, têkiliyên di navbera hêzan de jî dê bi awayekî xwezayî biguherin. Ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî amadebûna ji xirabtirîn îhtîmalê re, tu vebijêrk tune ye.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke aloz e. Encama ku li Rojava an jî Bakurê Kurdistanê derkeve holê, xwedî wê potansiyelê ye ku bandorê li parçeyên din jî bike û polîtîkayên dewletên serwer biguherîne.
Di dema pêş de hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd dê bibe mijara herî girîng ku rojeva herêmî dadigire. Her wiha îhtîmal e ku geşedanên wiha çêbin ku siberoja Rêveberiya Xweser diyar bikin. Ji bo geşedanên dîplomatîk, siyasî û leşkerî yên gengaz, divê Rêveberiya Xweser amade be. Wek gel divê ji van pêvajoyan re amade be.[1]