Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê -III
Umîd Demîrhan
2022
Dîroknivîsên hevçerx û klasîk girîngiyeke zêde dane xebata Firdewsî ya bi navê (Şahname) yê: lewre ji bo naskirina bûyer, kesayet û erdnîgariya Aryayê hertim nusxeyên “Şahname”yê dane pêş çavan. Divê bê zanîn ku ev berhem ji bûyer û tevger-berteka kesayetên erdnîgariya Aryayê hatiye hûnandin: di hûnaka wê de vegotinên devkî yên çîrokî û çavkaniyên erebî yên ji vegotinan tomarkirî hatine bikaranîn. Lê belê -ji bo ronîkirina dem û dewranên nediyar ên Aryayê- dîroknas, arkeolog, civaknas û gelek pisporên din bi baldarî ev tekstên mîtolojîk xwendine. Wekî ku ji navê wê jî diyar e, (Şahname) serdema şahên Aryaya kevnare vedibêje û divê zimannas û dîroknasên kurd jî jê sûd wergirin. [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,335 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!