Selahattîn Demirtaş
Selahattin Demirtaş (jdb. 10ê nîsana 1973an; Palo, Xarpêt (navçe) li Bakurê Kurdistanê) parêzer, nivîskar û siyasetmedarekî Kurd e. Demirtaş heşt birayên wî hene; yek ji birayên wî endezyar e, sê parêzer in û sê jî mamoste ne. Yek ji birayên wî serokê Partiya Civaka Demokratîk a berê, Nurettin Demirtaş e.
Jînenîgarî
Selahattin Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana navîn li Amedê xwend. Demirtaş di ciwantiya xwe de li dikana a bavê xwe Tahir Demirtaş bi bavê xwe re karê amûrê (tesîsat) dikir. Piştî ku di sala 1990an de dibistana navîn xelas kir, beşdarî ezmûna zanîngehê ya sala 1991an bû û Zanîngeha 9 Eylül a Îzmîrê Beşa Birêvebiriya Karsaziya Deryayî qezenç kir. Demirtaş di sala 1993an de dîsa ket ezmûna zanîngehê û vê carê jî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir. Sedema xwendina wî ya hiqûqê, piştî vedîtina cesedê Serokê partiya HEPê ya bajarê Amedê Vedat Aydın, û piştre di pêvçûnan de piştî 3 rojan birayê wî Nurettin Demirtaş di dema xwendina zanîngehê de li Zanîngeha Mûglayê dixwend, hate binçav kirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demirtaş anî ziman ku jiber derfetên tineyiyê malbata wî nekarî jibo ku beşdarî doza birayê bîbe, parêzer bigire.
Komeleya ÎHD
Piştî mezûnbûna beşa hiqûqê, di sala 2000an de, dema ku Osman Baydemir dibe serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ya şaxê Amedê, Selahattin Demirtaş jî di wî demê de beşdarî rêveberiya İHDa ya Amedê dibe. Di vê heyamê de, wî li ser gelek dozên binpêkirina mafên mirovan xebitî. Demirtaş anî ziman ku bûyera herî pê bi bandor dibe wê demê de windabûna Serokê Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) ya Navçeya Sîlopiyê , Serdar Tanis û Wekîl Ebubekir Deniz bû, û piştî encamên neyênî yên lêkolînan li Silopî û Şirnexê, wî ani ziman ku wî jibo dîtina cendekên wan wesaîta xwe hêdî hêdî di rê de heta Amedê ajotinbûn. Di sala 2004an de, Osman Baydemir di hilbijartinê de wek şaredar hate hilbijartin û Selahattin Demirtaş bû serokê İHDê ya şaxa Amedê.
Di axaftina xwe de ku wî di 2006an de, Demirtaş, ku bi têlefonê beşdarî bernameyek nîqaşê ya Roj TV bû û jiber jibo serokê PKKê Abdullah Ocalan anî ziman divê rola wî di çareserkirina pirsgirêka kurd de were nirxandin lêpirsîn hate vekirin. Doz di 2010an de hate bidawîkirin û 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê dadgehê bi biryara taloqê çevderiya ya 5 sala da Demîrtaş ji vê dozê taloq kir.
Demirtaş di sala 2006an bi alîkariya malbata xwe nivîsgehek dadrêsî vekir, lê belê bi biryara hilbijartinên pêşwext ên sala 2007an û jiber qedexeya siyasî ya Parlamenterê berê yê DEP'ê ya Amedê Hatîp Dîcle, bi pêşniyara nasên Demirtaş jibo namzetiya Bi Hezaran Namzetên Hêviyê ku DTP û EMEP, ÖDP û SDP tevlî bûn, Demirtaş bû namzetên serbixwe yên parlamenteriyê û wek parlamenter hate hilbijartin.
Partiyên DTP û BDPê
Selahattîn Demîrtaş dema 34 saliya xwe de wekî Serokê Koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Di sala 2009an de piştî ku Dadgeha Bingehîn tirk partiya (DTP) girt Demirtaş beşdarî partiya avakirî Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bû.
Di 1ê Sibata 2010an de ji ber qedexeya 5 salan a li ser sîyaseta ku li ser damezrêner û kesatîyên pêşeng ên DTP'ê hatibû danîn, di 1ê Sibata 2010an de di kongreya BDPê de Selahattin Demirtaş ji 288 dengan, 288 deng wergirt û Selahattîn Demîrtaş ku wek Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin. Demirtaş di destpêkê ve di Pêvajoya Çareserîyê de ku destpêka hevdîtinên Osloyê yên sala 2009an de hatin dîtin, rolekî çalak girt ser xwe. Bi awayekî çalak tevlî doza Komkujiya Roboskî û dozên KCK'ê bû. Di nava 5 salên darizandinên KCK'ê yên li ser mijarên weke serbestberdana parastina Kurdan û kurtkirina dema dirêj a binçavkirinê de, bû dengê pêşeng. Di hilbijartinên 2011an de weke namzetê serbixwe yê Colemêrgê ku partiya wî û Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê piştgirî dida wî, weke parlamenter hat hilbijartin.
Hevserokatiya HDPê
Dema hevserokatiya HDPê, Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag
Di sala 2012an de bi kadroyên BDPê yên derbasî HDPê bûn re jibo ku avabûneke siyasî ya berfirehtir pêk were Di 22ê Hezîrana 2014an de tevî Fîgen Yuksekdag ji bo Hevserokatiya HDPê hat hilbijartin. Dema hevserokê HDPê de bû namzet ji aliyê partiya xwe ve ji bo Hevserokatiyê hate hilbijartin. Di 7ê Hezîrana 2015an de ji aliyê partiya xwe ve weke berbijêrê parlemana Stenbolê bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê hate hilbijartin.
Hilbijartinên serokkomariyê
Hilbijartina sala 2014an
Selahattîn Demîrtaş, yek ji 3 berbijarên ku di Tebaxa 2014an de cara yekê bi referandumê beşdarî hilbijartina serokomariyê bibû, bi rêjeya ji sedî 9,76 ê dengan stand û namzeta 3´yem ya ku herî deng standiye.
Di dema kampanyaya hilbijartinê de TRT 1, TRT Turk, TRT Avaz û TRT Avaz û RTUK'ê serî li dadgehê da TRT Haber, TRT 1, TRT Avaz û RTUK'ê, Demîrtaş ani ziman ku di dema kampanya hilbijartinê de bi têrkerî wext jê re veneqetand, rexne kir. Di dema xebatên hilbijartinê de rexneyên xwe yên li ser dema TRT'ê ya ji bo namzetan bi gotinên TRT xulamê we ye, bila bi şev û roj bixebite anî ziman û rexne li Recep Tayyîp Erdogan kir ku jibo pêşniyara xwe ya ji bo bernameya televîzyonê ya zindî neda û got, Eger hûn vê zilm dibînin ku destên xwe bidin destê me, silavê bide me, hûn ê çawa bibin serokê her kesî? Jiber ku HDP bi awayekî diyarî mafê jinan diparêze, yek ji axaftinên Demirtaş ya balkêş ev bû; Nîvê hilbijêran jin in. Ew ê ji sedî 50 û 1 ê qezenc bike. Pêdiviya me bi zilamekî heye. Ez ê dengê xwe bidim xwe Ev gotin bû gotina herî navdar ên kampanya wî.
Hilbijartina sala 2018an
Selahattin Demirtaş li ser biryara HDPê bû namzetê serokomariya sala 2018an hate nîşandan. Demîrtaş bi alikariya ya parêzerên xwe hemî kampanyaya xwe ya serokkomariyê li ser malpera xwe ya twîtterê û carek jî, di girtîgeha Edîrne yê de beşdarî bernameya TRTyê bû û di derbarê kampanya xwe ya serokkomariyê axivî. Selahattin Demîrtaş di axaftinekî xwe de di derbarê pirsgirêka Kurd wiha anî ziman; Ne pêkane ku mirov li ser rê bimeşin û bi têgihiştinên ku HDP'ê ji nedîtî ve tên û weke bela li wan tê kirin, qala çareseriya pirsgirêkan bikin. Em di çareserkirina pirsgirêkên welat û civakê de xwedî helwesteke rêgez û exlaqî ne. Di vê çarçoveyê de deriyê me li kesî nayê girtin. Siyaset ne tolhildan e, çareserî ye.
Xelatên wî
Xelata bêtirsiya siyasî ya taybet a Progressive Alliance Awardsê (2019-Swêd)
Xelata mafên mirovan a Wimarê (2021-Almanya)
Girtina wî
Selahattin Demirtaş bi hevseroka HDPê Figen Yüksekdağ û 9 parlementerên HDPê ve 4ê mijdara 2016an de bi telîmata serokkomarê partîzan a AKPê, Recep Tayyîp Erdogan ve hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di 22ê kanûna pêşîn a 2020an de pêwîstiya ji hepsê berdana wî ragihand û biryar da ku Tirkiye ji Demirtaşî re tazmînateke 3 hezar û 500 Euro maddî, 25 hezar Euro jî manevî, ji ber lêçûn û mesrefan 31 hezar û 900 Euro diravê bide.
Jiyana taybet
Selahattin Demirtaş, di 2002an de bi Başak Demirtaş re zewicî û bavê du keçên bi navê Delal û Dilda ye.[1]