Nivîskar #Abdusamet Yigit#
Şêwe Felsefe û derûnî
Ziman Kurdî
Dîrok 2017
Weşanxane Soran
Rûpel 260
Derûnî û fahmkirina wê [Derûnî û fehmkirina wê] pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e.
Pirtûk li ser derûnîyê, pêvajoyên pêşketina derûnîyê û rewşên derûnî disekinê. Ji aliyê felsefe, civaknasî û civakî ve wê, bi awayekê pirralî wê li ser gotina derûnîyê wê di pirtûka derûnî û fahmkirina wê de wê li ser wê bisekinê. Di hundûrê pirtûkê de wê, bi giştî wê ji aliyê nêzîkatîya derûnî, fahmkirina wê û rastîya têgihiştina wê ve wê nêz bibê û wê hilde li dest. Pirtûk weke pirtûkeka ku ew bi zimanekê aqadamîkî hatîya nivîsandin bê. Ev pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit wê, bi şêwayekê wê li ser rewşa derûnîya zaroktiyê jî wê bisekinê. Ji dîroka kurd, û têgihiştinên zane û fîlosofên wê yên civakî wê bi mînaqên bi gotinî wê nêzîkatîya wan wê bikê ku di pirtûkê de bînê li ser ziman.
Di hundûrê pirtûkê de wê, di beşa pêşî a destpêkê de wê, li ser salixkirina gotina derûnîyê û koka wê ya felsefîkî wê bisekinê. Di beşa dûyem de wê, li ser pêdeçûyina wê û kifşkirin û dermankirina nexweşîyên derûnî wê bisekinê. Di beşa sêyem de wê, li ser sînîran û rola wan di rewşên derûnî û pêşketina wan de wê li ser wê bisekinê. Di vê beşê de wê, bi awayekê bîolojikî wê li ser têgihiştina sînîran re wê nivîskar wê bikê ku ew têgihiştina derûnîyê fahmbikê. Di vê beşê de wê, li ser rewşa hafizayê, beşên mejî û girtinên wan û rola rêyên girtinê ên weke çav, gûh û ziman û hwd wê, bisekinê. Di beşa çarem de wê li ser têkiliya rewşên civaknasî û têkiliyî û têgihiştina derûnîyê wê bisekinê. Di vê beşê de wê rewşa civaknasîyê wê hem ji aliyê derûnîyê ve wê li wê binerê û wê bînê li ser ziman û hem jî wê ji aliyê civaknasiyê ve wê li rewşên derûnî wê binerê wê bîne ser ziman. Gotinên weke civaknasîya derûnî û piştre derûnîya civaknasî wê bikê ku wan bi serborîyên mirov ên jîyanî û civakî ku mirov wan dijî re wê salixbikê û bînê ser ziman.
Nivîskar Abdusamet Yigit wê, di vê pirtûka xwe de wê, zimanekê aqadamîkî wê bikarbênê. Wê têgihiştina derûnîyê û rewşên derûnî û serdestbûyîna wan a li jîyane merîv wê li ser wan bisekinê. Di herîkîna pirtûkê de wê, weke beşeka ku wê çawa wê derûnîyê weke nexweşîyekê wê hilde li dest û wê bikê ku wê başbikê wê li ser wê bisekinê. Wê bi wê re wê li ser têkiliya mirovê bi derûnî nexweş û yê derûnvan wê bisekinê û wê cihekê fireh wê ji têkili û bandûra wan a li ser hevdû re wê vaqatênê û wê li ser wê bisekinê. Ji vê aliyê ve wê rêgezên başkirinê ên bi derûnî wê çi bin wê bi serekeyî wê bikê ji hin aliyan ve wan bînê ser ziman. [1]