Nivîska:r #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 140
Li ser têgîna çandê, navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, pêvajoyên pêşketina çandê ên li Kurdistanê, bi zimanekî felsefîkî tînê ser ziman. Pirtûk, weke pirtûkeka felsefîkî ya li ser çand û têgîna wê ye. Wateya gotina çandê û têgîna wê, di pirtûkê de bi têgîna felsefîkî lê tê lêkolîn. Nivîskar Abdusamet Yigit, di pirtûkê de bi van gotina wateya gotina ´çandê´ tînê ser ziman. Gotina ´çandê´ gotinaka ku ji kurdî ya. Her wusa, koka wê li ser ´ça´ ya. ´Ça´ jî, bi têgînî, wateya kirdeyî ya bi rengê ´çêbûnê´, ´hebûnê´, ´zelalbûnê´ û hwd bi xwe re bi gelek wateyên din re dihêne ser ziman. 'çan´, di dewama wê de wateya çêbûnê´ û ankû bi çandinîyê çêkirinê dihêne ser ziman. Têgîna ´çandînîyê´ ku di wateya di nava axê de çandinîyê bi xwe re bi wate dike, wê bi wê re xwediyê temenekî û wateyekê bê. Bi wê re jî, di vê çerçoveyê de dema ku mirov li wê dihizirê, di vê çerçoveyê de ´çan´, mirov dibînê ku wateya hanîna li holê jî, bi xwe re dihêne ser ziman. Di vê çerçoveyê de em dema ku li têgîna li ´çan´ê´ dihizirin, em vî jî, dibînin ku têgîna ´ji ardê, çêbûnê´ bi xwe re dihêne ser ziman. Her wusa gotina çandê´ a kurdî, di vê çerçoveyê de têgîna ´ji ardê çêbûnê´, weke têgîneka hîmî û bingîhînî bi xwe re dihêne ser ziman. Em dema ku li ser vê rengê têgînê dihizirin, em dibînin ku hê di serdemên sûmerîyan de têgîna ´ji axê bûnê´ mirov dibînê ku wê bi hebûna mirov ku bi bûna wî re jî dihêne ser ziman. Tê gotin ku ´mirov ji axê çêbûya´ Emê li jêr bi berfirehê li ser vê aliyê gotinê bisekinîn. Li vir, di çerçoveya fahmkirina têgîna gotinê ya navaroka wê de me av alî li vir hanî ser ziman.
Di pirtûkê de nivîskar, bi dîrokê re li ser rastîya çandê dirawastihê. Bi teybetî, li kurdistanê, ev pêvajoyên çandî bi pêşketina civatî û kevneşopîkî re çawa bûna, mirov wê jî di nava pirtûkê de dibînê ku tê ser ziman. Çand, weke têgîneka ku temenê wê li ser hebûna ziman û hanîna li ser ziman a. Vê yekê jî nivîskar bi mînaqan ji dîrokê û jîyane civatî û pêşketinên hizrî û felsefîkî tînê ser ziman.[1]