$DEWLETÊN KU KURDAN Dİ DÎROKÊ DE AVAKİRİNE:$
Dildar Satî
Dewleta merwanî 991 – 1097
Dewleta şedadiyan 951 – 1088
Dewleta Hesnewî 941 – 1014
Mîrnîşîna Erdelan 1219 – 1865
Mîrnîşîna Baban 1677 – 1851
Mîrnîşîna Behdînan.
Mîrnîşîna Soran.
Mîrnîşîna Hekariyan.
Mîrnîşîna Botan û hwd.
i sedsala 14’ an û heta niha. Wekî têzanîn, temenê dewleta Merwaniyan nêzîkî sed salan e. Di sedsala 1071’ ê de Merwaniyan bi Selçûkiyan re peymanek çêkir. Lê Selçûkiyan îxanet li kurdan kirin. Piştî bîzansî di encama vê pêymanê de bi bin ketin û Selçûkî zîvîrin û dewleta Osmaniyan hilweşandin. Di salên 1514’ an di navbera Dewleta Osmanî û Sefewiyan de şer derket. Di vî şerê li Çaldiranê de ku di bin fermandariya Şah Îsmaîl de di meşiya Sefewiyên Îranî têk çûn û beşekî mezin ji ax û nifûsa KURDİSTANê kete bin serweriya dewleta Osmanî. Her wiha di sala 1639’an de KURDİSTAN di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi peymana Qesra şîrîn hate parkirin û bû du perçe. Di bin serwrî û dagirkeriya Osmanî û Sefewiyan de, gelê kurd di pêşengiya mîrek û began de wekê dewletên (Otonom) xweser jiyana xwe domandiye. Piştî belavbûuna împeretoriya Osmanî. KURDİSTAN hê zêdetir parçe bû û ket rewşeke hîn dijwartir de. Îngilîstan û Firansa weke hêzên nû yên dagirker û mîtinger di nexşya Rojhelata Navîn de li KURDİSTANê tixûbên komara Tirkiyê, şahîtiya Îranê, monarşiya Îraqê û serweriya Îsraîlê û Firansayê xêzkirin. Di 24. 07. 1923’an de peymana Lozanê kirin çar parçe. Li gel parçekirina KURDİSTANê gelê kurd, çand û zimanê wî/ê jî parçeparçe kirin.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,279 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!