Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, Di 15'ê Mijdara 1937'an de yek ji pêşeng û rûspiyê #gelê Kurd# û gelê #Dêrsim#ê yê bi rûmet Pîr Seyît Riza û 6 hevalên wî ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger hatin darvekirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Em di şexsê serokê berxwedana Dêrsimê Pîr Seyît Riza û pêşengên berxwedanê Besê, Alîşêr û Zarîfe de hemû kesên ku di serhildana Dêrsimê de hatin îdamkirin û qetilkirin careke din bi bîr tînin. Em dewleta Tirk a qirker û mêtinger ku di dîroka mirovayetiyê de yek ji qirkirina herî mezin Qirkirina Dêrsimê pêk anî jî bi nefreteke mezin şermezar dikin.
Dewleta Tirk a qirker û mêtinger di dagirkeriya li ser Dêrsimê de yek ji qetlîama herî mezin a dîroka mirovayetiyê de kiriye û ev qetlîam ji bîra gelê Kurd û gelê Dêrsimê naçe. Ti carî ne mumkun e ku gelê Kurdistanê komkujî û qirkirinên dewleta Tirk bi taybetî jî komkujiya Dêrsimê ji bîr bike û xwedî li doza azadiyê dernekeve. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hebûn û azadiya gelên Kurdistan û Dêrsimê bi ser bixînin û em ê hesabê van komkujiyan ji dewleta Tirk a dagirker a qirker bipirsin.
MÎNAKÊN VÊ QIRKIRINÊ GELEKÎ KÊM E
Dewleta Tirk xwedî feraset û karakterekî dijkurd e û weke qetlîamên din, ji ber nasnameya wê ya kurdewarî li Dêrsimê jî qirkirinek pêk anî. Dêrsim erdnîgariyeke wisa ye ku nasname û çanda Kurd û Elewî tê de hatiye avakirin û zindî tê hiştin. Ji ber vê taybetmendiya xwe dewleta Tirk Dêrsim kir hedef û dest bi operasyona li ser Dêrsimê kir. Dewleta Tirk di vê operasyonê de jin, zarok û kal û pîr tê de bi tevahî Dêrsim qetil kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Komkujiya Dêrsimê bi hestên wisa hovane pêk hat ku di dîrokê de mînakên vê yekê pir kêm in. Zikê jinên ducanî bi sunguyan hatin qulkirin û pitikên di zikê dayikan de jî hatine qetilkirin. Ev pêkanînên dijmirovahî ne tenê di bîra gel de, di belgeyên dewletê de û di daxuyaniyên berpirsyarên komkujiyê de jî hene. Ev pêkanînên ku ji aliyê kesên ku piçik xwedî wijdan in û exlaqê mirovahiyê li cem wan heye nayên qebûlkirin, encax bi ferasset û karakterê dewleta Tirk a dijkurd ve dikare were ravekirin. Jixwe dewleta Tirk tişta ku wê demê li Dêrsimê kiriye veneşartiye, wekî tiştekî rast û serkeftî nîşan daye û xwedî lê derketiye.
Pêşengê berxwedana Dêrsimê Pîr Seyît Riza, ji bo pêşî li komkujiyê bigire û pirsgirêkê çareser bike, li ser vê bingehê, daxwaza rayedarên dewletê ya hevdîtinê qebûl kir, dûre bi komployekê dîl hate girtin û piştre hate darvekirin. Lê belê dema ku Seyît Riza gefa îdamê lê hat xwarin, got, Em ê li ber we çong nedin û dersa herî watedar a dîrokê da dijminê qirker û qetlîamker. Seyît Riza bi qebûlnekirina teslîmiyetê, berxwedan ji xwe re kir esas û bê tirs ber bi mirinê ve meşiya. Bi her awayî gelê Dêrsimê di bin pêşengiya gelek mirovên leheng û nemir ên wek Seyit Riza, Besê, Alîşêr û Zarîfe de li ber xwe da û teslîmî dijmin nebû û li Dêrsimê xwedî li rûmeta gelê Kurdistanê derket û parast. Ev helwesta Pîr Seyît Riza di pêkhatina kevneşopî û çanda berxwedanê ya gelê Kurdistanê de cihekî gelekî girîng girtiye.
DIVÊ HEVRÛYÎ RASTIYA DÊRSIMÊ WERE KIRIN
Yek ji rêbaza ku dewleta Tirk di qirkirina Dêrsimê de bi kar anî, çekên kîmyewî bû. Kesên ku ji ber êrîşan reviyan û xwe li çiya û şikeftên Dêrsimê girtin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro jî dewlet û artêşa Tirk a bi pêşengiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar tîne. Lewma sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ne nû ne, gelekî kevn in. Bêyî dîtin, qebûlkirin û rûbirûbûna vê rewşê, ne pêkan e ku li Tirkiyeyê behsa guherînê were kirin û xeyalê jiyaneke ya nû were avakirin. Guhertin û demokrasiya Tirkiyeyê encax bi rûbirûbûna qirkirina Dêrsimê pêkan e. Yên ku niyeta wan û cesareta wan a rûbirûbûna rastiya Dêrsim û gelê Kurd nîne, wê ferqa wan ji AKP-MHP’ê tunebe. Ji ber vê yekê her kesê ku ji demokrasî û nirxên mirovahiyê bawer dike, divê beriya her tiştî divê hevrûyî rastiya Dêrsimê bibe.
Em careke din di şexsê Seyît Riza û 6 hevrêyên bi wî re, Besê, Zarîfe û Alîşêr de kesê di Qirkirina Dêrsimê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê Kurdistanê heta niha bi berxwedan û têkoşînê hebûna xwe domandiye û ji niha û pê ve jî bi berxwedanê wê azadiya xwe bi dest bixe û bi vî awayî dersa herî bi wate bide dijminê qirker.”[1]