Ev çend roje di torên civakî de kurte vîdyoyek belav bûye û bi rastî jî, ji ber dengekî ewqas nazdar û ji dil e bandoreke mezin li herkesekî kiriye.
Talib Tahmasîbî yê ku bixwe pêketiyê madeyên hişber e û strana hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek ya ‘’Gewherê can Gewherê’’ dibêje û heta naha piştî Hesen Zîrek ti kesekî nekariye ewqas ji dil wê stranê bibêje. Yan jî min bixwe ne bîhîstiye. Lê ya hemûyan jî giringtir rewşa Talib e. hunermendên dengxweş li her deverekî tên dîtin, kesên di astên bilind de akademiya hunerê xilas dikin û xizmetên mezin digehînin hunera kurdî jî gelek zêde ne. Lê bawer bikin piştî Şivan Perwer ti kesekî wisa nekariye bi dengê xwe ewqas bandorê bike. Şivan Perwer jî heta salên 1990ê û hinek piştî wê jî, hemû kul û derdê gelê kurd ewqas di dil de kûr jiyan dikir ku, dema stran digotin ew rewş jiyan dikir û bi awayê herî estetîk û hûnerî li gel hest û saza xwe diqîriya û dikare bê gotin ku şiyar kirina hizra netewî de xwedî rol û bandorekî gelek mezin bû. Dikare ji bo îro gelek rexne jî hebin, ji ber di demên herî kêm derfet de asteke pir bilind de, bi hunera kurdî ve, di çêkirina hişyariya netewî de xwedî rol û bandora mezin bû, lê di roja me ya îro de li gel hebûna hemû derfetan jî çima nikare wî rola xwe rabe. Elbet ew mijareke din e, lê rol û bandora Şivan Perwer ti kesek nikare ji nedîtî ve bê û înkar bike. Talib Tahmasîbî jî dengekî wisa ye, elbet rewşa wî cuda ye. Ji ber wî tenê qîrîna dilê xwe, rewşa jiyana xwe, bêxwedîtiya xwe, bedbextiya xwe, bêşansiya xwe, êşa xwe û bê rehmiya jiyanê çi bi serê wî aniye, bi awayekî ku dibe agahiya wî bixwe jî jê tinebe, anî ziman.
Rewşa Talib Tahmasîbî yê xelkê bajarê Hersîn a Rojhilatê Kurdistanê û naha li bajarê Sine jiyan dike kurteyeke ji rewşa bedbextî û bêxwedîtiya hemû gelê kurd. Talib bê xwedan û pêketiyê madeyên hişber e, bê hertişt û dilşikestiyê jiyanê ye. Ev yek diyare û herçend hemû gelê kurd pêketiyê madeyên hişber nebe jî, lê hemû kurd di wê rewşê de ne. Talib bê quwet û bê desthilate, jiyanê ew piştguh kiriye û bê çare û bê xwedan e. Ji jiyanê ti hêvî û bendewariyekî wî nemaye. Mirov wî dengê nazdar guhdar dike, mirov dibêje nav cergê beheştê tê û hinde ji dil, bi êş û hema bêje ji nav êş û kul û derdan xwe diparizîne û wisa derdikeve. Ewqas mirov bandor dike ku mirov ji wê dengî dizane ku wî çi kêşandiye. Ma huner bixwe jî ne ew e? Herkesek dikare helbestan binivîse û stranan bibêje. Lê herkesek nikare ew tiştên ku jiyan kirine bi awayekî herî rast û estetîk bîne ziman. Eger kesek bikare tiştên ku jiyan kiriye, ji kûrayiya dilê xwe bi awayekî herî estetîk bîne ziman û bi wî awayê anîna ziman ve bandorê li derdora xwe bike, dikare bê gotin ku ew hunermend e. Ango hunermend tenê di dibistanên hunerê de nayên pêşxistin. Hunermendê ku êşên gelê xwe ji kûrayiya dilê xwe de hest pê neke nikare bibe, hunermend. Ew tenê kesekî popîlîst û hunera bazirganiyê dike. Ango bazarî ye.
Lê eger em lê binêrin Talib Tahmasîbî êşên ku bixwe jiyan dike û herwaha êşên wan kesên ku wekî wî pêketiyê madeyên hişber û bê xwedî, li park û cîhên giştî de radizên û bêxwedan in, bi wê kurte vîdyoyê ve aşkera dike. Elbet wekî ku li jor jî min diyar kir, ew ne tenê rewşa Talib e, rewşa hemû gelê kurd e. Gelê kurd li hemû cîhanê bê xwedan, bê derfet, bê desthilat û bê dewlet e. Bê dewletî sedema herî bingehîn a êşên ku civaka kurd dikşîne û çi dike nikare xwe jê rizgar bike ye. Gelê kurd hemû jî wek civak di rewşa Talib de ye. Cîhanê hemûyê pişta xwe daye gelê kurd. Zulmê bibîne, îşkencê bibîne, birsî û bêxwedan be, bê kuştin, bê girtin, bê lêdan û ji hemûyê jî giringtir tine bê hesibandin û bê înkar kirin pir ne giring e. Ya giring berjewendiyên cîhana sermayedar û bazirganiya wan e. Ji bo wê jî dagirkeriya li Kurdistanê heye bi hezar hincetan ve rewa dikin û ji bo wan sermayedarên cîhanî û dagirkeran, kurdê herî baş an ê mirî ye, an jî wek Talib bê çare ye. Ji bo ku hemû kurdan wekî Talib bê çare jî bikin çi ji dest wan bê dikin. Hinekan wekî Talib bi pêxistina madeyên hişber ve tînin astekî ku tenê derdê wan jiyan kirin be, nikaribin ti hizrekî, fikrekî li ser rewşa xwe, gelê xwe, netewa xwe û pirsa xwe ya bêdewletiyê bikin. Hinekan jî bi pare û hin tiştên din ên madî ve bêheş dikin û wan jî tînin astekê ku derveyî jiyana xwe ya madî ti tiştekî nefikirin û nekevin nav lêgerînekî fikra xwe rizgar kirina vê rewşa bedbext.
Elbet kurd wek gelê herî kevnar û Kurdistan jî çavkaniya hemû şaristaniyetên cîhanê ye. Bingehê hemû şaristaniyetan, li ser şaristaniyeta li Mezopotamya û Kurdistanê hatiye ava kirin derketiye. Ji ber wê jî kurd xwedî bingehekî çandî û exlaqî yê gelek kûr in. Di cengaverî û qehremantiyê de ti kesek nikare xwe li gel kurdan bipîve. Ji ber wê jî ti hêzek û cîhan hemû jî bibe yek nikare wê çand û ferheng û exlaqê di civaka kurd de heyî jinav bibe. Ji xwe cîhan hemû bûye yek û ev bi sedsalane wekî tolhildanekî ji bo ku civaka kurd jinav bibe hertiştekî dike. Lê herçend civaka kurd rewşa xwe wekî Talib Tahmasîbî be jî, lê dîsa bi dengeke kûr û ji dil dê dengê xwe her bilind bike û herkesê bihejîne. Lê em herçend bê dewlet û bêxwedan jî bin, divê em li wan nirxên xwe xwedî derkevin. Xwedî derketina li nirx û rûmeta xwe, xwedî derketina li mirovahî û kerameta xwe ye. Ev cîhana çavê xwe li vê zulma li gelê kurd tê kirin girtiye, bi xwedî derketina wan nirx û rûmetan ve dê çavê wê vebe. Cîhan me piştguh bike jî, em hevdu piştguh nekin û xwedî li xwe û rûmeta xwe ya kurdewarî derkevin. [1]