Hunermend #Aram Tîgran# û keda wî ya bi salan
Şadî
Aram Tîgran ew hunermende ku dema hunera xwe pêşkêş dikir û bi bikar anîna Cumbûşa xwe û melodiyên xwe dilê mirovan xweş dikir
Kurdshop – Hunermedê navdar û nemir Aram Tîgran yek ji wan hunermendane ku di nava erdnîgariya rojhilata navîn de cîhê xwe di nava mûzîkjenên herî girîng de girtiye û ji aliyê gelek kesan ve jî hatiye hez kirin.
Aram Tîgran ew hunermende ku dema hunera xwe pêşkêş dikir û bi bikar anîna Cumbûşa xwe û melodiyên xwe dilê mirovan xweş dikir.
Bestekarê yan jî awazdanêrê Ermenî yê mûzîka Kurdî Aram Tîgran bi sitran, gotin û çemkê xwe yê di jiyanê de dilê bi hezaran mirovan de cîh girt.
Malbata hunermend Aram sala 1915’an di dema Qirkirina Ermeniyan de li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê koçî bajarê Qamişlû ya Rojavayê Kurdistanê dike.
Hunermendê navdar Aram Tîgran di sala 1934’an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe.
Aram Tîgran ku li bajarê Qamişlo ji dayîk dibe, bi rêka bavê xwe yê ku bi mûzîkê re eleqeder dibe dest bi hunerê kir. Bavê hunermend Aram bi gotina Ermeniyan weke hunermendê ku di sala 1915 'an de ji bûyera Karesata Mezin (Qirkirina Ermeniyan) rizgar bû tê zanîn û tê naskirin.
Bêguman kesê ku destpêkê huner ji Aram Tîgran re daye hez kirin bavê wî ye. Bavê hunermed Aram di jenîna bilûrê de pir baş bû ye. Aram Tîgran di temenê xwe yê 9 saliyê de dest bi fêrbûna Cumbişê kir. pirştî wê êdî bi berhemendiya xwe û hunera xwe ya jêhatî ya Cûmbişê di dawet û çalakiyan de dest bi xebatên xwe kir. Hunermend Aram ku bi zimanê Ermenî, Kurdî, Erebî û Tirkî mûzîk çê dikir, di gelek kêmnetewan de dengê xwe ji mirovan re da bihîstin û guhdar kirin. Ji ber vê sedemê jî hezkirî û guhdarvanê hunermed Aram gelekî zêde bûn, ku heta roja me ya îro jî tê hez kirin û guhdar kirin.
Hunermedê mezin Aram piştî sala 1966’an çû paytexta Ermenîstan Êrîvanê û li wêderê 18 salan di radyoya Êrîvanê ku yek ji weşanên herî girîng ya mûzîka Kurdî bû de kar kir.
Sala 1995’an şûnda jî xebatên xwe li Ewrupa berdewam kir. Hunermed Aram piştre li paytexta Yûnanîstanê Atîna bi cîh bû, di sala 2009’an de jî beşdarî pîrozbahiyên Newroza bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê bû piştî wê di warê tendurustiyê de nerihet bû, ji ber wê sedemê jî demekî li Amedê jiyan kir.
Piştê wê hunermed Aram Tîgran rewşa wî ya tendurustiyê giran dibe û ji bo derman kirinê bo nexwaşxana Van Gelîsmos ya Atînayê tê veguhestin.
Hunermendê navdar 8 Tebaxa 2009’an piştî kedeke mezin ya bi salan çavên xwe li jiyanê re girt û koça daviyê kir.
Hunermend Aram bavê 3 zarokan bû.
Wesiyeta hunermed Aram ew bû ku li bajarê Amedê bê veşartin lê daxwaza wî ji aliyê dewleta Tirk ve hat red kirin û li Brûkselê bi axê hate sipartin
Aram Tîgran yek ji wan hunermendan bû ku bi sitranên xwe dilê her kesî xweş dikir û mirov ji guhdar kirina dengê wî nediwestiyan, berovajî wê bi huner û kesayetiya wî ve dihatin girêdan, herwaha heta roja me ya naha jî bi heyranî guhdarî dengê wî dikin. Bi taybetî bi sitrana xwe ya ‘’Ay Dîlberê’’ tê zanîn, ku peyvên wê sitranê helbesta Feqiyê Teyran wergirtiye.
Aram Tîgram bi giştî 14 album amade kirine. Di nava albumen wî de 230 sitranên Kurdî, 150 Erebî, 10 Sûryanî, 30 Tirkî, 7 zazakî û 8 sitran jî bi Yûnanî gotin e.
Beşek ji sitranên hunermedê navdar Aram Tîgran
Şev çû
Penaber
Ay Dilberê
Gelo Ew Ki Bu?
Lo Lo Pismamo
Lo Şivano
Rojbaş Diyarbekir
Şeva Tari
Rabe Lawo
Nave Yara Min Nar
Çiyayê Gebaro
Lê lê Rihê
Zimanê Kurdî
Dîlberam Dîlber
Xemilî Zozan
Dengê Saza min
Xwezi Disa Zar Buma
Çavreşa Min
Bilbilo
Dilo Lo
Leyla Leyla
Eman Neman
Sebra Dila
Tûzik li ser ava ye
Leyla Leyla
Hindek albumên Aram Tîgran yên ku bal dikişandin evin:
Çiyayê gabaro, Zîlan, Serxwebûn, Xweşe. Ev album hemî ji aliyê Aydin Mûzîk ve sala 2014ê hatine weşandin.
Yek ji gotinên hunermed Aram Tîgran:
• Ger ez careke din werim Cîhanê, ez ê hemû tank, tifing û çekan bihelim û saz, Cumbiş û zurneyan çê bikim.
[1]