图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
’FERMAN E, FERMAN E, FERMANA MÎRÊN E, KURDAN E!’
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

’FERMAN E, FERMAN E, FERMANA MÎRÊN KURDAN E!’

’FERMAN E, FERMAN E, FERMANA MÎRÊN KURDAN E!’
’FERMAN E, FERMAN E, FERMANA MÎRÊN E, KURDAN E!’
Nîvê pêşîn ê sedsala 17an, li nav osmaniyan dewreka nelihevî, pevçûn û şerên balkêş ên li ser axa Kurdistanê ye ku buye sedemê kuştina hin mîrên Kurdistanê.
Mîr Şeref Xanê Bidlîsî, Husên Canpolatê mîrê Kilîsê, Alî Begê biraziyê û xelefê wî, Yehya Begê kurê Zekeriya Xanê mîrê Hekkariyê, Mehemed Xanê mîrê Hezoyê û pişt re Evdal Xanê mîrê Bedlîsê.
Li vir, li pey hev di çend nivîsan de ê bal bê kêşan ser kuştina Şeref Xan, Mîr Husên Canpolat, Alî Beg Canpolat, Yehya Beg û Mehemed Xan.
Kuştina van mîran rastî demekê tê ku li Ewropayê osmanî êdî nema karin pêş ve biçin, asê bune. Li rojhilat li serhedên Îranê bi êrîşên dijwar ên Şah Abbas dest bi vekişiyana ji bajar û erdên berê zeftkirî kirine.
Di destpêka sedsala 16an de gava Şah Îsmaîl dewleta Safewî îlan kir û erdên xwe di hundurê 14 salan de ji Maweraunehrê heta rojavayê Erzincanê û rojhilatê Sêwasê fireh kir, osmanî dewleteka deverî ya Ewropî-Balkanî bûn.
Gava bi banga kurdan û hin civakên sunne yên Rojhilatê Yavuz çû şerê Çaldiranê û bi hevkariya kurdan zora safewiyan bir, du sal pişt re jî bi vê hevkariyê Memlukî hilweşandin, hidûdê osmaniyan li rojhilat; li daru’l îslamê, Serheda îro ne tê de, Bidlîs, Hekkarî, Soran, Imadiye û Botan girt nav xwe. Li başûr, Şam, Misir û Erebistan bûn parçeyekî dewletê.
Di dewrên Qanûnî, Selîmê II. û Muradê III. de hidûd li rojhilat, Serhed, Wan, Erzurum, tevaya Hekkarîyê, Biradost, Soran, Erdelan, beşeka Loran, Bexda û hemî Iraqa Ereb girt nav xwe. Li Azerbaycanê, Şêrwanê û Ermenistanê berfireh bû; Qers, Tebrîz, Naxîcewan, Rewan gihaştin osmaniyan. Di 1590î de Kurdistan hema hema bi temamî bû tabi’ê osmaniyan.
Lê destpêka qirnê 17an bû ya vekişiyana ji beşeka girîng a erdên rojhilatê; Tebrîz, Naxîcewan, Rewan ji destê osmaniyan derketin, heta nav axa Mehmudiyan, Hekkariyan, Soran, Kurdistan jî ket bin destê safewiyan. Biradost, Mukriyan, Erdelan û Loristan di nav hidûdê Îranê de man. Destpêka ‘dewra rawestiyana Osmanî’, li alî Îranê bû ya têkşikiyan û vekişiyana osmaniyan.
Di encamê de bi peymana Qesra Şêrîn (Zohabê) a 1639an Kurdistan bû du beş.
Kurdistana aliyê osmanî, bû qada rikeberî û pevçûnên navbera paşayên osmanî û mîrên kurdan. Rikeberiyên navxwe ên mîrên Hekkariyê û yên mîrên Hekkariyê û yên Pinyanişiyan rola bêîstîqrarkirina devera Serheda îro leyist.
Li paytext, dewra padîşahên zarok û yên bêhêz, bi hevkariyên li gel hin paşa, wezîr, şêxulîslam û birêvebiran şerê desthilatê yê dê û jinên sultanan li hemberî desthilatdarên din gurr kir.
Rewşa zeîf a paytextê wiha kêşa heta Muradê IV. ji 1632an pê ve desthilata rastîn bi dest xist û welat îdare kir. Wî seferên ser Îranê kirin, li alî Azerbaycanê û Rewanê tu havil nekirin, lê Bexdad ji destê safewiyan derxist û bi wan re Peymana Qesra Şêrîn mor kir.
Li Anadoluyê, serîhildanên ji qewlî osmaniyan ve ‘Celalî’ destpêkirin, hin beglerbegiyên Anadoluyê yên ji paytextê tayinkirî jî serî hildan, talan kirin, bûn hevkarên Celaliyan, daxwazên ‘nelirê’ û yên meqamên bilinditir li Stenbolê kirin.
Barê şerên bi Ewropayê û Îranê re, aboriya têkçûyî ya eyaletan, xelkên ji rêzê, eşîr, koçer, re’ya û gundî xistin rewşên dijwar.
Îhtîmaleka xurt, pêwendiyên buyerên bi kuştina hin mîrên Kurdistanê encamdayî, ji nêzîk ve bi vê dewra neasayî, hevrikî û bêîdaretiya li paytaxtê, asêbûn û vekişiyana li serhedên rojava û rojhilat, talangeriyên beglerbegiyên paşayên osmanî û serîhildanên Celaliyan ve hene.
Li deverên hikumetên Kurdan ê mîrasî, nîzam û ewleyiya navxwe rê nedaye serîhildanên Celaliyan. Celalî li wan deverên Anadoluyê yên hakimên wan rasterast ji Stenbolê tayinkirî derketine.
Paşayên osmanî ên deverê çav berdane mal-milk û dewlemendiyên mîrên kurdan, bi çekdarên xwe yên bi navê ‘mirimiran birlikleri’ (yekîneyên mîrêmîran) talanên xelkên bin desthilatên xwe birine.
Pirê van paşa û wezîran dewşirme bûn ku di yenîçerîtiyê de, di enderûnê de, li derûdora seraya sultanan bûbûn xwedan postên bilind.
Li Stenbolê jî di navbera dewşirmeyên pilebilind û wezîr, paşa, şêxulîslamên esil kurd, tirk, çerkez, ereb; misilmanên ne-dewşirme de rikeberî hebûn. Heta wê dereceyê ku Şêxulîslam Mustafa Sunnullah Efendiyê kurdesil fetwa li dijî dewşirmeyan dane.
Dewşirmeyan hay ji eslên xwe yên ji civakên xiristiyan hebûn, têkilî bi malbatên xwe re datanîn, ew dianîn, li paytextê dikirin xwedan derfet, dirav û meqam. Bi sefîr, bazirgan, nunerên Rojavaya xiristiyan re pêwendî datanîn, vê dikirin pêpelûka bilindbûna postên xwe.
Rojavayiyan jî her awe piştgirî didan wan, hevkarî dikirin û bi saya wan, menfeet û îmtîyaz bi dest dixistin. Loma rikeberiya esilmisilman û dewşirmeyan dijwar dibû. Evan gelekî alîkariya berpirsên devşirme ên li Anadoluyê jî dikir. Ev dibû sedemê rikeberiya navbera wan û mîrên kurdan jî.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览120
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 05-03-2024
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 31-07-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-03-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):06-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览120
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!