图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,725
图片 106,014
书籍 19,349
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mehabad û dokumentek derbarê kuştinên komî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mehabad û dokumentek derbarê kuştinên komî de

Mehabad û dokumentek derbarê kuştinên komî de
=KTML_Bold=Mehabad û dokumentek derbarê kuştinên komî de=KTML_End=

Kurdshop - Di sedsaliya 20`an de li çi navçeyekê bi qasî Rojhilata Navîn şer û pirsgirêk nebûne. Çi neteweyekê jî bi qasî Kurdan zirar ji wê nedîtiye. Hin gel û neteweyên din jî hebûn ku ji aliyê neteweyên serdest hatine tepeserkirin û bi komî hatine qetilkirin, lê gelek sedem û rêyên navxweyî û derve ve kar kirine ku mijara komkujiya xwe bikin rojev û mijara rojêva cîhanê û siyasetvanên wê demê yên cîhana modern piştevaniya wan kirine. Herweha li Ewrupa û Amerîka jî piştgiriya wan hat kirin û arîşeya wan ji arîşeyeke biçûk bû arîşeyeke cîhanî. Her ew yek bû sedem ku bêne parastin û bibin xwedî statû û dewleta serbixwe. Eger em bixwazin behsa yek ji wan bikin, em dikarin komkujiya Ermeniyan weke mînak behs bikin ku di sala 1916`an de bi serê wan de hat, çiqasî ku ew bo Ermeniyan nexweş û bi êş bû, lê dengvedaneke mezin li cîhanê hebû. Her ew jî bû sedem ku bi fermî di peymana Sevrê de navê wan bê û bendek di vê peymannameyê de bo Ermeniyan hat danîn û welatekî serbixwe bo wan hat diyarkirin.
Lê her di vê serdemê de wate sala 1916`an li gor wan belgenameyên ku nivîskarên Amerîkî li bajarekî wek Sablax wate Mehabad a niha, belav kirine, xuya dike ku zilhêzên cîhanê, li Mehabadê yek ji tawanên herî mezin ên dîrokê kirine, tenê di çend mehan de bêhtir ji 10 hezar kes ji xelkê #Mehabad# ê qetilîam kirine. Eger em weke hejmar jî temaşe bikin, li gorî şêniyên wê demê yên Rojhilatê Kurdistanê, hejmareke gelek mezin e û bo niha jî kuştina 10 hezar kesan ewqas mezin e ku wîjdana mirov qebûl nake û diveciniqe.
Ne wê serdemê û ne niha, li çi pirtûkekî dîroka siyasî ya Îran û cîhanê de behsa wê bûyer û karesata dîrokî nehatiye kirin. Her wê demê kevirek li ser danîn û bêdeng kirine, li gorî belgenameyan, dema ku Îran dozê li dijî wan welatên zilhêz tomar dike ku Rojavayê Îranê di bin destê wan de bû, bi çi awayekê amaje bi komkujiya li Mehabad ê nekiriye. Di rapora nûnerên Îranê de bo konferansa Versayê amaje bi her tiştî hatiye kirin û tenê behsa komkujiya Mehabadê nake. Ew vê yekê îsbat dike ku çiqasî Kurd ji aliyê hêzên serdest ên li navçeyê ve hatine tepeserkirin û qetilkirin, bi heman awayî hikûmetên navendî jî gelek givaş li wan kirine. Dema zehmet de hikûmetê pişta xwe daye wan û alîkariya wan nekiriye, dema ku ew karesat bi ser wan de hatiye, hikûmetê yek carî jî daxwaza qerebûkirina wan nekiriye ku 10 hezar kes tenê li yek bajarî hatin qetilkirin.
Derbarê vê mijarê de Hesen Qazî di gotarekê de bi navê Heft dokumentên ku te diveciniqîne, belgeyên derbarê wan qetilkirinan ku di nivîsên biyaniyan de peyda kirine wergerandine. Dibe ku tenê di nameyên wan nivîskaran de wek nûçe hatiye weşandin û piştre qala wê nehatiye kirin. Bo zelalkirina wan qetilkirinan ez dê hin zanyariyan eşkere dikim ku ji gotara Gorîn hatine wergitin.
Wê demê belavokek bi navê Kurdistan Mîşnêrî ji aliyê wan misyoneran hatiye weşandin. Di vê belavokê de behsa karê wan misyoneran li Kurdistanê hatiye kirin. Di hejmara 12ê ya Kurdistan Mîşnêrî de ku di Îlona 1916`an de hatiye weşandin yek ji wan kesan bi navê Yay Gudhart behsa wê yekê dike ku wê bi çavê xwe dîtibû. Weke Hesen Qazî dibêje hin kesan gotiye ku ev bûyer sala 1917`an çêbûye û piştre ew li gorî wê belgeyê, wan gotinan ret dike ku Yay Gudhart sala 1917`an li Amerîka bûye û ev mijar sala 1916`an hatiye nivîsîn û şêwiriya wî jî bi awayekê ye ku xuyaye nivîskar bi çavê xwe ev bûyer dîtibin. Ji ber wê Yay Gudhart nivîsiye:
Hejmara kesên hatine kuştin bi deh hezar kesan tê texmînkirin. Hejmarek ji wan jin û keçên ku nekuştibûn bi xwe re birine. Di nav Sablaxê de 7670 kes bûn, ku piraniya wan mêr bûn. Qeşe Fasom di malekê de 150 cenaze derxistine.
Divê em bêjin ku Qeşe Fasom û Xanim Yay Gudhart, li Sablaxê bûn û ev bûyer bi çavê xwe dîtine û ev nivîs jî vê yekê nîşan dide ku Qeşe Fasom ku alîkarê Gudhart bû, bixwe 150 cenaze di nava maleke Sablaxê de derxistine.
Ev nivîsa kurt vê rastiya tehil nîşan dide ku di arîşeya navbera Rûsya û Osmaniyan de ku sala 1916`an li Mehabadê çêbû, Osmanî ji Mehabadê derdikevin û Rûs dest bi ser bajar de digrin, tevî ku 10 hezar kes ji xelkê Mehabadê hatine kuştin, mal û pereyê wan jî hatiye talankirin, Rûs dest davêjin jin û keçên bajar û hin kesan jî bi xwe re dibin.
Ev kar li gor hemû pîvan û yasayên cîhana modern ku ev tawan jî her di serdema modern de çêbûne, tawanên dijî mirovahiyê û komkujiyeke navdewletî ye.
Pêwîst bû wê demê nuxbe û zanayên Kurd li dijî wê tawanê binivîsin û bertek nîşan bidin û bikin belgeyek bo nîşandana bindestî û zewtkirina mafê Gelê Kurd. Lê ne Kurdan bixwe ew kar kir û ne siyasetvanên Îranê qala wê kirin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览319
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 06-01-2024
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 02-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 马哈巴德
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览319
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.161 KB 06-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,725
图片 106,014
书籍 19,349
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!