图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,887
图片 106,297
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kesên sed sal berê Lozan îmze kirin îro êrîş dikin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

peymana Lozanê

peymana Lozanê
=KTML_Bold=Kesên sed sal berê Lozan îmze kirin îro êrîş dikin=KTML_End=
Mehmet Alî Ertaş

Rojnamevan Semîra Hecî, geşedanên li Rojava, Hamas û îsraîlê nirxand û diyar kir ku hêzên sed sal berê Peymana Lozanê îmze kirin îro êrîşî Rojava dikin. Hecî ji bo pêngava azadiyê jî destnîşan kir ku kurd ji her demê bêtir bişans in û xwest vî şansê rast bi kar bînin
Di destpêka cotmehê de Hamasê êrîşî Îsraîlê kir. Bi vê êrîşê di navbera Hamas û Îsraîlê de şerekî giran rû da. Her roj mirov tên qetilkirin. Dîsa artêşa tirk bi salan e li dijî rojavayê Kurdistanê bi tang, top û balafiran êrîşan pêk tîne. Efrîn, Serêkaniyê, Ezaz, El-Bab û gelek beşên axa Rojava dagir kiriye. Balafirên bêmirov di êrîşan de nexweşxane, mizgeft û seyareyên sivîlan bombe dike. Têkildarî geşedanên li Rojava û di navbera Îsraîl û Hamasê de Rojnamevan Semîra Hecî ji rojnameya me re nirxandinên girîng kir.
Rojnamevan Semîra Hecî, anî ziman ku hêzên navdewletî ji bo karibin projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin bi hemû hêza xwe xebat û planên xwe pêk tînin û wiha got: “Hem li ser rojavayê Kurdistanê û hem jî li ser Rojhilata Navîn ji bo planên xwe têdikoşin. Ew projeya mezin negihişt armanca xwe. Niha di navbera Ukrayna û Rûsya de şerek heye. Şer hêj bi encam nebûye. Hêzên navdewletî ji bo şer belav bibe xebatek pir berfireh kirin. Şer di navbera Rûsya û Ukrayna de ye. Hêzên navdewletî dixwestin şer belav bibe. Lê pêk nehat. Lê hewldanên wan didomin.”
Dixwazin Lozanê nû bikin
Semîra Hecî, destnîşan kir ku ew derbasî sedsaliya Peymana Lozanê dibin û wiha axivî: “Dixwazin Lozanek nû îmze bikin. Peymana Lozanê li ser parçekirina kurdan hat îmzekirin. Civîna nûner û pêşengên kurdan a di sedsaliya Peymana Lozanê de li Ewropayê pêk hat gelek girîng bû. Ji bo ku dîsa Lozan dubare nebe û kurd bi înkarê re rû bi rû nemînin kombûna kurdan gelek girîng bû.
Şoreşa Rojava yek ji destkeftiyên kurdan e. Hêzên navdewletî ku peymana Lozanê îmze kirin, ji bo destkeftiyên kurdan lawaz bikin bi hemû hêza xwe êrîşan dikin. Demek dirêj e ev êrîş li ser Rojava tên kirin. Dibe hin salan kêm, hin salan zêde bibe. Lê êrîş di aliyê leşkerî û siyasî de her berdewam in. Bi taybetî ev êrîşên dawî li dijî destkeftiyên binesaziyan bû. Xwestin xizmeta binesaziyê têk bibin. Di van êrîşên dawî de bi milyaran zerar dan binesaziyê.”
Rojnamevan Hecî da zanîn ku li dijî van êrîşan rêxistinên navdewletî bertek nîşan nedan û wiha axivî: “Bertekên pêş ketin jî pir lawaz bûn. Kesên sed sal berê Lozan îmze kirin, ev projeya wan negihişt aramanca xwe. Îro ev hêz êrîşî kurdan dikin. Divê em ne li bendê bin ku êrîşan rawestînin û mafên mirovan biparêzin. Jixwe kurd jî ne di bendewariyê de ne. Divê kesên demokrat û gel li dijî êrîşan bertekan bînin ziman. Xeta sêyemîn û yên modernîteya demokratîk diparêzin dê bi ser bikevin. ”
Jin û zarok tên kuştin
Rojnamevan Hecî bibîr xist ku bertekên li dijî Xezayê derdikevin jî pir lawaz in û wiha pêde çû: “Welatên êrîşên li dijî Xezayê şermezar dikin pir lawaz in. Eger deng û bertekên gel dernekeve holê, êrîş bi dawî nabin. Divê bendewarî derve zêde pêş nekeve. Ji bo Xezayê deng û bertekek heye. Lê ev deng û bertek nikare van êrîşan rawestîne. Hêzên navdewletî yên bertekên xwe tînin ziman jî ji bo xwe wekî dijberê êrîşan nîşan bidin tev digerin. Bertekên wan ne jidil in. Em dibînin ku bi hezaran jin û zarok tên kuştin. Li Xezayê herî zêde jin û zarok tên kuştin. Li Xezayê heta niha zêdeyî 2 hezar zarok û 2 hezar jin hatine kuştin.”
Nakokiya Hamas û Îsrailê
Semîra Hecî bal kişand ser têkiliyên di navbera Îsraîl û Hamasê de jî û wiha got: “Nakokiya heyî di navbera Hamas û Îsraîl de ye. Di Hamasê de zêde kuştî tune. Herî zêde zarok û gel tên kuştin. Bertekên li dijî şer ne jidil in. Ji bo cîran wan li sûkê bibîne bertekan nîşan didin. Bi şer xwe mezin dikin û şer geş dikin. Dixwazin tim şer bidome.”
Piştgiriya Amarîka û Îngîltereyê
Hecî der barê piştgiriya Îran, Tirkiye, Amarîka û Îngîltereyê ya ji bo Hamas û Îsraîlê jî nirxandin kir û wiha berdewam kir: “Hêzên Amarîka û Îngîltere bi fermî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê nîşan didin. Bi hêza leşkerî û bi hêza siyasî bi awayekî aşkera piştgiriya xwe nîşan dide. Binêrin dema êrîşî Îsraîlê kirin, Îngîltere jî û Amarîka jî rasterast çûn serdana Îsraîl û moral da gelê Îsraîlê. Avakirina Hamasê jî diyar e. Qatar piştgiriyê dide wê. Qadar, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkiye jî aşkera piştgiriyê didin Hamasê. Li kêleka van hêzan Tirkiye û Hîzbûllah piştgiriyê didin Hamasê. Hêzên piştgiriyê didin Hamasê, dema êrîşên li ser Rojava pêş dikevin, ker û kor in. Lê dema êrîşî Xezayê tê kirin bertekên xwe tînin ziman. Hamas bi tena serê xwe nikare bi ser bikeve. Hêza wê jî û çek û cebilxaneya wê jî têrê nake.”
Dixwazin Îranê têxin nava şer
Hecî li ser siberoja şer jî rawestiya û ev agahî dan: “Li gorî çavdêriya min ev şer dê dirêj bike. Şer wê 1-2 salên din jî bidome. Şerê li Ukraynayê, Yemenê, Azarbeycanê û Lîbyayê, şerê li dijî kurdan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Her roj erîşî Başûr dikin. Xuya ye ku şerê di navbera Hamasê û Îsraîlê de demek dirêj bidome. Hêzên navdewletî dixwazin şer li vir jî belav bikin û armanca wan a sereke Îranê jî têxin nava şer. Şer dê bi dawî nebe. Di demên dawî de li dijî Hamas, Idlib û Şamê êrîş pêk tên. Ev nakokiyên nava wan kûrtir dike. Her nakokî nakokiyek din ava dike.”
Êrîşî destkeftiyên kurdan dikin
Hecî li ser durûtiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Xezayê ji rawestiya û wiha pêde çû: “Di dîroka tirkan de durûtiyek pir zêde heye. Li aliyekî êrîş dikin, li aliyê din li dijî Xeza û Hamasê bertekên xwe tînin ziman. Li seranserî Kurdistanê êrîşek dijwar pêk tînin. Ji Efrînê heta Şehbayê û seranserî hemû sînor bi SÎHA’yan êrîş dike. Armanc dikin ku bi van êrîşan hemû destkeftiyan ji destê kurdan bigirin. Li başûr jî li dijî Şengal û Mexmûrê bi heman armanc û rêbazê êrîş hene. Armanca li dijî Başûr û Rojava yek e. Dixwazin li her derê destkeftiyên kurdan tune bikin. Li aliyekî êrîşan dikin, li aliyê din li dijî êrîşên li ser Hamasê û Xezayê bertekên xwe tînin ziman. Ev durûtî li ber çavan hat dîtin.”
Şensê dîrokî ketiye destê kurdan
Hecî li dijî helwest, yekitî û sekna kurdan jî rawestiya û wiha domand: “Şanseke kurdan a dîrokî heye. Di nava vê aloziyê de hebûna xwe dide diyarkirin. Ev şensek gelekî dîrokî ye. Eger em vê şensê baş binirxînin em ê bi ser bikevin. Em baş nenirxînin dê zehmetiyan bijîn. Niha hamleyek dîrokî hatiye destpêkirin. Tevlêbûnek cîhanî heye. Hêzên demokrat û hêzên civakî dê bi ser bikeve. Wê serkeftin û qezencek pir mezin pêş bikeve. Ev pêngav pir di wextekî rast de pêk hat. Eger kurd bi aqil û rêxistin tev bigerin derfet û şensek pir mezin e. Eger kurd di nava yekitiyê de tev bigerin qezencek pir mezin li pêş wan e. Li vir tiştê herî girîng hevgirtin, hevgirtin û hevgirtin pir girîn e. Ev pêş bikeve dê hêzek pir xurt û mezin derkeve holê. Ev gav ter nake. Raste yekgirtinek heye. Lê pêwistî bi hevgirtinek di pratîkê de girîng e. Tenê hevgirtina ziman têr nake. Divê vê hevgirtinê texin pratikê. Ez bawer dikim ku ev dem dê ji bo kurdan bibe qezencek pir mezin.
Çiqas xebat ewqas serkeftin
Hecî li ser xebatên diplomasiya kurdan jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çiqas kar bikin jî têr nake. Çiqas kar ewqas serkeftinê tîne. Karek û xebatek heye. Lê ev kar û xebat têr nake. Divê xebat bêtir be. Eger li 74 navendan hamleyek hatibe destpêkirin, ev nîşan dide ku xebatek baş a dîplomasiyê heye. Lê divê em xwe bi vê yekê têr nekin. Divê kar bêtir fireh û kûr bikin. Li vir pêşengiya jinan gelek girîng e. Ji ber ku jin di kare dîplomasiyê de serkeftî ye, jinan dikin hedef. Hem li Bakur û hem jî li Rojava jinan dikin hedef. Ji ber xeta azadiyê û xeta heqîqetê esas digire dibin hedef. Ev hedefgirtin ji tirsa fikra azadiyê ya jinan e.”
Hecî herî dawî destnîşan kir ku Tirkiye di êrîşên dawî yên li dijî Rojava de zirarek pir mezin da binesaziyên Rojava û wiha axivî: “Bi van êrîşan û vê zirardayînê xwestin çavên gel bitirsînin. Xwestin herêmê vala bikin. Lê xwedî derketinek pir mezin çêbû. Bi yek dengî gel derket kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Ev bertek û yekdengiya gel bersiva herî xurt a li dijî êrîşên Tirkiyeyê bû. Gel bi vê helwesta yek dengî got; ‘Em birçî bimînin jî em dikarin ax bixwin. Lê em axa xwe û warê xwe terk nakin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览700
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
挂钩项目: 26
小组: 文章
Publication date: 31-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on21-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览700
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,887
图片 106,297
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!