图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,786
图片 106,247
书籍 19,332
相关文件 97,259
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di Sedsalîya Lozanê de Kurd li Lozanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di Sedsalîya Lozanê de Kurd li Lozanê

Di Sedsalîya Lozanê de Kurd li Lozanê
=KTML_Bold=Di Sedsalîya Lozanê de Kurd li #Lozan# ê=KTML_End=
#Necat Zivingî#

Sed sal berê dema derfet hat ber derî, hemî mîrektîyên Kurd hatibûn ruxandin, arîstokrasîya Kurd bi bal stenbol û deverên dûr yên di bin kontrolê de hatibûn sirgûnkirin, eşîrên Kurd bi rêyên wek “alayên Hemîdîye” bi merkeza tirkan ve hatibûn girêdan û nakokîya dîn û netewebûnê gihabû asteke dijwar. Lewma Kurd ne amadeyî hilweşîna Osmanîyan û pergala piştî şerê cîhanê bûn.
Dîsa jî sîyasayek Kurd hebû, tevgera modernîst û ronakbûna Kurdan xurt bû. Herdû alîyan jî dewletbûna Kurdistanê diparast û di danûsitendinên dîplomasîyê de ev daxwaza xwe bi zelalî dîyar dikirin.
Lê kêşeyên Kurdan tenê ne yên navxweyî û herêmî bûn. Li alîyekî Ermenî, li alîyekî Trakya û Yûnan, li alîyê din dewletbûna Ereban. Ermenîyan doza welatê Kurdan dikirin û hê di Sevrê de bûn sedemê paşxistina Kurdan. Nûnerê Kurdan Şerîf Paşa daxwazên Ermenîyan wek daxwazên emperyalî bi nav kir û ji konferansa Parisê vekişîya.
Li alîyê din piştî kongreya Sêwasê, di sala 1919an de, Mistefa Kemal li ser navê heyeta nûneran Refet Bele şand cem komiserê Frensî George Pîcot û di miqabilê Tirk bi welatên Ereban re têkildar nebin, soza têkildar nebûna doza Kurdî sitend. Pîcot yek ji mîmarên peymana Sykes-Pîcot bû. Petrola Erebistanê bêtir bala hêzên navneteweyî dikişand. Her wiha dûrî merkeza tirkan bûn û kontrolkirina wan ji Kurdistanê hêsantir bû.
Li alîyekî din ji bo destê tirkan ji Balkanê bibirin, nûnerê Brîtanya Lord Curzon kêmneteweyîtî ne li gor neteweyê, li gor dîn şirovê kir û di mijara Kurdî de vê yekê destê tirkan xurt kir. Ev yek herî zêde bi kêrî Yûnanîyan hat.
Di vê pêvajoyê de, Konferansa Aştîyê ya Lozanê di navbera 11-11-1922 û 24-07-1923yê de pêk hat. Tirk bi heyeteke di serokatîya Îsmet Înonû de tevlî konferansê bûn û ji bo serxwebûnê xebat meşandin. Heyeta tirkan tevlî 3ê delegeyan (Îsmet Înonu, Riza Nur, Hasan Saka) ji 41 kesî pêk dihat. Di encamê de Peyman ji alîyê nûnerên Brîtanya, Frensa, Îtalya, Tirkiye, Japonya, Yûnanistan, Romanya, Bulxaristan, Portekîz, Belçîka û Yûgoslavyayê hat îmzekirin. Kurd tune bûn. Kurd bi lihevhatineke navneteweyî hatin tunekirin.
Lê ev peymana bêyom bi ser neket. Kurd di qirika tirk û ereb û farisan de man. Nehatin daqurtandin, nehelîyan. Di sedsala bîstî de jî rastî komkûjî û êrîşên bêjimar hatin. Jenosîdeke bênav li ser Kurdan hat meşandin. Kurdistan bû navenda mêtîngehîyeke nenas. Lê Kurdan wek çîyayan li ber xwe dan û man. Lewma piştî sed salî li Lozanê civîyan.
Navenda Rewenda Kurdistanî (Kurdistani Diaspora Confederation – KDC) 27 û 28ê Gulanê li Lozana bajarê Swîsreyê bi navê “100 Years of Division of Kurdistan” (100 Salên Dabeşbûna Kurdistanê) konferansek lidar xist. Destpêkê peyama serok Barzanî ya bo konferansê hat xwendin.
Gelek kesayet tevlî konferansê bûn. Ji baregeha Barzanî venêrê dîyasporaya Kurdistanî birêz Shîfa Barzanî û Hêmin Hewramî wek çavdêr li konferansê amade bûn. Serokê şaredarîya Lozanê tevlî konferansê bû û wek dostekî Kurdan axavtineke xweş kir. Wek nûnerên partîyan ji PDKê Hoşyar Zebarî, ji YNKê Mela Bextîyar, ji PDK ya Îranê Mustefa Hicrî, ji Komala ya Kurdistana Îranê Abdulla Muhtedî, ji ENKSyê Brahîm Bro, ji PSK ya bakurê Kurdistanê Bayram Bozyel amade bûn û axavtinên xwe kirin. Her wiha serokê KDC Kurdê Amûdê Îsmaîl Kamil û ji DÎYAKURDê Muhammed Tanriverdî jî axavtvan bûn. Ji derdorên din jî Ebûbekir Karwanî (nêzîkî Yekgirto) û Osman Baydemîr (nêzîkî HDP) hebûn.
Îsmaîl Beşîkçî bi pênaseya “entelektuel, civaknas û feylesofê tirk” axavtineke pir kurt, bi tirkî kir. Ji bo axavtina Ebûbekir Karwanî pir çêpik hatin lêdan. Roja diduyê axavtinên têr û tijî bûn. Hoşyar Zebarî ji alîyê dîplomasîyê, Mela Bextîyar û Mistefa Hicrî ji alîyê zanîn û perspektîfa dîrokê ve axavtinên xweş kirin. Osman Baydemîr bi balkişandina pêwîstîya yekîtîya Kurdan eleqe dît.
Bi sedan Kurdan konferans şopandin. Konferans bi reng û rûyê Kurdayetîyê pêk hat. Axavtinên hemî nûnerên Kurd di çarçoveya Kurdistaneke yekgirtî de bû. Kesî propagandaya partîyekê û serokekî nekir.
Ev cûre konferans û civîn hêvîya me Kurdan geş dikin. Dengê me digihînin cîhanê, helwesta me dîyar dikin. Rêya pêşveçûn û serkeftinê, zanîn û dîplomasî ye.
Lê pêwîst e em li kêmasîyên xwe hay bibin û wan temam bikin. Di konferansa Lozanê de gelek kêmasî hebûn. Bêguman ya sereke, nebûna jinê bû. Di nav axavtvan û pêşkêşkaran de bi awayekî enteresan jin tune bûn. Jinên konferans dişopandin herdu rojan jî nerazîbûna xwe li hember tunebûna jinan nîşan dan. Her wiha li konferansê dengê ciwanan jî tune bû. Lê ciwanan weke jinan bertek nîşan neda. Dîsa dengê rewşenbîrîya Kurd jî nehat temsîlkirin. Û dengekî xurt ji bakurê Kurdistanê tune bû.
Bikaranîna Kurdî jî yek ji alîyên qels ên konferansê bû. Zimanên konferansê bi giranî Ingilîzî û Soranî bûn. Her wiha axavtin sîmultane bi bal soranî û ingîlîzî ve hatin wergerandin. Lê wergera sîmultane ne serkeftî bû û axavtinên roja yekê qels bûn. Roja diduyê sînevîzyoneke Ingilîzî hat nîşandin. Lê wek binenivîs jî Kurdî tê de tune bû. Broşûra konferansê ji bilî danasîneke kurt ya bi sê zimanan (Soranî, Frensî, Ingilîzî) bi tevahî bi Ingilîzî hatibû amadekirin.
Hêvîdar im ruhê amadekar, bi vîzyoneke profesyoneltir (bêtir jin û ciwan û rewşenbîrî) xwe rêxistin bike û gelek karên mefadar ji bo Kurdan û doza Kurdistanê pêk bîne.
Lê ev tev li alîyekî, bi vê sedemê pêwîst e sîyasa û rewşenbîrîya Kurd bi hûrgilî li ser rewşa me Kurdan û peymana Lozanê bihizire û rêyên nû veke. Ya pêşî ev e: delegasyonê tirk Riza Nûr dibêje: “Bingeha Kurdistanê li Lozanê hat avêtin”. Çawa? Li gor Riza Nur, li Lozanê Tirkan dest ji Mûsilê kişand û derî ji dewletbûna Kurdistanê re vekirî hiştin. Îro nîvdewletbûna başûrê Kurdistanê nîşaneya vê ye. Her wiha Kurd, bi hêz û hebûna li başûr dikarin kirasê bindestîyê bidirînin.
Ya didûyê çend maddeyên Lozanê ne. Dîyar e heta îro Kurdan ew nîqaş nekirine. Yek ji wan, maddeya 38an e. Parastina netewe, ziman û cudahîyan destnîşan dike. Dewleta Tirk ev madde binpê kiriye. Maddeya 39an mafê parastina bi zimanên ji bilî tirkî ye. Ev maf jî heta van salên dawî hatîye binpêkirin. Maddeya 41ê li dibistanan perwerdehîya zimanên din li ser dewleta tirk ferz dike. Ev madde rasterast ji bo perwerdehîya Kurdî, bingeha hiqûqî datîne. Lêbelê mixabinî ye ku heta niha li bakurê Kurdistanê siyasetmedar, tevgerên siyasî û huqûqnasên Kurd li dû van maddeyan neçûne û li Mehkemeya Anayasayê û AÎHMê (European Court of Human Rights – ECHR) doz venekirine. Lewra gelek eşkere ye, dewleta Tirk ji alîyê Kurdan ve ev peymana navneteweyî binpê kiriye.
Ger em nikarin Lozanê bi tevahî ji holê rakin, lê gelo çima em bîr nabin bi Lozanê binê dagirkerîya tirk bikolin û zordestîya dewleta tirk ya li ser Kurdan û Kurdistanê bi paş bixin? Çima?[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览949
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 11-09-2023
挂钩项目: 60
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 12-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-09-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on13-09-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):12-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览949
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,786
图片 106,247
书籍 19,332
相关文件 97,259
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!