图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,941
图片 106,352
书籍 19,330
相关文件 97,301
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
PEYMANA LOZANÊ -4
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PEYMANA LOZANÊ – 4

PEYMANA LOZANÊ – 4
=KTML_Bold=PEYMANA LOZANÊ -4=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Roja 03-11-1922, li ser mijara Lozanê axiftinên balkêş li TBMM çêbûne. Li ser navê kurdan, xwedêgiravî yên ku ji xwe ra kurd gotine, sê ji wan (Dîyab Aga, Süleyman Necatî Beg û Yusuf Zîya Beg) ez dixwazim li jêr pêşkêşî we hêjayan bikim ku li TBMM axifîne. Lê ez naxwazim axiftinên wan bi tevayî li vir rêz bikim û serê we xwendoxên hêja biêşînim; ji ber ku ew dirêj in. Lê divê ez li vir bêjim ku wek kalekî salmezin Dîyab Aga, di çarçoveya dînî da girêdana xwe bi M. Kemal ra parve dike; bi gotineka dî ew xulamîya xwe jibo Ankarayê radixîne meydanê. S. Necatî Beg jî wek turkperestekî îdîa dike ku kurd, bi eslê xwe ji Turanê hatine, yanî ew bi eslê xwe turk in ku ev tezên nejadperestên turkan in. Wek hûn li xwarê dibînin, Yusuf Zîya Beg jî şola kurdan dibe bi sînorên Mîsak-î Millî ya dewleta turk ra girê dide û xwe dike qurbana turkan. Y. Zîya Beg nabîne ku Sînorên Mîsak-î Millî ya turk di Kongreya Erziromê da hatîye çêkirin ku Musul û Kerkûk û Silêmanîye, ne di nav wan sînoran da ne. (Hasan Yıldız, Fransız Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan, Heviya Gel Y. 1990 Swed, S. 115 116) Y. Zîya Beg nabîne ku Eyaleta Musulê di nav sînorê Mîsak-î Millî da be jî, şola kurdan çareser nabe, esas pirsgirêk di wir da ye. Wek xwendoxên xoşevîst jî dibînin; van sê kesayetên xwedêgiravî kurd, bi wan axiftinên xwe, benê xwe û kurdan xistine destê Sistema Kemalizmê ku werin kuştin. Ez dê ji axiftinên wan sê kesan, çend tiştên ku axifîne, raxînim pêşberî we, ku hûn wê resma giştî ku li TBMM hebûye, bibînin.
Dîyab AGA (Dêrsim): ”Efendîno, li qusurên min nenêrin, ez kalekî me. Em hemî dizanin û dibêjin ku dînê me, dîyaneta me, esl û neslê me, timî yek e. Di nav me da cudayetî û ferqîyet tune. Navê me jî, dînê me jî, Xwedayê me jî yek e… Yên ku dı heyetê da ne, ez texmîn dikim ku ji dînê xwe ra, ji dîyaneta xwe ra, nexwazin xîyanetê bikin. (çepik) Em hemî yek in. Ne doza turkîtîyê, ne doza kurdîtîyê heye. Em hemî yek in, bira ne. (çepik, dengên biravo) Dikare pênc deh kurên yekî hebin. Navê yekê dikare Hasan be, Ahmed be, Huseyîn be, Mehmed be. Lê hemî yek in. Em jî weha ne. (Dengên Bravo) Dînên wan, dîyanetên wan, qebîleyên wan yek in. Lê dijminan labik/kemin danîne ku em. êrîşên hev bikin… Em birayek in. Dînê me, dîyaneta me yek e. La Îlahe Îlallah Muhammedîn Resullullah. Vaye ev.” (Çepik, Dengên Bravo) (Türk Parlamento Tarihi, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 336 (03-11-1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse).
Süleyman Necati Beg (Erzirom): ”Efendîyên min, malûmê me hemîyan e ku encamên sîyaseta şerqê di bin navê hindikayîyan (hindikneteweyan) da biliandina (xwarina) Asyayê û parçekirina Turkîyeyê ye. Ev şol (pirsgirêk), jibo hebûna me ya neteweyî giring e û yên min şandine vir, piranîya wan kurd in, loma ez li vir dixwazim ji hestên birayên min ên neteweyî ra bibim tercuman û vê rewşê ji heyeta ku here konferansê ra wek balkişandinek bidim zanîn… Îro turkekî weha tune ku xalê wî, zavayê wî yan xwarzê wî kurd nebe. Û kurdekî weha tune ku zavayî wî, xwarzê wî û xalê wî ne turk be. Her weha, dayîka min kurd e. Hun min çawa dikarin ji dayîka min cîyê bikin… Min bala heyetê kêşand ku li welatê me cudayîya nejadî tune. Yên ku wê îcad kirine, xwedîyê mexsedek in…” (Türk Parlamento Tarihi, 1919 – 1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 338 – 339, (03-11-1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)
Yusuf Zîya Beg (Bedlîs): ”Efendîno, jîyana abûrîya Mêrdînê, Antabê, Surucê, Urfayê, mehkûmê mirinê ye. Ji ber ku bazara wan, îktîsada wan, cîyên wan ên dan û sitandinê bi tevayî, derbasî alîyê dî yê hudûd bûne. Li alîyê dî yê hudûd, bajarên nû çêbûne, bazarên nû, kanîyên îktîsadê yên nû tên afirandin. Ez Cerablusê îşaret dikim ku gelek hevalên me berê ew der dîtine. Heta du sal berê ji bil çend tiştên antik tiştek tunebû, lê îro Cerablus bûye bajareke xweş. Efendîno, ez behsa heqîqetek dikim ku mixabin weha ye. Însên, qefle bi qefle diherin wê derê ku zikê wan li wir têr dibe. Belam kanîyên abûrî û zîreetê li dervayê hudûd in. Êdî nemikun e ku ji arazîyên dervayî sînor fêde were girtin, ew îmkan nemaye.”
”Xelkê Mêrdînê, Nisêbînê, Kilîsê, xeta cîyê dî wek kurdeleyeke reş dibîne. Li kilîsê û Nisêbînê goristan êdî qesebeyan ji hev cîyê dikin. Roj were dê yên surîyeyî; ”mirîyên xwe li vir defin nekin” bêjin. Di encamên vê rewşa xirab da 300 hezar turkên musulman di bin rewşeke dijwar da li Antakyayê dijîn. Dahatuya van 300 hezarî, di bin hukmê Manda Fransayê da ne ku bi ermenan û durzîyan ra hatine girêdan bê ku tu mafên wan ên huquqî hebin… Efendîno, tiştê ku amanca me taîn dike, Mîsak-î Millî ye. Derên ku li Surîyê hatine hiştin, di nav sînorên Mîsak-î Millî da bûn… Ji Xaneqînê heta, Silêmanîye, Musul, Kerkûk, di nav hudûdên Mîsak-i Millî da ne û ew beşek ji Wîlayetên Şerqê bûn. Cudakirina wan, dibe sedemê kanîya acizîya nîfaqek. Veqetandina Wîlayetên Şerqê ji Musulê, Kerkûkê, Silêmanîye, felçbûna wan e…”
”Ewropîyan dibêjin ku ´Hindikneteweyê herî mezin û qelebalix ku li Turkîye dijîn, kurd in. Ezbenî, ez kurd kurê kurd im. Digel wê jî bi sîfeta mebûsekî kurd ez we temîn dikim ku kurd, çu tiştek naxwazin. Tenê selametî û bextewarîya birayên xwe yên mezin turkan dixwazin. (çepik) Em kurd di wextek da huquq û mafên ku bi paçavraya Sewrê, Ewrupayê dabûn me, me wan di bin pîyên xwe da eciqand û me îadeyê wan kir ku wan ew wek maf xwestibûn bidin me. Çawa ku me di Enîya Elcezîrê da şer kir. (Çepik) Çawa ku me digel turkan xwîna xwe rijand, em ji wan neqetîyan û nexwestin veqetin û naxwazin veqetin. (çepik) Ez dema dawî li gotinên xwe tînim, ez ji heyeta konferansê tika (rica) dikim. Dema behsa hindikneteweyan bikin, tu talebeke (daxwazeke) kurdan tune ye û wek tercumanê vê qeneetê, van gotinên min ji wan ra bêjin…” (bravo û çepik) (Türk Parlamento Tarihi, 1919 – 1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 341 343, (03-11-1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)
Li vir wek jêrenotek divê ez bidim xuyakirin ku piştî xilasbûna axiftina gelwekîlê Bedlîsê Yusuf Zîya Beg; hin gelwekîlên qaşo ji xwe ra kurd gotine, kelecanî bûne û pêşnîyazek ji serokatîya meclisê ra nivîsîne. Fêde ye ku em wê pêşnîyazê jî li jêr raxînin pêşîya we hêjayan.
”Jibo Serokatîya Bilind (gewre- mezin), Turk, kurd, kutleyeke yekbûyî ne. Tu demek kurd ji camîeya Turkîyeyê cîyê nabin, jibo wê qeweta tu hêzek têr nake. Selahîyeta hukumetên Awrupayê tune ku kurdan biparêze, bi caran ji alîyê gelê me ve ew hatine protestokirin, dîsa jî behsa hindikneteweyan tê kirin û em ji ber wê xemgîn dibin. Melûmê her kesê ye ku kurdan, di her demî da digel turkan di rîya wetan da amade bûne ku xwe bidin kuştin. Em pêşnîyaz dikin ku nutuqên mebûsê Erziromê Necatî û mebûsê Bedlîsê Yusuf Zîya Begê, di derbarê hindikneteweyan da; bi awayeke lezgîn werin neşirkirin û ji cîhanê ra were îlankirin.” 3 Teşrinisanî 1383 (03-11-1922) Mebûsê Bedlîsê Arif, Mebûsê Mêrdînê Necîp, Mebûsê Gençê Alî Vasif, Mebûsê Kastamonu Abdulkadir Kemalî, Mebûsê Mûşê Abdulganî, Mebûsê Mêrdînê Esad, Mebûsê Bedlîsê Derviş, Mebûsê Sêrtê Necmeddîn, Mebûsê Dîyarbekrê Hamdî, Mebûsê Mûşê Ahmed Hamdî, Mebûsê Urfayê Pozan (Bozan), Mebûsê Wanê Hakkı.”( (Türk Parlamento Tarihi, 1919 – 1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S.363, (03-11-922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)
Nivîsar didome
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览880
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 14-08-2023
挂钩项目: 26
小组: 文章
Publication date: 05-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览880
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,941
图片 106,352
书籍 19,330
相关文件 97,301
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!