图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,104
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,354
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: Hilmî Demirer
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hilmî Demirer

Hilmî Demirer
=KTML_Bold=Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: #Hilmî Demirer#=KTML_End=

Hilmi Demirer, di sala 1946'an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952'an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.
Di 1972'an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ) Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike.. Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe didomîne.
Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin?
Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiyayekî asê li ber min e. Xebata min, mîna bi kevçîyê çayê kolandina bîrekê bû, ya herî zor di nav sûrrealî û mînîmalîzmê de wergera ji Ingilîzî; muzîkalîte, teql û ahenga dîyalogan wek bi esl û formên xwe bimîne, ango bi gotineke din, ji nivîskar qet dûr nekevim. Guman dikim ku bi saya peyv û rêzimana kurdî ya rengîn û zengîn ve bi ser ketim e.
- Heta niha Teyba Dawî ya Krap li ku hate listin û çend cara hat pêşandan?
Cara yekem li Festîvala Tbilîsê. Dûre li festîvalên Êrevanê, Stenbolê û Londonê. Bi temamî 11 caran hat lîstin.
- Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildarî?
Cara pêşîn, dê û bavê min ji min re bi xwendina helbestên Cegerxwîn û çîroka wî a “Cim û Gulperî”dest pê kir. Ya duyem bi hevaltiya Mihemed Uzun re jî bi destana “Gilgamêş” û ev a bîst salan e xebatên min ji nivîsên “Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mele Xelîlê Sêrtê, Qanatê Kurdo, Hesenê Metê, Jan Dost, Mehmed Dijle” ve agirê şanoyagerîya min hê gurtir bûye.
- Ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Cara pêşîn divê mirov zanibe ku wê bi kîjan şanogeran re kar bike, divê fikir ramanên meriv nêzî hev bin. Li ser mijar û nivîskarê berhemê, bûyer û karakteran lêkolîn dive. Bi vê berhemê hûn ê çawa û çi peyaman veguhêzîn temaşevanan, divê kifş be.
- Ji bo te şano û şanogerî tiştekî çawa ye?
Şano, deng û dîmenên jiyînê ye. Cîhan nasîn e û rûyê jiyanê ye. Di nav civakê de ji xwe bawerî ye. Ez bêyî azadiyê nikarim bi şanoyê mijûl bibim. Kesê ku ne xwedî bawerî, kesayetî û nasname be û hay ji azadî, fikr û ramanên nebe, di jiyana xwe de ne xwedî armanc be, nikare bibe şanoger…
- Çi hêza te ya hunerê xurt dike?
Hezkirin, zanîn, bawerî û her tim ked û xebat.
- Şanoya kurdî li gorî dîtina te, berê û niha di çi rewşê de ye?
Niha em dikarin qala bingeha şanoya kurdî bikin ku ew heye. Di pêşerojê de wê bi wêjeya kurdî û şanogerên xemilî ve wê xurtir bibe. Bi nêrîna min, berê qada şanoya kurdî bi giştî ji şanoya dinyayê gelek dûr bû, ji aliyê formasyon, têgihînî û teknîkî ve. Giringî dabûn adeptasyonan, helbet fikra adeptasyonê ne hewleke xerab e, lê dozaja wê girîng e. Îro asta şanoya kurdî zêde bi pêşvê çûye û ber bi şanoyeke neteweyî ve diçe. Bawerîya min ew e ku di pêşerojê de wê bi hemû disiplînan ve wê bigihîje qadên nûjen û navneteweyî.
- Bandora kîjan şanogeran li te çê bû?
Na, di bandora tu şanogeran de nemam. Lê şangerek, li gor min divê ku li ser dikê peyv, liv û hêza derbirana xwe baş bi cih bîne. Ji vê pê ve ji aliyê şîrovekirin, teknîkî, şêweya bixweser û razberî ve Şanoya Polonya yê diecibînim.
- Ji klasikên şanoya cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
A. Çêxov, H. Îbsen, F. Dostoyeskî, B. Brecht, S. Beckett…
- Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Niha dîsa li ser lîstikeke S. Beckett, bi navê “Happy Days” ango bi kurdî “Axx… Ew Rojên Bextewar”, xebata xwe didomînim. Jinikeke kamil heta singa xwe di nav axê de ye, tîrêjên tavê li ser wê ye, tav qet naçe ava, dişewite, agir li ser wê dibare. Tê de hin şandinan hene bo “Komedya Îlahî” ya Dante. Ez vê berhemê di bin sîya tevkujîya Roboskê û kuştinên me yên nediyar Dayikên Şemîyê de dinirxînim.
-Guhertinên şanogeriya te hene?
Berê di şanogerîya min de, ez azad û bi tena serê xwe bûm. Lê vega pêre estetîk û hunermendîyeke kûr, gerdûnî bûn û nirxên mirovaneyî jî hene.
- Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Hilmi Demirer: Bend û qedexe bûn.
- Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya Kurdî kîne?
Merivên ku têkilîya wan nêzî şanoyê ye, yên ne kurd hê zêdetir in. Yên kurd jî, ziman û şanohêz, an jî xwendevan in. Bi giştî, mixabin temaşevanên şanoyê ji xwendinê dûr in, çendin ne ji bo hînbûnê, bo dembihûrînê an jî ji neçarî tên. Hin jî hene ku cara yekeme tên şanoya kurdî.
- Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Hin merivên me yên kurd hene ku xwe şanoger dihesibîn in, baş e ev ne hewleke xerab e. Lê niha ezê devê xwe reş bikim; Şanogerî xebat û zanebûnî divê, haya wan qet ji rastaxaftinê (diksîyon), bilêvkirinê (artîkûlasyon) û dengzanîyê jî (fonetik) nîn e. Ji aliyê koreografîyê jî nikarin li ser dikê baş bilivin û nizanin gewde, dest û pîyên xwe baş bikarbînin. Li gor pîvanê şanogerên dinyayê bi paş de mane.
- Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan bizanibin?
Li gor fikra min divê bi kurmancî be, wek mînak Enstîtûyên Kurdî nîşan daye ku ez jî di nav de bûm, bi salan li televîzyoneke serbixwe li Kurd1’ê devokeke gelêrî û nûjen me bikar anî bû ku, di wê demê de temaşevanan gelekî jê hez kiribûn, lê qet ne weke tevger û peyvên bêpergal yê ‘trt 6/kurdî’.
- Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Divê gerdûnî be. bi armanc, hînkêr û rojane be. Protest û lêgerîner be. Car caran temaşevanan biêşîne, bi rastîyên xwe wana sergêj bike.
- Derbarê “perwerdehiya şanoya Kurdî” de çi difikirî?
Carnan lê difikirim ku wek mînak, li Zanîngeha Artûklî ya Mêrdînê di beşa Hunerên Bedew de beşeke li ser şanoya sêpanî, muzîk, reqs-bale û sêwirînerîyê vebe. Ger ku dest pê bike, bawerim wê li zanîngehên din jî belav bibe, bi hîn bûneke zanyarî û akademîk. Çawa ku ev bi salan e NÇM, bi tena serê xwe baş bikar tîne, bi şanoyeke gelêrî ‘Teatra Jiyana Nû’, ‘Şanoya Hêlîn’ çand û huner bi pêş ve bir. Çendin ji wan şanoger û hunermendên hêja ji agirê dil, berê xwe dan çiyê, bi bawerîya min hê jî cihê wan vala ye.
- Li gora te şanoya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Dibêjim ku bila Şanoya Kurdî bi raman û şoreşên xwe kurdewarî be, azadîxwaz be, nêzî nîjadperestîyê ne be. Navneteweyî, gerdûnî be. Bila hemû temaşevanên dinê jî jê sûd werbigire.
- Tu dixwazî kîjan berhem, bûyer an jî mijar di şanoya Kurdî de hebê?
Li gor min, iro wêjeya kurdî ji şanoya kurdî hê bi pêştir de çûye. Gelek helbest, çîrok, roman hene ku gihîştine standarda nivîskarên navdar yên wêjeya dinyayê. Hin mînakan bidim; romana Jan Dost a bi navê ‘Martînê Bextewar’ her çiqas sêwirî be jî bi devê biyanîyan rastîyên kurdistanê berçav dike. Di nivîsên Helîm Yûsiv de meriv di nava valahîyeke mezin de bandorêke kûr û razber dibînî, çend berhemên şanoyê ji roman û çirokên wî hatine girtin. Yek ji berhemên Hesenê Metê ‘Li Dêrê’ çiqas çîrokeke bibandor e ku bibe teksta şanoyê, evîneke har û kurdewarî, ji ser axa kurdîstana nerm û germ, dûre koçberîya welatekî biyanî a hişk û sar.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览681
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 11-03-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 剧院
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览681
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,104
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,354
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!