图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,906
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin
=KTML_Bold=Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin=KTML_End=

Encamnameya Konferansa dîrokî ya 2 rojan hate eşkerekirin ku nûnerên Kurdan li bajarê Lozanê di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de lidar xistin
ANF - Bi wesîleya salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê bi beşdariya zêdeyî 600 delegeyî yên ji çar parçeyên Kurdistanê li Salona Konferansê ya Beaulieu ya Lozanê bi sernavê Di 100 saliya Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistanî em li Lozanê ne û Peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin konferansek hate lidarxistin. Konferansê du rojan dewam kir û encamnameya wê hate eşkerekirin.
Li pêşiya avahiya Lozan Ouchy ku hevdîtinên li ser Peymana Lozanê yên beriya 100 salî lê hatibûn kirin, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û encamnameya konferansê hate eşkerekirin.
=KTML_Bold=JI BILÎ ÎRADEYA KURDAN TI PEYMAN NAYÊ QEBÛLKIRIN=KTML_End=
Di encamnameyê de hate ragihandin ku Peymana Lozanê li derveyî îradeya gelê Kurd hate îmzekirin û gelê Kurd li dijî vê yekê 100 salan têkoşiyan, ev peyman qebûl nekirin. Ji raya giştî ya cîhanê re hate ragihandin ku Kurd wê di sedsala nû de jî ti peymana li derveyî îradeya xwe qebûl neke.
Di dema xwendina encamnameyê de Hevserokên KNK'ê Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad daxuyanî dan.
Karamûs wiha got: “Peymana 100 sal berê li vir hatiye kirin, li dijî vîna gelê Kurd hatiye kirin. Li ser qedera gelê Kurd rewşek gelek xirab derxistiye holê. Hemû partî û nûnerên gelê Kurd, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend 4 roj in li Lozanê li ser vê peymanê nîqaşan dikin. Di konferansê de nîqaşeke berfireh a hiqûqî û siyasî hate kirin. 100 sal berê qedera gelê Kurd berevajî kirin. Em gelê Kurd ji bo sererastkirina vê xeletiya dîrokî îro li vir in.”
Hevserok Zeyneb Mûrad jî got: “Peymana Lozanê ya 100 salî êş û qetlîamên mezin anî ji gelê me re” û axaftina xwe wisa domand  “Di encama têkoşîna gelê Kurd de îro em li vir in û em dengê xwe digihînin cîhanê. Gelê me 100 sal in li 4 parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Ji bo parastina ax û nasnameya xwe li ber xwe dide. Ji bo demokrasî û aştiyê li ber xwe dide. Îro hemû nûnerên gelê Kurd li vir in. Em ji hemû cîhanê re dibêjin, em Lozanê qebûl nakin. Em naxwazin Lozan bidome. Gelê me wê Lozaneke nû qebûl neke. Hemû gelên cîhanê û gelên Rojhilata Navîn dizanin ku em gelê Kurd me tu carî Lozan qebûl nekir.”Zeyneb di dawiya axaftina xwe de spasiya Şaredarê Lozanê kir ku destûr daye çalakiyên li Lozanê yên çar rojan hatine kirin. 
ENCAMNAME
=KTML_Bold=Encamnameya Konferansa Lozanê bi vî rengî ye:=KTML_End=
Ji ber salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê, di 22-23'ê Tîrmeha 2023'an de bi beşdariya rêxistin û partiyên Kurdistanî, gelek akademîsyen, hiqûqnas, rewşenbîr, nûnerên komên cuda yên etnîkî û olî û jinan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê konferans hate lidarxistin.
Di konferansê de li ser encamên vê Peymana Lozanê ya nexêr hate rawestîn ku beriya 100 salî hate îmzekirin û maf û gelê Kurd înkar kir.
Di konferansê de rewşa herêmî û navneteweyî hate nîqaşkirin, işaret bi erk û berpirsyariyan hate kirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna maf a gelê Kurdistanê rewa ye.
Di konferansê de bang li wan dewletan hate kirin ku mohra xwe danîn binê peymanê, ku piştgiriyê bidin gelê me û ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ji hêzên dagirker re nebin alîkar.
Her wiha ji dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine hate xwestin ku rê bidin çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurdistanê.
Di konferansê de spasiya beşdaran hate kirin û biryar hate dayin ku ji bo şopandina biryarên konferansê komîsyonek bê avakirin.
Di konferansê de li ser sê astên; navxweyî, herêmî û navneteweyî pêşniyar hatin kirin, biryar hatin wergirtin.
=KTML_Bold=Têkildarî asta navneteweyî:=KTML_End=
1. Li welatên ku Kurdistan hatiye parçekirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê.
2. Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon têkiliyê bi aliyên Peymana Lozanê re dayne.
3. Ji bo Kurd di asta çavdêriyê de bibin endamê Neteweyên Yekbûyî kar bê kirin.
4. Dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parve kirine ji ber sûcên ku li dijî gelê Kurdistanê kirine li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji bo vê hewl bê dayin.
5. Saziyeke Neteweyî ya Hevpar a Kurdistanî bê avakirin ku di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê bimeşîne.
6. Di nava 100 salên Peymana Lozanê de li dijî gelê Kurdistanê sûcên komkujî û qirkirinê hatin kirin. Welatên ku bûne aliyê peymanê ji ber van sûcan tazmînatê bidin. Garantiyê bidin gelê Kurdistanê ku careke din van sûcan dubare nekin. Ji bo cezakirin û qedexekirina van sûcan di asta navneteweyî de piştgirî were dayin.
7. Êrîşên hewayî yên li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava bêne astengkirin. Li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî 'qada li firînê qedexe' bê ragihandin. Hêzên Kurd li gel hêza aştiyê ya navdewletî li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê wezîfeya asayîşê bikin.
8. Ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê azad bibin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bike.
Ji bo navxweyî:
1. Parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên şexsî û siyasî de bêne dîtin.
2. Xwe ji nakokiyên siyasî yên navxweyî vegire, ji bo çareseriya nakokiyên navxweyî hewl bê dayin.
3. Dest li karên navxweyî yên parçeyên Kurdistanê neyê werdan û Rêveberiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bêne parastin. Rêveberiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê astengiyên di navbera xwe de ji holê rakin û di asta siyasî, aborî, civakî û çandî de têkiliyê ava bikin.
4. Bi beşdariya hemû dînamîkên neteweyî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bê pêkanîn.
5. Ev konferansa mezin a Kurd û Kurdistaniyan ku bi wesîleya sala 100'emîn a Peymana Lozanê ya nexêr hate lidarxfistin, careke din bang li hemû rêveber û pêşengên gelên Kurdistanê dike ku wezîfeyên xwe yên neteweyî bi cih bînin, bêyî hincetan Tifaqa Mezin a Kurdistanê pêk bînin û bi vê armancê jî Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê lidar bixin.
6. Jiyana hevpar a gelên hindekahî yên li Kurdistanê bê parastin.
7. Ji bo hevjiyanê girîngî ji azadiya jinê re bê dayin.
Têkildarî herêma Kurdistan lê hate parçekirin:
1. Parçeyên Kurdistanê yên di nava sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin bi rengekî fermî bi navê Kurdistanê bêne naskirin û li Tirkiye û Sûriyeyê bi statuya ku bi xwe diyar dike bêne qebûlkirin.
2. Statuya xweser a Kurdistanê di nava fermiyeta navneteweyî de li Neteweyên Yekbûyî bê temsîlkirin.
3. Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi beşdariya nûnerên gelê Kurdistanê komîsyoneke navneteweyî bê avakirin, komîsyona navborî têkiliyê bi dewletên aliyê Peymana Lozanê re dayne, ji bo peydakirina çareseriyên konjonkturel rêyên diyalog û aştiyane bêna afirandin û bicihanîn.
4. Ji bo ev daxwazên konferansê bêne bicihanîn komîsyoneke koordînatîf bê avakirin.
5. Ji bo karê dîplomasiya hevpar a Kurdistanê bimeşîne, komîsyoneke pispor bê avakirin û wezîfedarkirin.
6. Ji bo temsîliyeta Kurdistanê li Neteweyên Yekbûyî bê kirin, karekî xurt û bi hev re bê meşandin.
7. Ji bo şopandin û bicihanîna encamên konferansê komîte yan jî komîsyoneke pispor bê avakirin.
8. Ji bilî Komara Tirkiyeyê wê bi hemû dewletên aliyê Peymana Lozanê re têkiliya dîplomatî bê danîn ku neheqiya dîrokî bê telafîkirin û ji wan bê xwestin ku dawî li mexdûriyeta gelê Kurd û gelên Kurdistanê bînin.
9. Ji bo Peymaneke Navneteweyî ya Alternatîf bê çêkirin wê karekî çalak bê kirin.
10. Ji hikumeta Tirkiyeyê wê bê xwestin ku sozên têkildarî pêkhateyên ne misilman dane bêyî cihêkariyê bike bi cih bîne.
11. Êzidî hemaneke esasî ya gelê Kurd e ku ne misilman e. Divê di kategoriya 'hindikahiyên ne misilman' de bên qebûlkirin, mafên ku ji Rûm, Ermen, Suryanî-Keldanî re têne dayin ji Kurdên Êzidî, Yaresan û Elewî re jî bêne dayin.
12. Ji hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê wê bê xwestin ku têkildarî encamên Peymana Lozanê û ji bo telafîkirina mexdûriyetên wê ofîseke taybet ava bikin.
13. Ji bo têkiliyên navneteweyî yên hevpar bê meşandin wê organeke dîplomasiyê ya hevpar a Kurdistanê bê avakirin.
14. Di serî de rêberê KCK'ê Birêz Abdullah Ocalan wê ji dewleta Tirkiyeyê bê xwestin ku hemû girtiyên siyasî bêşert û merc berde.
15. Ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku hêza aştiyê di navbera Rojava û Tirkiyeyê de bi cih bike.
16. Wê ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku ji bo temsîliyeta Kurdistanê ofîsekê di bin sîwana xwe de ava bike.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览994
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-08-2023
挂钩项目: 68
图书馆
文章
小组: 文章
Publication date: 24-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-08-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on07-08-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):04-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览994
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1162 KB 04-08-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,906
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!