图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sedsaliya Lozanê û govenda li ber siya Kemalîzmê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sedsaliya Lozanê û govenda li ber siya Kemalîzmê

Sedsaliya Lozanê û govenda li ber siya Kemalîzmê
=KTML_Bold=Sedsaliya Lozanê û govenda li ber siya Kemalîzmê=KTML_End=
=KTML_Underline=#Yaqob Tilermenî# =KTML_End=

Peymana Lozanê ya ku di sala 1923’yan de li Swîsreyê di navbera Dewleta Tirkiyeyê û hin welatên Ewropayê de hate îmzekirin, va ye 100 sal li dû xwe hiştiye. Di vê peymanê de xalên der barê mijarên curbecur de hebûn û dema mirov dêhna xwe dide wan xalan, yekser dibîne ku Dewleta Tirkiyeyê ew li gora bîrdoza kemalîzmê û berjewendîyên “milletê tirk” bi cih anîne. Helbet mirov dikare yek bi yek li ser van xalan raweste, û dikare çik û pik û gelpikên wan aşkere bike. Lê ji ber mijara aktuelbûna xwejinûveavakarina pergala Dewleta Tirkiyeyê mirov dikare têkîldarî babeta kemalîzmê, mijara zimên û wekhevîya hemwelatîyan hinekî rave bike.
Yek ji xalên peymanê ya 39’an e ku li ser mafê zimanê kêmaran radiweste, di hûrgulîyeke wê de wiha hatiye nivîsandin:
“Ciyawazîya ol, bawerî ango mezhebî ji bo ti hemwelatîyên Tirkiyeyê li gora mafên medenî di warê sûdwergirtina mafên siyasî, bi taybetî têketina karên kamûyê û xizmetguzarîyê, bilindbûn û payegirtinê an jî di pîşeyên curbecur û beşên kar de wê nebe astengî.” û “Digel ku wê zimanê fermî bêguman hebe, hemwelatîyên ji bilî zimanê Tirkî diaxivin li dadgehan wê bi awayekî axaftinkî bi rêya dadmendan karibin bi rihetî zimanê xwe bi kar bînin.”
Ji van hûrgulîyan mirov dikare rabirdûya sedsalekê ya der barê axaftina bi zimanê Kurdî û helwesta pergalê bi hezaran mînakan şênber bike. Ji lewre bi rêya Fermana Islahkirina şarqê (Kurdistanê) û bi rêya zagonên dijmirovahî ew hemû mafên bi peymanê destnîşankirî yek bi yek hatin tunekirin û mirovên kurd û yên ne tirk bi zordarîyên nû re rûbirû man. Li dadgehan parastinên Apê Mûsa, Feqî Huseyin Sagniç, Vedat Aydin û siyasetmedarên kurd û cezagirtinên wan hê jî di bîra mirovan de ne. Ji ber wê ye ku çi tiştên têkîldarî kurdî hebin, bi berteka rayedaran û mirovên tirk têne astengkirin. Siyasetmedarên demokrat (!) rakirina Sonda Me ya li dibistanan jî weke têkçûna dewleta xwe dibînin. Sosyal demokrat û sosyalîstên ku şoreşa Kuba û tevgerên welatên Amerîkaya Latînî ji ser zimanên wan nakevin, ji bo mafê herî rewa yê zimanî nikarin du gotinan aşkere bibêjin. Jixwe hin dînamîkên gelê tirk ji ber hesasiyeta zimanî (!) her ji çendakî mirovên kurdîaxêv lînç dikin.
Ji ber van helwestan e ku kurdekî herî nexwende jî, hay ji van kiryaran çêdibin û yekser helwesteke dijber nîşan didin. Ji lewre her kurdek tûşî van xerabîyan tên û şahidîya bi destê pergalê dijîn. Di vî warî de Tevgera Azadiya kurdan û siyasetmedarên kurd gerek guh bidin helwestên mirovên xwe û yeka wan nekin dudu.
Tevgera Azadîya Kurdistanê ji derketina ser dika têkoşînê û vir ve, rastî û xwariyên pergala dagirkeran danîne ber xwe, rê û rêbazên têkoşîna li dijî wê pergalê tesbît kirine û li dijî wê pergalê têkoşînek meşandine. Li dû pêncî salên serhildan û berxwedanê weke fêkî û berhem jî êdî şervan, aqilmend, zana, bîrbir, fikirdar, siyasetmedar, hunermend û rûspîyên Kurdan yên xwedî feraseta hemdemî li her derên jiyanê ji bo pêşvebirina azadîya kurd û Kurdistanê derketine ser wê dikê. Serokê Tevgera Kurd gotiye, “Civakek zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş ve biribe, asta jiyana xwe jî ewqasî bi pêş ve biriye. Her wiha çiqasî winda kiribe û ketibe binê hukmê zimanên dîtir, ewqasî bûye mêtîngeh ewqasî bi qirkirin û bişaftinê re rûbirû maye.”* Pirs ev e: Tevgera organîk û çalak ji vê saetê pê ve pêdivîya wê ji dûvikên bîrdoza kemalîzma paşverû heye gelo?
Kemalîzma ku li ser destên oryantalîstên mêtînkar ava bûye, xwe li ser tunekirina çandan xwedî kiriye û sed saleke zilûmkar li dû xwe hiştiye. Di serî de kurd ji welatê wan mehrûm kirine. Ew ji mafên rewa yên netewbûnê bêpar hiştine. Di Resepsîyona Newrozê ya Lozanê de hevserokê KCD’ya Ewropayê Yuksel Koç di axaftina xwe de wiha got, “Min îro kincên gelêrî li xwe kirine û bi we re bi zimanê kurdî diaxivim, ji ber ku ev sed sal e ji ber kincên gelêrî û zimanê Kurdî bi deh hezaran mirov hatine kuştin…”** Belkî gotineke kurt be, lê bi rastî jî kurteya pergaleke sedsalî li ber çavan radixe.
Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Kemalîst û dûvikên wan bi qasî sed salî ye ku bi hişmendîya Oryantalîstan li kurd û netewên derî xwe dinêrin. Dema mirov li derketina serdema oryantalîzmê binêre, dê bibîne ku di serdema lûtkeya mêtînkarîyê de geş bûye. Latta Mani û Ruth Frankerberg li ser tesbîtên Edward Said wiha dibêjin: “Oryantalîzm nîşan dide bê çawa teşe daye destpêka mêtînkarîyê û zanîna wê zêde kiriye.”*** Her wiha Robert Young jî gotiye, oryantalîzmê “Mêtînkarî ji destpêkê ve rewa kiriye û di heman katê de destwerdanên wê yên dahatûyê hêsan kiriye.”****
Ji ber ku di nezera Rojavayîyan de oryantalîzm weke çekeke radestkirinê ye, gelên li Rojhilatê û çandên wan li gora stratejî û berjewendîyên xwe şîrove dike û di vî warî de zanînan belav dike. Dewleta Tirkiyeyê û rayedarên wê jî bi hişmendîya oryantalîzmeke ku cewherê kemalîzmê ye, sîxur û berdevkên bîrdoza xwe di nava hemû rêxistin, sazî û dezgehan de bi cih kirine û di rewşeke dijberî xwe de ew berdevkên wê demildest destwerdanê li wê rewşê dikin. Mirovên kurd ji ber van destwerdanan bi hêsanî dest û dûvikên oryantalîstên kemalîst deşîfre dikin û dixwazin bertekê rê bidin. Ji ber hindê ye ku divê pêşengên gelê Kurd sedema bertekên gelê xwe bi hêminî pêşwazî bikin û guh bidin wan.
Dema rojnameya Ozgur Gundemê zarokên belavkar ên rojnameyê weke Generalên Apê Mûsa dihatin binavkirin. Digel ku ew generalên rojnameyê di her warî de hê jî li ser piyan e, di qada siyasetê de jî Generalên Netewa kurd hene ku ew jinên kurd ên pêşketî ne. Di vê serdema hilbijartinê de ku kurd bi taktîkên bingehîn di beza herî zehmet de li dijî dehfik û manîpulasyonan bi ser ketin, bi helwestên dûvikên kemalîzmê xwestin têk bibin.
Dengê gel weke her timî bi helwesteke di cih de bilind bû, siyasetmedarên kurd hinekî bêdeng man, lê ji paş dîwarên girtîgehan dengekî generaleke netewa kurd bilind bû. Dengên pirrahiyên kurdan ku dixwestin li hemberî kemalîstên şaşik çepgir derxin, bi yek derbê ji devê Gultan Kişanak derket û weke aveke sar dilê her kesî hênik kir. Ji vê saetê pê ve û ji van peyvan zêdetir êdî bêminnetî ye. Çawa ku awirên Sabahat Tuncel li dijî şefê nîjadperest Devlet Bahçeli dengê dilê kurdan diteyisand, gotinên Gultan Kişanak jî helwesta rasteqîn a hilbijartinê bû. Ji ber wê em awirên Sabahat Tuncel û qisetên Gultan Kişanak ji bîr nekin.
Li Amedê tifaqa Azadî û Mafan a ji pêkhateyên kurd herî bêtir meseleya zimanê kurdî derxistin pêş û ji bo pêşîvekirina li zimên helwestên xwe diyar kirin. Li ser tora civakî jî mijara herî ziravhestyar a mirovên kurd, dîsa ziman e. Hingê xeteke me ya sor hebe, gerek li ser zimanê kurdî be û em helwesta xwe ya hilbijartinê jî di vî warî de bikin alaya bilindkirî. Her wiha em xalên peymana Lozanê yên der barê zimên bi mirêka xwe biteyisînin çavên dûvikên kemalîstan û govenda wan a li ber sîya kemalîzmê xera bikin.
* Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Kurd û çareseriya netewa demokratîk, pirtûka 5an, Cilda 1.
**Yuksel Koç, axaftina wî ya Resepsîyona Newrozê ya li Lozanê, 22.03.2023
*** “The Challenge of Orientalism”, Economy and Society
**** White Mytologies: Writing History and the West[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,060
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 13-06-2023
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 21-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,060
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!