图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,680
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Liv û tevgerên zarokan û Nûbara Biçûkan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Liv û tevgerên zarokan û Nûbara Biçûkan

Liv û tevgerên zarokan û Nûbara Biçûkan
=KTML_Bold=Liv û tevgerên zarokan û Nûbara Biçûkan=KTML_End=
=KTML_Underline=#Yaqob Tilermenî# =KTML_End=

Gotineke pêşiyên Japonan heye, dibêjin, “Pêdiviya zarokan ne ji şîretan, ji kiryaran heye.” Helbet mirovên gihîştî jî ji pend û şîretan hez nakin û dixwazin kesên hemberî wan bi kirinan tiştinan bi wan re parve bike. Ev hêmaneke xwezaya mirovan e û divê em hay jê hebin. Lê li vir ji ber ku mijara me ya navborî zarok in, em ê hin bîr û boçûnên xwe li ser wan binivîsin.
Yek ji pêşengên wêjeya kurdî ku mirov dikare bibêje, wêjeya kurdî ji ser rehleya wî pêşkêşî me bûye, zana û bîrbir Ahmedê Xanî beriya bi 340 salan (salên 1682-83) hay ji girîngiya pêkanîna kiryara ji bo zarokên kurdan hebûye û di vî warî de ji dêvla pendan li zarokan bike ji bo wan berhemeke mayînde afirandiye. Ew weke gotina Goethe “Biafirîne ey hunermend, neaxive! Belkî bibe bêhnvedanek helbestên te.” tevgeriyaye, ji dêvla axaftinê bi armanca hînkirina zimanê Erebî berhemeke bi navê Nûbara Biçûkan afirandiye û ji bo zarokan fersenda bêhnvedanê daye.
Nûbihara Biçûkan ku bi wateya xwe hem mizgîniya “bihareke nû” dide hem jî “hilberîn”eke serbixwe ye, dikare weke ferhenga yekemîn a kurdî jî were hesibandin. Ferheng bi van ristan dest pê dike:
“Ûmîda me ji tifalan
Ku me ‘emel betalan
Di weqtê dewr û dersan
Bikin înam û îhsan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbara Biçûkan lê danî
Ne ji bo sahibrewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan”
Digel ku heta roja îroj bi dehan nivîs û panel û şîrove û nirxandin li ser Mem û Zîna Xanî hatine pêşkêşkirin jî, girîngî û nirxê berhema Nûbara Biçûkan a giranbuha pir kêm hatiye zimên. Dewr û zemanê nivîskêr ku bi xweşikî fikr û ramanên netewîtiyê li ser rûyê cîhanê ne di rojevê de bûn, ji teref Ahmedê Xanî ve hem di Mem û Zînê de û hem jî bi nivîsandina Nûbara Biçûkan ev zanîn û raman bi nivîskî hatine raberkirin. Wî hêviya xwe bi zarokan ve girêdaye û bi rênîşandêriya xwe xwestiye zarok bibin “xwedî liv û tevgerên baş (îhsan)” û ev ne ji bo kesên xwedî maf (mirovên gihîştî), ji bo zarokên kurmancan (kurdan) kiriye.
Dema mirov ji hêla pedagojîk ve li meseleyê dinihêre, dibîne ku Ehmedê Xanî bi feraseta alimekî pedagog tevgeriyaye û divê mirovên kurd jî van ristên wî di her axaftin û nivîsên xwe de weke epîgrafan bi kar bînin. Ji lewre hewcedariya me pê namîne ku em ji ramanên xwe re fîlozof û alimên ewropayî bi tenê weke palpişt bihesibînin: (Belkî Ji Bo Bicûkên Kurmancan)
Dê û bavên kurd ku ji ber bindestiya dagirkerên xwe amûr û alavên pêşxistina tevgerên zarokan bi zimanê wan tuneye, ji ber van bêderfetiyan mecbûr dimînin ku di ser zimanên serdestên xwe re zarokan bigihînin û wan mezin bikin. Di vê rewşê de jî gelek hêmanên çanda kurdî ku ancax dikarin di ser zimên re werin hînkirin, ji dest diçin. Ji ber wê jî pirên zarokên kurdan bi hest û helwest û tevgerên kesên dîtir mezin dibin. Dê û bav dixwazin zarokên wan xwedî ferasetên jêhatî, gotinxweş, bixwebawer, zana, xweser, kurdewar û hwd. bin lê ku ev tevger di ser zimanê dayikê re neyêne fêrkirin, hingê pêşxistina van tevgeran jî zehmet dibe. Ji ber wê Ehmedê Xanî xwestiye zimanê erebî di ser zimanê kurdî re bide fêrkirin.
Zarok piraniya kirin û taybetiyên xwe bi rêyeke hêsan hîn dibin. Çinku bêyî ku haya dê bavan jê hebe, zarok kirinên dê û bav û mamosteyên xwe dubare dikin. Ji bo wê jî dê û bav û mamoste bi kirinên xwe yên erênî û bi nekirinên xwe yên neyînî dikarin ji zarokan re bibin mînak. Bavê ku naxwaze zarokên wî bi demdirêjî li televizyon, telefon û tabletan binêrin (3T), divê ew jî bi demdirêjî li van aletên mijûlkirinê nenêrin. Yanî divê gotin û kirinên bav li hev bikin. Di gihandina zarokan de ji vê helwestê re Tevgerên Mînakî tê gotin. Ango, dêya ku dixwaze zarokên wê li malê bi zimanê kurdî biaxive, divê ew jî di nava malê de bi hevserê xwe, cîran û hevalên xwe (li ber zarokan) bi kurdî biaxive. Hingê wê ev tevgera mînakî ji zarokan re bibe peyamek ku zimanê dêya wan, zimanekî giring e û bikarhêner e.
Her wiha zarok ji bilî tevgerên mezinên xwe (dê, bav, mamoste…), kirinên lehengên filmên televizyonan, lehengên xwendinên xwe (roman, çîrok…), ên heval û hogirên xwe jî mînak distînin. Di van kiryaran de dê û bav dikarin bi rista çavdêran tevbigerin û hay jê hebin zarok di pirtûkan de kîjan lehengan ji xwe re dikin mînak, bêtir bandora lehengên kîjan filman werdigirin û li kuçe û dibistanê bi kîjan zarokan re hevaltiyê dikin. Divê neyê jibîrkirin ku zarok bi hemû jiyana xwe di bin berpirsiyariya dê û bavên xwe de ne. Divê dê û bav ji peydakirina xwarinê heta bi cil û bergan, ji fersenda perwerdekirinê heta bi gihandina bi tenduristiya bedenî jî peywira xwe bê kêmasî bi cih bînin.
Her çiqas dê û bav dixwazin tevgerên erênî li cem zarokên wan hebin jî, ji ber sedemên ku me li jorê diyar kir, tevgerên neyînî jî ji mirovên derdora xwe werdigirin. Dê û bav jî hem bi gihandina xwe ya li nava malê û hem bi rêya perwerdeya li dibistanan dixwazin van tevgeran kêm bikin. Ji bo vê kêmkirinê yek ji rêyên guncav ravekirinên rêlibergirtinê ye. Ji bo rêlibergirtinên tevgerên xerab ên zarokan, divê beriya destpêkirina wê tevgerê, encamên wê ji teref mezinan ve werin dîtin û ew wê encamê bi zarokan jî bidin famkirin. Ji bo vê jî divê mezin zanibin ku zarok kîjan tevgeran dipejirîne û kîjanan qebûl nake. Wê çaxê hewce namîne ku mezin bi zarokê re bixeyide û têkîliya navbera wan jî wê zerarê nebîne. Zaroka ku ji dêvla çêkirina spartekên xwe li ser telefonê bi lîstikê dilîze, ger ji teref mezinan ve ji nişkê ve were hişyarkirin, ew hişyarî dê bi xwe re bertekên dijber çêbike. Divê beriya kirina vê tevgera neyînî ya zarokê, dê û bav girîngiya çêkirina spartekan di wextê wê de rave kiribin. Yanî divê dê û bav li danîna rêgezan û diyarkirina sînoran fikirîbin. Çawa ku rêgezên trafîkê dibe sedem ku mirov bi awayekî ewle erebeyên xwe biajon û jiyana xwe di ewlehiyê de bidomînin, rêgezên li nava malê û yên li nava dibistanê jî, dibe sedem ku zarok bi awayekî tenduristî, zanistî û ewlehî mezin bibin.
Me di vê nivîsa xwe de behsa hin rêgezan kir, lê ji bo ev rêbaz û rêgez pêk werin gerek em baş zanibin ku di perwerdehî û gihandina zarokan de tundî û çewisandin tuneye! Divê mirov van rêgezan di cihê wê de û di zemanê wê de pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku ev rêgez ji bo pêşxistina zarokan e. Divê were zanîn ku her zarokek bi serê xwe şexsek e û cîhanek e. Her zarok li hemberî heman rêgezan, heman bersivan nadin. Temenê wan, derûniya wan, penaberiya wan, rewşa wan a aborî, têkîliyên dê û bavên wan, jiyana wan a civakî û hin hêmanên dîtir bandoreke din li wan dike.
Gihandina zarokan çi li malê û çi li dibistanê, karê herî giran ê dê û bav û mamosteyan e. Ji ber wê, rê û rêbazên nêzîkbûna li zarokan, li gora tevgerên mezinan teşe digre û bandorekê çêdike. Lê di şert û mercên bindestiyê de ku derfetên mezinbûn û gihandina bi kurdewarî kêm e, dê û bav li nava malê bi zimanê kurdî û helwestên xwe yên mînakî dikarin zarokên xwe heta radeyekê bigihînin. Çawa ku pîr û kalan gotine, “Mal Mekteb e!”, divê em jî fêrkirin û gihandina di vê mektebê de mîna hewldanên Ehmedê Xanî yên beriya bi 340 salan bi pêş ve bibin. Ev ne ji bo sahibrewacan e, belkî ji bo biçûkên Kurmancan e![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览704
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 11-06-2023
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 28-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
书: 儿童
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览704
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,680
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!