图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,485
图片 105,322
书籍 19,454
相关文件 97,498
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kongreyên Erzurumê û Sêwasê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kongreyên Erzurumê û Sêwasê

Kongreyên Erzurumê û Sêwasê
=KTML_Bold=Kongreyên Erzurumê û Sêwasê=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Hukumeta Stanbolê di 8/9 yê temûza 1919 an da M. Kemal ji karê eskerîyê û fermandarîyê dûr dixe û bi vî awayî nûnertîya wî ya jibo padîşah bi dawî dibe û karê wî yê resmî namîne. Wek muaqet nûnerê Erzurumê Hoca Raif Efendî Kongreya Erzurumê vedike û piştî tespîtkirina delegeyan wek serokê dîwanê M. Kemal tê hilbijartin (ji bil 3 dengan hemî delege erê dibêjin). M. Kemal, ji nûneran ra dide xuyakirin ku pêwistîya avakirina ”Meclisa Neteweyî” û hukumetek heye ku ew îradeya xwe ji îradeya neteweyî werbigre.
Kongra Erzurumê di 23 temûz – 7 tebax 1919 an da pêk hatîye. Di derbarê kongreyê da gelek lêkolînên tirkan hene. Di nav van çavkanîyan da min çavkanîya ”Îslam Ansiklopedisi” (Ansiklopediya Îslamî) û yên dî muqayese kir. Lê divê ez bidim xuyakirin ku di vî derbarî da çavkanîyên Îslamî jî û yên Kemalist jî hema hema wek hev in, dema Şola Kurd û Kurdistanê bibe mijara lêkolîn û gengeşeyê. Hin tiştên ku li ser hûrgilîyan, wek jimarên beşdarîya nûneran li hev nayên, lê ev ne zêde girîng in.
Organizekirina pêkanîna kongreyê ji alîyê Cemîyeta Milliyeya Huqûqî Müdafaayî Şarkîyye ku navenda wê li Stanbolê bûye, şaxên wê yên Erzurum û Trabzonê ve çêbûye. Fikrê çêkirina kongreyê ji alîyê Kazim Paşa (Karabekir) ve hatîye pêşnîyarkirin û her çiqas M. Kemal digel pêşnîyarê nebûye jî, lê wî jî di dawîyê da qebûl kirîye. Li gora naveroka dîtinên K. Karabekir ku me li vir neqil kir, xuya dibe ku fikrê çêkirina kongreyê û amadekarîyên wê K. Karabekir e. Ji xwe wî gotibû ku ew dê li Şerqê Meclisek û hukumeteka neteweyî damezrîne. Dema wî amadekarîya kongra Erzurumê kirîye, M. Kemal hê li Stanbolê bûye.
Ji 5 bajaran (Trabzon 17, Erzurum 23, Sivas 11, Bedlîs 3 û Wan 2, tevayî 56) bi tevayî 56 nûner beşdar bûne. Ew, 17 cotkar û bazirgan, 5 zabitên teqawidkirî, 4 memurên teqawidkirî, 5 mamoste, 4 rojnamevan, 5 huqûqnas, 2 muhendîs, 1 doktor, 6 zilamên dînî (şêx û mela), 3 gelwekîlên berê, 1 general û 1 wezîrê berê bûne. Piranîya van beşdarvanan ji Erzurum û Trabzonê ne û jibo şolên xwe yên herêmî beşdar bûne. Ji bona ku M. Kemal û Huseyin Rauf bikaribin di kongreyê da beşdarî bikin, du nûnerên Erzurumê Cevat Dursunoğlu û Kazim Yurdalan xwe ji nûnertîyê vedikşînin û cîyên xwe didin M. Kemal û H. Rauf. Van hewildanan bi alîkarîya Kazim Paşa tên şûnê û dîsa li ser pêşnîyara Kazim Paşa, M. Kemal dibe serokê kongreyê. Nûnerê Maçkayê Îzzet Beg û nûnerê Erzurumê Hoca Raif Efendî jî dibin cîgirên serokê kongreyê.
Naveroka axiftina M. Kemal jibo vekirina kongreyê jî gelek balkêş û giring e. Loma divê em wê axiftinê li vir pêşkêşî we xwendoxên hêja bikin da ku baştir canbazîya M. Kemal were xuyakirin. Di vekirina kongreyê da M. Kemal weha dibêje:
”Hêzên eskerîyê yên dewletên ihtîlafê, Stanbola me xistine bin dagirkerîya xwe ku ew navenda gewre (bilind) ya Xelîfetîyê û cîyê textê sultan e. Roj bi rojê îzetî nefsa me ya millî, heysîyeta hukumetê, mafên seltenata Xelîfetîyê bi şidetê rastê êrîşên tecawuzê tên. Daxwaza (nîyaza) min ew e ku Xwedê daxwazan bigihîne hev, jibo hurmeta xoşewistê herî gewre Pêxemberê bijare ku vî welatê mubarek diparêze û xwedantîyê lê dike û heta qîyametê dînê îslamê ji dil didomîne, meqamê bilind jibo seltenat û Xelîfetîya milletê me yê asîl were parastin. Jibo fikirandina mafên me yên pîroz û gewre ev civîn wezîfedar e û divê serfîraz bibe. Amîn!” (Yakın Tarihimiz, c.1, Jêdergirtî: Evîn Aydar Çiçek, Koçgiri Ulusal Kurtuluş Hareketi, Apec Y. 1999, Stockholm/Sweden)
Wek mirov dibîne, hedefa sereke ew e ku osmanî were parastin û domandin.
Encamên 14 rojên civînê, biryarên kongreyê weha hatine komkirin:
1.Di nav sînorên millî da wetan tevayîyek e, nayê parçekirin. 2. Li dijî mudaxele û dagirkerîya bîyanîyan, dema Hukumeta Osmanî belav bû, bi tevayî divê milet têkeve nav berxwedanê û parastinê. 3. Dema Hukumeta Stanbolê nikaribe dahatûya welêt biparêze, jibo pêkanîna wê amancê, dê hukumeteka demkî (muaqet) were çêkirin. Endamên wê hukumetê, dê ji alîyê Kongreya Neteweyî ve werin hilbijartin. Eger kongre necivîyabe, dê wê hilbijartinê Heyeta Temsîlê (Heyet-î Temsilîye) bike. 4. Hukumranîya îradeya millî û Kuva-yî Millîyeyî esas e. 5. Jibo unsûrên Xiristîyanan mafên ku hukumranîya siyasi û wezna (balans) me ya civatî xirab bike, nayê dayîn. 6. Manda û parastin, nayê qebûlkirin. 7. Dê xebat çêbe jibo pêkanîna civandina Meclisa Neteweyî û karên hukumetê ku di bin kontrola meclisê da be.
Dema van hewildanên Erzurumê çêbûn, Sadrazam (serokwezir) Damat Ferit Paşa jî di 23yê temûza 1919an da haydarî daye çapemenîyê û gotîye ku ”Tevlîhevî li Anadolê çêbûye. Li ser navê Meclisa Neteweyî li dijî destûrê civîn çêbûne. Pêwist e ew ji alîyê memûrên eskerî û sivîl ve werin qedexekirin. Li dijî wan, tedbîr hatine sitandin. Kongre di 7ê tebaxê da temam dibe û M. Kemal ji endaman ra weha dibêje:
”Biryarên gelek girîng hatin sitandin. Me careke dî yekîtî û yekbûyîna milletê xwe nîşanê dinyayê da.” (min binê wê çixêz kir)
Li gora destûra (tuzuk) Kongreya Erzurumê, Heyeteka Temsîlê hatîye hilbijartin ku ev heyet ji van kesan pêkhatine: Mustafa Kemal (eskerê kevin), Rauf (wezîrê deryayê yê kevin), Raif (Gelwekilê Erzurumê yê kevin), Îzzet û Servet (Gelwekîlên Trabzonê yên kevin), Şêx Fevzî (Şêxê Nakşîbendî yê Erzinganê- Erzincan), Bekir Sami (Walîyê Beyrutê yê kevin), Sadullah (Gelwekîlê Bedlîsê yê kevin), Haci Musa (Reîsê Eşîra Mutki). Ev heyet, ji alîyek ve amadekarîya Kongreya Sêwasê dikir û ji alîyê dî ve jî piştgirîya hereketa Kuva-yî Millîye dikir.
Amanc û hedefên Kongreya Sêwasê, temsilkirina tevayîya welatê ku ji osmanîyan mabû, pêkbîne. Loma wek temsîldarên Bajarên Rojhilat Raif Beg, Rauf Beg, Şêx Fevzi Efendî, Bekir Sami Beg û Serokê Heyetê M. Kemal; di 29 yê tebaxa 1919an da ji Erzurumê diherin Sêwasê û kongre di 4ê îlonê da despêdike. Di kongreyê da hemî biryarên Kongreya Erzurumê tên pejirandin û qebûlkirin û li wan biryaran hin lêzêdekirin tên çêkirin. Navê ”Cemîyeta Hukukî ya Müdafaaya Anadoluya Rojhilat” dibe ”Cemîyeta Hukukî ya Müdafaayî Anadolu û Rumelî”.
Di şûna ”Heyeta Temsîlê, tevayîya Anadoluya Rojhilat temsîl dike” da ”..tevayîya welat temsîl dike” tê guhartin. Kongre, di 11yê îlonê da xilas dibe. Wek di pratikê da tê dîtin, Kongreyên Erzurumê û Sêwasê, dibin çîmentoya dewleta tirk û sînorên wan ên ”Mîsak-î Millî” û şopên xwe li Mudanyayê, li vekirina meclisa ewil û li Lozanê nîşan dane. M. Kemal jî di vê pêvajoya 23 yê nîsana 1920î da û paşê jî di 29 yê oktobra 1923 yan da serokatîya xwe ya eskerî, siyasî û civatî bi hev girêdaye û pejirandîye.
Bi Kongreyên Erzurum û Sêwasê M. Kemal, li ser xeta canbazîya xapandinê du gafên girîng avêtibûn û bi serketibû. Piştî ku hêza çekdarî ya kurd li başur têkçû; êdî bi karanîna politika canbazîyê ji alîyê Mistoyê Selanikî ve hêsa dibû. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê hêzên çekdarên kurd tunebûn ku li hemberî politika Mistoyê Kor têbikoşin; rêxistinên heyî jî kartonî bûn û ev jî karê Misto hêsatir dikir. Eger Xalit Begê Cibrî û hin giregirên kurdan (ên mintîqeyên Erzurum, Mûş, Bedlis, Wan) piştgirî nedana M. Kemal û Kongreyên Erzurum û Sêwasê pêk nehatana; pir zehmet bû ku Mistoyê canbaz bikariba Dewleta Tirk ava bikira. Mirov dikare bi hêsayî bêje ku ji zehmetîyê wêdatir, avakirina dewleta tirk mumkun jî nedibû.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览487
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 27-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 历史
城市: Arzurom
城市: Siwas
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览487
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,485
图片 105,322
书籍 19,454
相关文件 97,498
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!