图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Kurdistan û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Kurdistan û 4 welatên din femîsîda 2022’yan

Li Kurdistan û 4 welatên din femîsîda 2022’yan
=KTML_Bold=Li Kurdistan û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 2=KTML_End=
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her roj komkujiyeke jinan pêk tê. Jin jî têkoşîna li dijî vê qirkirinê li kolanan, li parlamentoyê, li kargeh û malan û li hemû qadan didomînin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin li her qadê tên qetilkirin û hewl didin li gorî feraseta mêran bidin jiyandin. Roj bi roj komkujiyên li ser jinan zêde dibin û metirsiya vê rewşê careke din derdikeve pêş çavan.
Têgiha ‘femîsîd’ cara ewilî di sala 1801’an de ji bo cînayetên jinan hate bikaranîn ku wateya wê ‘qirkirina jinan” e û ji peyva ‘jenocid’ hatiye dariştin. Diyana Russel têgiha femîsîd wek kuştina jinan ji aliyê zilaman ve ji ber ku jin in pênase dike. Femîsîd li çar aliyên cîhanê heye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê ve wek polîtîkayekê tê meşandin. Li hemberî vê yekê têkoşîna berxwedanê ya bi pêşengiya jinên Kurd gerdûnî û hevgirtî dibe.
Di vê beşa dosyaya me de em ê bala xwe bidin ser komkujiyên jinan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
=KTML_Bold=DI 10 MEHAN DE 280 JIN HATIN QETILKIRIN=KTML_End=
Bîlançoya komkujiya jinan li Tirkiyê û Bakur roj bi roj girantir dibe û hema hema her roj jinek tê kuştin. Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2021'an; herî kêm 323 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. 118 jin jî bi awayekî gumanbar hatin kuştin. Tecawiz li hezar û 19 jinan kirin û tundî lê kirin.
Li gorî bîlançoya 10 mehan a 2022'yan a ‘Platforma Em ê Komkujiyên Jinan Rawestînin’; 280 jin hatin qetilkirin û 202 jin jî bi awayekî biguman hatin kuştin. Sûcdar jî bê ceza hiştin û heçku hatin xelatkirin.
=KTML_Bold=TIRKIYE VEGUHERANDIN GIRTÎGEHEKÊ=KTML_End=
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ji 31’ê Gulana 2022’an ve bi giştî 12 hezar û 500 jin; 10 hezar û 522 hikumxwarî û hezar û 978 girtî, di girtîgehan de ne. Her wiha li 4 malên perwerdehiyê yên zarokan û 8 girtîgehên zarokan bi giştî 2 hezar û 76 zarokên ku temenê wan di navbera 12-18 saliyê de hene û 670 jê hikumxwarî û hezar û 406 jî girtî ne. 345 zarokên di navbera 0-6 saliyê de bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne.
Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Parlamentoyê ya ÎHD'ê ya 2021'an; li Bakur 141 jin hatin destgîrkirin. Der heqê 53 jinan de ku di nav de xwendekarên zanîngehan û siyasetmedar jî hene, lêpirsîn û doz hat vekirin û tevî mafê parastinê yê bi zimanê dayikê, di çarçoveya van dozan de ji 32 jinan re cezayên cuda hatin dayîn. 21 ji çalakiyên demokratîk û aştiyane yên jinan rastî êrişan hatin. Dîsa çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar ku ev 406 roj e li Rihayê didome, 6 caran hate qedexekirin, êriş lê hate kirin, Emîne Şenyaşar hate derbkirin û der barê wê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Di 21'ê Mijdarê de li dijî êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûr Kurdistanê li Amedê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de 47 kes ku di nav de jin jî hene, hatin destgîrkirin.
=KTML_Bold=ŞÎDETA LI SER ROJNAMEVANÊN JIN=KTML_End=
Tirkiye û Bakur jî ji bo rojnamevanan veguheriye zindanê. Li gorî Rapora Binpêkirina Mafan a li dijî Rojnamegerên Jin a Çile-Hezîrana 2022'yan ku Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê amade kiriye, herî kêm 161 binpêkirinên mafan li hemberî rojnamegerên jin pêk hatine. Di 7 mehan de herî kêm 18 rojnameger rastî êrişa fîzîkî ya hêzên Tirk hatine û di heman demê de li sosyal medyayê de jî heqaretên zayendperest û êrişên devkî yên mêran lê hatine kirin.
Şîdet li 14 rojnamegerên jin hat kirin, 6 rojnameger ji ber ku karê xwe dikin, gef lê xwarin. Bi ser malên 10 rojnamegeran de girtin, 26 rojnameger hatin destgîrkirin, rojnamegerek tacîz kirin. Mafê şopandona nûçeyan ê 31 rojnamgeran û mafê seyahatê yê rojnamegerekî hate astengkirin. 6 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Li rojnamegerekê jî sîxurî ferz kirin.
Der barê 10 rojnamegeran de lêpirsîn û der barê 12 rojnamegeran de jî doz hatin vekirin. Li 12 rojnamegeran bi giştî 23 sal û 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê û li 4 rojnamegeran jî bi giştî 190 hezar û 250 lîreyê Tirkiyê cezayê pere hat birîn. Di 25'ê Cotmehê de nûçegîhanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznur Begîren û gerînendeya karên nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînli û Zemo Aggoz bi îşkenceyê hatibûn destgîrkirin. Di 29’ê Cotmehê de 5 jê jin, 9 rojnameger hatin girtin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy li ser qetilkirina jinan a li Tirkiyê ji ajansa me re axivî.
=KTML_Bold='LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN BERXWEDANEKE XURT HEYE'=KTML_End=
Gulistan Atasoy destnîşan kir ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyê ji bo jinan pêvajoyeke wekî hev heye. Gulistan Atasoy got: Dema em li sedemên van krîzan binêrin, em şopên îdeolojiya zayendperest dibînin.
Gulistanê anî ziman ku faktorên wekî polîtîkayên dewletê, şîdeta cemaweriyê û navmalê, polîtîkayên berjewendiyê yên sîstema kapîtalîst, xizanî û krîza aboriyê, bingeha komkujiyên jinan in.
Gulistan Atasoy diyar kir ku jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hem berdêlên şîdeta dewletê hem jî polîtîkayên şer ên mêran ji didin û got: Ev polîtîkayên kirêt xwedî dîrokeke dîrokî ya bi hezaran salan in. Lê li hemberî wê jî têkoşîna ‘Jin jiyan azadiyî’yê heye ku tevgera jinên Kurd afirnad û îro bûye dirûşmeke navneteweyî.”
=KTML_Bold='HER KU TÊKOŞÎN GEŞ DIBE QIRKIRINA JINAN ZÊDETIR DIBE'=KTML_End=
Gulistan Atasoy got çanda berxwedanê ya ku hem li Rojava hem jî li Rojhilatê Kurdistanê li cîhanê belav bû û her ku berxwedan û têkoşîn geş bû, êrişên ji bo qirkirina jinan jî zêde bûne.
Gulistan Atasoy der barê êrişên dawîn de got: Hewldana têkbirina destkeftiyên jinan û tesfiyekirina jinan ji qadên civakî û siyasî jî nîşaneya hewldana pergalê ya ji bo ku xwe ji nû ve li hember mezinbûna têkoşîna jinan xurt bike.
=KTML_Bold=DEMA ‘JIN JIYAN AZADÎ’YÊ=KTML_End=
Gulistan Atasoy diyar kir hevgitina ku jin di 25'ê Mijdarê de nîşan bidin, dê nîşan bide ku zîhniyeta zayendperest a paşverû dikare têk biçe û anî ziman ku ev yek jî dê bihêle ku muxalefet xurt bibe.
Gulistan Atasoy cudahiya 25'ê Mijdarê ya li gorî salên borî jî wiha rave kir: Dê bibe potansiyeleke wisa ku bikare rê li ber pêvajoyekê veke ku hêviyê bide gelan û jinên cîhanê û bibe hêviya jiyaneke nû. Bandor û derfetên têkoşîna jinan a li Tirkiyê xwedî girîngiyeke mezin û dîrokî ye ku dê pêvajoya pêş ronî bike. Wek jinên Kurd em ham bang li jinên tirkiyeyî hem jî hemû tevgerên jinan ên li cîhanê dikin ku li dijî şîdeta dewletê, şer û mîlîtarîzmê bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' di 25'ê Mijdarê de bi hev re bibin hêviya jiyaneke nû. Werin em pêvajoya ku bibe sedsala jinan bi hev re pêşwazî bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览589
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 24-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览589
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!