图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,864
图片 106,275
书籍 19,333
相关文件 97,324
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 1

Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 1
=KTML_Bold=Li Kurdistanê û 4 welatên din femîsîda 2022’yan - 1=KTML_End=
=KTML_Bold=Başûrê Kurdistanê û Iraq=KTML_End=

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku hişmendiya desthiladar li mêjiyê civakê tê bicihkirin, di 11 mehan de 87 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan jî li dijî femîsîd (qirkirina jinan) têkoşîna xwe didomandin.
Tundiya li ser jinan ku zêdetirîn di rojên sembolîk bi taybet jî di 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de tê nîqaşkirin, dîsa bi vê munasebetê dikeve rojevê. Di berbanga salvegerek din a 25`ê Mijdarê de komkujiya ku li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê li dijî jinan pêk tê dibe mijarek serekê, lê di tevahiya salê de tundî û komkujî kêm nebûne. Me jî bi vê munasebetê tundiya ku li Kurdistanê di nava sala 2022`yan de li dijî jinan pêk hatiye berhev kir.
Di vê dosyaya ku ji 4 beşan pêk tê de em ê li ser qirkirina jinan (femîsîd) a li 4 perçeyên Kurdistanê ji aliyê deshiladar û dagirkeran hatiye pêk anîn vebêjin.
Hişmendiya mêrsalarî li her 4 perçeyên Kurdistanê bi rêbazên cûr be cûr femîsîd ango qirkirina jinan pêk tîne. Di vê beşê de em ê cih bidin femîsîda li Başûrê Kurdistan û Iraqê tê meşandin.
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê yek ji cûreyê tundiyê sinnetkirina jinan e. Tevî ku sinnetkirina jin li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê qedexeye jî, lê ev qanûn tenê li ser nivîsê dimîne. Ji ber wê ye ku her sal bi rêjeyeke berçav a jinan li Herêma Kurdistanê tên sinetkirin. Ji ber vî sûcî di dema sinetkirinê de gelek jin tene qetilkirin. Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bo pêşîgirtina vî sucî tu hewildanan nekê li kelêka vê rê li ber sinetkirina jinan vedike. Sinetkirina jin di sala 1989’an ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin.
=KTML_Bold=REWŞA METIRSÎDAR=KTML_End=
Li gor madeya 409, zagona cezakirinê ya hejmar 111 ya destûra bingehîn a Iraqê ku sala 1969`an derketiye, ger jin di bin hinceta “namûsê” de werin kuştin, ev ne sûc e. Her çiqas ev made di destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê de, di sala 2008`an de encama têkoşîna jinan hatibe guhertin jî, lê heta niha jî li Başûrê Kurdistanê kujerên jinan bê ku werin cezakirin bi hincetên din tên berdan. Her wiha cezayên gelekî sivik li kujeran tên birin û bi derxistina efûyan re ji girtigehan tên derxistin.
Di hela siyasî de jî jinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê rastî bêbandorhiştinê tên. Piştî sala 2003’an, jin beşdarî navendên biryarê yên qanûnê û rêveberiyê bûn. Lê, di dema hikûmeta Malikî de hejmara wezîrên jin ji 4’an anîn yekê. Li hemû navendên biryardanê û rêveberiyên giştî hijmara jinan hate kêm kirin.
Tevî ku di Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê de ji sedî 25 kotaya jinan heye, lê dîsa jî nûnertiya wan di hikûmetê de gelekî lewaz e. Di sala 2019’an de di encama xebatên jinan de hêjmara wezîrên jin ji 1’ê bû
Hebûna jinan a di van navendan de ji bo têkoşîna li dijî hişmendiya mêrsalar girîng e. Hewildanên hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê heya niha li ser armanca bêbandorkirina jinan û kolekirinê ye. Ji ber hişmendiya desthiladariyê kul i civakê jî hatiye empozekirin(bicihkirin) zewaca di temenê biçûk, pirjinî, telaq, xwekuştin, qetilkirin, tecawûz û girtin bi awayekî metirsîdar zede bûye.
=KTML_Bold=DI NAV 11 MEHAN DE 87 JIN HATINE QETILKIRIN=KTML_End=
Li gel nepêkanîna qanûnên parastina jinan, li Başûrê Kurdistanê di sala 2021`an de 45 jin û di 2020`an de jî 25 jin hatine qetilkirin û kujer nehatine cezakirin. Hijmara îsal ji salên derbasbûyî zêdetirîn e k udi nav 11 mehan de li herêmên Başûrê Kurdistanê 57 jin, li herêmên Iraqê jî 30 jin hatine qetilkirin.
Her wiha jinên ku li dijî vê hişmendiya mêrsalar disekinin û li pêşiya femîsîde dibin mertal ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK`ê têne hedef girtin. Yek ji wan jinên pêşeng aktîvîsta Jineolojiyê, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel e ku di 4'ê Cotmehê de bi êrişeke çekdarî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kuristanê hate şehîd xistin.
Li dijî van êriş û femîsîdê, jinên Başûrê Kurdistanê din av têkoşînê de ne. Ruxmî hemû astengiyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê rêzêçalakî, meş, mîtîng, daxuyanî tên dayîn. Gelek komaleyên jinan jî li herêmê hene. Tenê li herêma Başûrê Kurdistanê 4 hezar û 514 rêxistinên navxweyî û biyanî tenê bi nav hene, ku li ser giştî civakê xebatê didin meşandin, 280 rêxistin jî di aliyê têkoşîna jinan de di xebitin. Lê zehmete ku mirov behsa hebûna tevgereke jinan a ku hemûyan bigre nava xwe bike.
Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ji wan rêxistinan cûdatir e ku di afirandina hişmendiya azadiyê di jinan û derxistina hêza xwe ya rêxistinkirî esas digre û xwe li ser vê bingehê birêxistin dike. Ev xebatên rêxistinên jinan ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê ve têne asteng kirin.
Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Banû Helepçeyî derbarê femîsîda hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê ji ajansa me re axivî û diyar kirk u her çiqas zext, êriş li ser wan hebin wê bi awayekî çalak li dijî hişmendiya mêrsalar bisekinin.
=KTML_Bold=`BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE GIRAVEK JI QETILKIRINA JINAN RE`=KTML_End=
Banû Helepçeyî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî diyar kirk u ev roj yekbûna êş, zilm û tundiya li hemberî jinan teqez dike û got: “Başûrê Kurdistanê di vê dema dawî de, bûye giravek ji bo qetilkirina jinan. Kujer jî ne tê girtin û ne tên darizandin. Bi hişmendiya êlitî, ti hisab bo kuştina jinan nakin, bi sîstematîk lêpirsîn ji aliyê saziyên peywendîdar ve bi kujerê jinan nayê kirin. Her du hikûmet bêxem nêzî van dosyayan dibin ku ev dosya li dadgehan de tên veşartin. Nahelin kes beşdarî van dozan jî bibin. Li dijî van dosyayan her du hikûmet çalakiyên jinan asteng dikin û êriş dikin.”
=KTML_Bold=`KUJERÊN JINÊN SIYASETMEDAR JI TIRKIYÊ TÊN RÊKIRIN`=KTML_End=
“Ji aliyekî din ve, tundiya herî mezin li qada siyasî tê kirin” bi van gotinan re Banû Helepçeyî, destnîşan kirk u li Başûrê Kurdistan û Iraq bûye qada qetilkirin û tinekirina jinên siyasetmedar. Banû Helepçeyî, anî ziman ku kujerên siyasetmedaran ji aliyê dewleta Tirk ji Tirkiyê tên rêkirin û got: “Mînaka wê şehîd Nagîhan Akasel e. Dewleta Tirk ya faşîst hevala me Nagîhan û tevahiya jinên azadîxwaz weke xeterî ser xwe dibîne. Ev suc eşkerê tên kirin lê mixabin her du hikûmet bêdeng in. Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di bin zexta Tirkiyê de êrişî me û çalakiyên me dike.”
=KTML_Bold=SERDEMA `JIN JIYAN AZADÎ`=KTML_End=
Banû Helepçeyî, balkişand ser serdema heyî yak u bi slogana `Jin Jiyan Azadî` qîr dike û got: “Jin îro xwedî hêze û li qadan banga azadiyê dike. Ev serhildan hemû jinên Kurd, Fars, Ezer û Ereb bûn yek dest û bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî şoreşê li dar dixin. Ev dirûşme li seranserî cîhanê tê bihîstin ku li dijî sîstema kevneşop banga azadiyê jinan bûye felsefeyek.”
Tevayiya sazî û rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê, ji bo 25`ê Mijdarê di nav amadekariyên çalakiyan de ne. Banû Helepçeyî, rêzêçalakiyên îsal wiha parve kir; “Em û tevahiya rêxistinên jinan di wê rojê dakevin kolanan û çalakiya xwe pêk bînin. Pişt re panel û semîner derheqê vê rojê li dibistan, peymangeh û zanîngehan li dar bixin. Ev çalakî wê bi hevkariya KJAR û projeya `Jin Jiyan Mekuje` û çend rexistinên jinan tê saz kirin.”
=KTML_Bold=`LI KUDERÊ TUNDÎ HEBE EMÊ LI WIR BIN`=KTML_End=
Di dawiyê de Banû Helepçeyî, îşaret pê kirk u ew ji qetilkirin û tundiyê natirsin wê li dijî vê têkoşîna xwe dom bikin û got: “Pêwîst e tevahiya jinên û rêxistinên jin yên cîhanê li hemberî êrişan xwedî helwest bin. Li kuderê li dijî jinan tundî hebe em ê li wir bin û parastin jinan bikin. Bêguman ger hikûmeta herê, wê guhertinên mezin di warê azadiya jinan de çê bibe.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览605
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 23-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 伊拉克
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览605
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.111 KB 14-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,864
图片 106,275
书籍 19,333
相关文件 97,324
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!