Omeed OMEED SAGVAN AHMED
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Ev xebat lêgeryaneka derûnşîkarî ye li jêr nav û nîşanê şopên giryên derûnî di dastanên folklorî yên kurdî da. Ji bo vê xebatê çar dastanên folklorî hatine hilbijartin (Zembîlfiroş, Hesoyê Şivan, Edûla Mistefabegê û Narîna Binefşî)ٚ. Bizav hatîye kirin, kesayetên evan dastanan çi wek leheng yan jî karekter ji layê giryên derûnî ve bihên şirovekirin. Berhemên folklorî bi taybet janrê vegêrankî nimûneyên baş in bo evan core xwandinan, ji ber ku hemû mijarên tabo yên ku girêdayî bi hezên kipkirî û evîndarîya qedexe bi şêweyeka nerasterast, xwe di van vegêranan da dibînin, çi efsane, dastan, çîrok û hîkayatên folklorî bin yan jî berhemên hunerî yên nivîskaran bin. Jixwe ev janrayên vegêrankî cihê veşartina giryên derûnî ne û navê gelek girêyn derûnî ji van efsane û hîkayatên folklorî yên yunanî û cîhanî hatîne û bûne kereste bo rêbaza derûşîkarîyê. Ev xebat li jêr bîr û boçûnên Sigmund Freud û hevalên wî hatîye encamdan, herwesan mifa ji boçûnên derûnasên serdemê jî hatîye wergirtin, û hindek cihan mifa ji rêbaza hevberkirinê jî hatîye kirin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=477553&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Şopên Girêyên Derûnî di Dastanên Kurdî yên Folklorî da=KTML_Link_External_End=