图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,969
图片 106,407
书籍 19,324
相关文件 97,288
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Peymana Lozanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê
$Peymana Lozanê$ peymaneka aştiyê bû ko li 24ê Tîrmeha 1923ê jibo çaresera arîşeya Anadol û parçekirina Împeratoriya Osmanî di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekê û Civata Neteweyî ya Mezin ya Tirkiyê li bajarê Lozanê hat morkirin. Vê peymanê Peymana Sêvrê ko dinavbera hevalbendan û Împeratoriya Osmanî da hatbû morkirin betalvekir. Peymana Lozanê verêja xebata Tirkan bi seroktiya Ataturkî û berjewendiyên nû yên welatên mîna Brîtanyayê li herêmê bû.
$Nûnerên Kurd li Lozanê$
İsmet İnönü li wêder gotiye ku ew li ser navê Tirk û Kurdan tev li wêdere. Xêrî wî jî mebûseki bi navê Zulfi Tigrel (Zulfizade Zulfi yan jî Zulfî Bey) bi wan ra çûye Lozanê û li wêderê vî Zulfîyî gotiye ku ew li ser navê Kurda li wê ye û tu daxwaziyeka Kurdan tuneye. Yanê İnönü û Tigrel bi hevra Kurda li nava rastê, bê war û welat hiştine. Şixo haya Îngilîza jî ji petrol pêştir ji tu tiştekî nînbû. Wan û Tirka li ser Kurda di rojekî da li hev kirin û carekî din qet êdî qala Kurda çênebû li Lozanê. Peyva Kurd yek carekê jî di nivîsara peymanê da derbas nabe.
$Avriyek$
Piştî derkirina hêzên Yewnanê ji aliyê Arteşê Tirkan bi seroktiya Ataturkî, hukmeta nû ya Tirkan Peymana Sêvrê mandel kir. Danûstandin di Konfransa Lozanê da dest pê bûn. Îsmet Înonu nimînendeyê Tirkan bû. Danûstandinan çend mehan vekêşa. Li 20ê Çirya Pêşîn 1922ê Konfransê dubare dest bikarê xwe kir. Di 4ê Sebata 1923ê, Konferans sekinî. Di 23ê Nîsana 1923yan de nîqaş ji nû da dest pê bûn û di 24ê Tîrmeha 1923 da lihevhatin hat morkirin. Bi vî awayî hêviyên Kurdan bi avê ra çûn.
$Nêrîna giştî$
Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan.
Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd piştî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.
Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin.
Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, Mustafa Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…
(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)
Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn.
Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe.
Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.
Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.
Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek.
Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.
Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin.
Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niştimanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, piştî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.
Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.
Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku sê-çar dabeşkeran li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.
Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,706
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | ku.wikipedia.org 14.02.2014
相关文件: 1
挂钩项目: 48
图书馆
库尔德文件
文章
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Switzerland
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 14-02-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on14-02-2023
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):14-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,706
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,969
图片 106,407
书籍 19,324
相关文件 97,288
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!