Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyê ve careke din Dadgeha Federaliya Iraqê helwesteke dinê dijminkaraneya beranber Herêma Kurdistanê nîşan da û rêgiriyê li wê yekê kir ew bire pareya ji bo Herêma Kurdistanê bê ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve ji bo Herêma Kurdistanê bê şandin.
Li vir da mebest ew bire pare nîne belku, kêşeya serekî binpêkirina maf û prensîbe. Hemû aliyek agahdarin ku beşdariya me ya li hevpeymaniya îdareya dewletê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, li ser bingeha bernameyeke rûn û zelal buye ku hemû aliyan rêkeftinê li ser kirine. Dabînkirina beşek ji şayeste darayiyên Herêma Kurdistanê jî ku mafeke rewaya xelkê Kurdistanê ye, beşek buye li wê bernameyê û rêkeftin li ser hatibû kirin. Ji bo wê yekê biryara îro ya Dadgeha Federal, berî wê yekê ku dijî Herêma Kurdistanê bê, dijî proseya siyasî û dijî Hikûmeta Iraqî û dijî bernameya hevpeymaniya îdareya dewletê bi xwe ye jî.
Gelek seyre her dema keş û hewayeke erênî li navbera Hewlêr û Bexdayê dirust bûbê û derfetek ji bo çareseriya giriftan hatibê holê, heman demê de Dadgeha Federalî kar ji bo têkdana wê derfetê kiriye û bi biryareke dijminkarane derfetê ji nav biriye û bûye sedema aloztirbûna kêşeyan. Diyare ajandayekî bi gumanî bi cîh dike û cihê Dadgeha Şoreş (Mahkemetul Elsewra) ya rejîma berê girtiye.
Li vir da daxwazê ji Hikûmeta Iraqî û aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewletê dikim helwesta xwe li ser vê binpêkirin û dijayetîkirinê nîşan bidin ku ji aliyê Dadgeha Federalî ve li dijî berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê encam didin. [1]
#Mesud Barzanî#
25.01.2023