图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,942
图片 106,352
书籍 19,330
相关文件 97,301
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
99 SAL LI SER PEYMANA BÊBEXT!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê
DR.AZAD EHMED ELÎ
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Di van rojan de, 99 sal li ser Peymana #Lozan#ê (24`ê Tîrmeha 1923`an) derbas dibin. Ev peyman li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbara hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de biser ketin û hêzên ku li ser mîrateya împaratoriya Osmaniyan ya têkçûyî bi nakok bûn, hate îmzekirin. Ev peyman bi awayekî fermî bi Hevpyemana”Çareserkirina dubendiyên Rojhilata Navîn” hate pênasekirin, ku di navbera 01.11.1922 heta 24.07.2022 danûstandinên dirêj û dijwar hate meşandin. Danûstandin di navbera #Împratoriya# Osmaniyan ji aliyekî ve û di navbera dewletên Birêtaniya, Fransa, Îtaliya, Yewnanistan, Romaniya Sirbîstan û Kroatya ji aliyekî din ve, pêk hat.
Li ser 143 bendan ku derbasî metna peymanê bûn, hate nîqaşkirin û li ser hate lihevkirin, lê di wan bendan de behsa doza #Kurd#an nehate kirin. Her wiha, şandeya Tirkiyeyê jî bi serkêşiya kesayetê siyasî yê di aliyê hizir de wekî Ataturk bû û bi eslê xwe Kurd e, Ismet Înonu bû.
Kongreya Lozanê yek ji dirêjtirîn danûstandinên dawî yên di navbera dewleta Osmaniyan û dewletên ku di gelek dozan de bi wan re nakok wekî, xêzkirina sînor û pevguhartina nifûsê, her wiha dozên siyasî û mêtingeriyê ên hevbeş.
Wekî encameke berbiçav, mirov dikare bêje ku girintirîn û ya herî metirsîdar a encama vê peymanê, bidawîbûna encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn e û girtina rûpela kongreya aşitiyê ku li banliyoya Sêvrê ya Parîsê hate lidarxistin. Di heman demê de, kongreya aşitiyê jî bi peymanekê ku bi awayekî piratîk desthildariya Osmaniyan bidawî dike û pêvajoya jihevxistina wê jî û bidawîanîna hebûna wê rewa kir. Di encama danûstandinan de jî, peymana Sêvrê (10.08.1920) çêbû.
Her wiha, pêşniyaza hilbijartinan ji bo diyarkirina çarenûsa siyasî ya #Kurdistan#a Osmaniyan ku di Peymana Sêvrê de hatibû bibîrxistin, lê di Peymana Lozanê de ev pêşniyaz hate rakirin. Lewra, Tirkiye di vî alî ve bi awayekî bibiryar bi serket û projeya serxwebûna Kurdistanê hat binaxkirin û projeyên parçekirina Kurdistanê, jiholê rakirina çanda gelê Kurdistanê û tunekirina nasnameya wan, ketin piratîkê.
Di cewherê xwe de, Peymana Lozanê yek ji qirêjtirîn lihevkirinên siyasî û parvekirina desthildariyê li Rojhilata Navîn bû, ku diencamê de zemîna avakirina (Komara Tirkiyê) bi sînorên xwe yên heyî hate danîn û ew kirin dewleteke ku jiyan lê dibe piştî ku dewleta osmanî di sînorên sê eyaletên Anatoliya Rojavayî de bi sînor kir. Lê hêzên Ewropayê yên biserketin, bi Tirkiyeyê û bi kordîneya bi Rûsyaya Sovyetê re li ser dabînkirina berjewendiyên hemû dewletên ku li ser peymanê erê kirin, lihev kirin. Lê bê ku nûnerên Kurdistanê, Ermenîstan û dewletên Ereban, têde hebin.
Di heman demê de, Peymana Lozanê zemîna derketina Kemal Ataturk danî, her wiha Kemalîzm (Ilmanî) damezirand û komareke bi awayekî nijadperest, neteweperest û êrişkar bi alîkarîya Ewropayê hate avakirin. Sembola komarê ji wê rojê heta îro, (Yek gel, yek ziman, yek al). Ji ber vê yekê, bi alîkariya Ewropayê veguhertinên mezin ên nifûsê û guhertinên demografîk ji bo xurtkirina hebûna Tirkan li Anatoliyê pêk hatin.
Lê, îro bi boneya 99`emîn a salvegera îmzekirina vê peymana mêtingeriyêya xayîn, mirov dikare bi awayekî objektîf bêje ku hemû gelên Rojhilata Navîn zirar ji vê peymanê dîtin û mirov dikare bi vê kurtayî şirove bike:
-Peymana Lozanê ya sala 1923`an, ne rewa ye û rewabûna xwe ya qanûnî û exlaqî tune ye. Di heman demê de, mafên gelên herêmê nexasimmafên gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenûsa siyasî de, ji holê hate rakirin.
-Ev peyman destpêka xiyaneta li dijî Kurdan bû û jiholêrakirina nasname û çanda Kurdan bû. Her wiha, ji hikûmeta Tirkiyeyê re bû alîkar da ku li ser metoda siyasetên qirkirina komî bimeşe.
-Yek ji encamên vê peymana xiyanetê, pêkanîna gelek komkujiyan li dijî civakên Kurdistanê bû, ya herî mezin ji wan komkujiyan li dijî herema di navbera Dicle û Firatê de bû, ku di sala 1925’an de li dijî gundiyên herêma Alyan komkujiyek pêk hat û sivîl li gundê Ala Qimş hatin komkirin. Di encamê de, kuştineke komî li dijî sivîlan pêk hat û derdora 1450 mêr, jin û zarok û hejmarek Quranên ku di destê hinek sivîlan de de bûn, da ku xwe bi pirtûkên pîroz biparêzin û dûrî metirsiya kuştinê bibin, hatin şewitandin. Komkujî û kiryarên tundiya li ser gelê me heta roja îro bi şêweyên cuda berdewam dikin.
-Hate piştrastkirin hemû aliyên bi Tirkiyeyê ev peyman îmze kirine, hevkar in û hevkarên hemû sûcên ku li dijî mirovahiyê û taybet li dijî gelê Kurdistanê ne. Bi taybetî hikûmetênBrîtanya, Fransa û Îtalya hevkarên dewleta Tirkiyeyê di sûcan de ne.
-Divê ji aliyên navdewletî daxwaz were kirin ku vê peymanê wek encam bidawî bikin û tawîzatan bidin hemû aliyên ku zirar jê dîtine.
Di wan deh mehên ku zemîna Peymana Lozanê hate danîn, gelek danûstandin û bazar hatin kirin. Di encamê de, her aliyekî tiştê ku dixwaze, bi dest xist, lê tenê gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar ma û rastî hemleyeke qirkirinê ya di sedsalî de hatin. Peymana Lozanê wê her bimîne peymana xiyanet û sûcê mêtingeriyê û roja îmzekirinê wê her bimîne roja îxaneta bi gelê Kurd ê aştîxwaz.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,021
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/- 01-12-2022
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 28-07-2022 (2 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 历史
文件类型: 翻译
普罗旺斯: Switzerland
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):01-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,021
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,942
图片 106,352
书籍 19,330
相关文件 97,301
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!