图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şoreşa nû ya Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Abdullah Hicab

Abdullah Hicab
N: Abdullah Hicab
Li kolanên bajar û gundên #Rojhilata Kurdistanê# xwîn diherike û li pey re îrade dimeşe. Serhildana ku bi şehîdbûna keça genc a kurd #Jîna Emînî# bi destê çeteyên Komara Îslamî li Tehranê, destpê kir ev demeke derbasî rewşa şoreşê bûye û seranserî R.H. Kurdistanê dagirtiye. Bi berfirehiya xwe, bi daxwazî û piratîka xwe, bi berdewamiya xwe û bi hevbendî û yekrêziya xwe, xelkê Kurdistanê vê carê nîşan da ku li ku sekiniye, çi dixwaze û girêdayî çi hizr û sekna siyasî ye. Ew niha ketine pêşiya serhildanek biwêr ya ku Kurdistan û Îranê ber bi şorişek dîrokî ve dibe. Nîşaneyên wê şoreşê her roj di gotinên dayk û babê şehîdan, ciwanan û şorişgerên kolanan de têne dîtin.
Ji mêj ve ku netewa kurd li R. Kurdistanê potansiyela xwe ya serhildan li hember dîktatoriyê nîşan da ye, lê vê carê û bi wê serhildanê re nîşaneyên şoreşek siyasî, civakî û kultûrî derdikevin. Şoreşa siyasî ji ber ku gel bi yekdengî hawara ”Neman bo dîktator” û ”Neman bo Komara Îslamî” bilind dike. Bi wê yekê re xelk, ji bi dawî anîna zext û zordariyên rojane zêdetir, niha hewla guhertina tewa ya sîstema deselatdar dide. Şoreşa civakî ji ber ku di nava siloganên ku rêbaza serhildana niha diyarî dikin de, durişma ”Jin, Jiyan, Azadî” dengê herî zelal û bilind e. Bi siloganan re, beşdarî û qurbanîdanên jinan nîşan dide ku niha rojeva sereke ya civaka Kurdistanê guhertina têgeha kevnare li ser maf, erk û pêgeha jinê di civakê de ye. Têgehek ku ji bingeha xwe ve li têgeha serwer, heta ji ya kevnareye civakê jî cuda ye. Û şoreşa kultûrî, ji ber ku di nava wan 10 heftiyên serhildanê de, bi qasî 43 salên derbasbûyî kultûr û hunera şorişgerî li Rojhilatê Kurdistanê gulveda ye û hatiye afirandin.
Dijberiya Komara îslamî bi netewa kurd û xwestek û îdealên tevgera neteweiye Kurdistanê re her ji wê rojê ve destpê kir dema xelkê Kurdistanê, hevdeng li gel tevgera xwe ya siyasî ji rêjîma nû re got NA! Wê helwêstê rêbaza siyasiye netewa kurd û rêjîma nû ji hev cuda kir. Kurdistanê rêya mafxwazî, pîvanên demokratîk, parastina mafê mirovan, rastî û edalet hilbijart, lê Komara Îslamî kete ser şopa kevneparêziyê, tolstandin û mirovkujî, binpê kirina mafê mirovan, bindest kirina jinan, paşve vegerandina civakê û bêdeng kirina dengên rexnegir.
Encama wê rêveqetandinê ew 43 sal in ku li Kurdistanê li ber çav e, lê di dema serhildanan de, hêj zêdetir xuya dike. Bi dehan sal êrişên hovane yên çekdarî, komkujiyên ku li encama serhildanên salên 1999, 2005, 2019 û niha jî serhildana mezin ya sala 2022 pêk hatin û hêj berdewam in û sekna hêzên mirovkuje Komara Îslamî li hember xelkê Kurdistanê çi gomanê nahêle ku Komara Îslamî weke hêzek dagîrker bi xelkê Kurdistanê re danûstandinê dike. Di gel hindê jî ew pîvanên ku hêzên dagîrker divê di dema dagîrkirina heremekê de li ber çav bigrin naparêze (Konvansyona Geneve, di derbarê parastina mafê sivîlan di dema şer de, 1949).
Ne tiştek weşartiye ku li ser mijarên azadî, demokrasî, mafê tak ji bo jiyanek serbest, maf û wekhewiya jin û mêran û pîvanên din yên bingehîne mafê mirovan netewa kurd û rêjîna Îranê li hev nakin. Lê di gel dijberiya îdeolojîke rêjîmê bi daxwazî û helwêstên siyasiye xelkê û hêzên siyasiye ku pêşengitiya tevgera siyasî li Rojhilata Kurdistanê dikin, hin hegerên din jî mewdaya di navbera rêjîmê û xelkê de zêde dike. Xelkê pêwîstî bi jiyanek ewle, avek paqij, jîngehek paqij, pêdiviyên rojane yên jiyanê, kar, sotemenî û bi dehan pêdiviyên madî yên din heye ku rêjîm çi ji wan bi cî naîne.
Zêdebarî wan pirsên bingehîn, siyasetên şaşe rêjîmê bi dehan alingarî û pirsgirêkên din ji barê girane jiyana rojaneye xelke zêde kiriye. Pirsgirêkên civakî, abûrî, tendirustî, pîşeyî û hwd, civak aniye rewşa teqînê û serhildanên îro encama wê teqînê ne.
Kurdistan ku şanaziya 43 sal berxwedan li hember Komara Îslamî li ser navê xwe tomar kiriye, îro pêşengitiya tevgerek sivîl, pêşvero, azadîhez û guhertinxwaz li seranserî Îranê dike. Di demek kin de piştî çirûska serhildanê li bajarê Seqizê, banga ”Jin, Jiyan, Azadî” derbasî kolanên bajarên mezine Îranê, zanîngehan, kargehên kar û nava civakê bû û bi xwe re piştgiriyek bê hempa ya navneteweyî anî. Di encama wê tevgera bi heybet de, her di serî de pirsa derbasbûn ji wê rêjîmê û guhertina sîstema heyî bi sîstemek girêdayî pîvanên demokratîk û pêdiviyên civakê re kete rojevê.
Yek ji xalên din yên bi hêze serhildana nû ew bû ku hevbendî û hevrêziyek xurt di nava civaka Kurdistanê de ava kir. Li her ciyê ku şehîdek dikeve erdê, bi dehan jin, mêr, law û zarok dadikevin kolanan û bi banga ”Şehîd namirin” ji şehîd û nirxên xwe xwedî derdikevin. Wê xwedîderketinê hêj zêde hêz û moral da xelkê serhildayî û malbatên şehîdan û di piratîkê de ew kirin sembolên nû yên serhildana Kurdistanê. Axaftinên dayk û babê şehîdan, kesên wan yên nêzîk û kesayetiyên diyare nava civakê li ser gorên şehîdan hêzek nû dide ber wê serhildanê, bi awayekê ku êdî daxwaziyên siyasî û neteweyî serî li nerazîbûnên rojane standine û bûne xwesteka sereke ya xwepîşanderan.
Hevpêgav di gel yekrezî û yek helwêstiya ku di nava civakê de çê bûyî, hêzên siyasî, rêkxistinên civakî, mamostayên ayinî û hemû kesayetî û çalakvanên kurd bi hev re û li gor pîvan û prensîpên neteweyî tev geriyan.
Yekdengiya hêzên siyasî û gel, serketina herî mezine heta niha ya tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bire nava berperên dîrokê. Lewma rêjîm niha dîn û har bûye û dixwaze tola serşorî û şikestinên xwe li hember serhildanan ji partiyên Kurdistanî hilîne. Êrişên hovane yên bi Dron û hajekan bo ser baregehên PDKÎ, Komele û PAK di wê çarçoveyê de divê were dîtin. Lê terorîstên Komara Îslamî bi wan êrişên hov nagîjin armanca xwe. Ji ber ku gel pişta partiyên xwe ber nade. Her piştî wan êrişên terorîstî û şehîdbûna bi dehan pêşmergeyan, dubare gel li her derî dikan girtin û kar û xebata rojane sekinandin heya nîşan bide ku ti car zarok û pêşengên xwe bi tenê nahêle. Helwêsta gel zêdetir rêjîma faşîste Tehranê xistiye elopeliya seferberiyek har û hov. Li hember wê rewşê jî dîsan berxwedanek dîrokî li hemû Kurdistanê dewam dike.
Îro Kurdistan bi hev re û yekdenge û li ser pêyan e. Tava şoreşa nû ya Rojhilat wê li bin ewr û hêlên tariyê dîrokê derdikeve û roniyê dide hemû Îran û Rojhilata Navîn. Bi wê şoreşê re wê feleka wê rêjîma mirovkuj jî ba bikeve û gel wê rêjîmê û deselata wê ya nehs bi hev re bawêje nava kulîfengê gilêş û kirsê dîrokê. Renge dem bikêşe, lê encam ji niha ve xuya ne.
Îro Kurdistanê nîşan da ku êdî dem hatiye hemû Îran bi dengê bilind hawar bike: ”Niha ew mêr, mêr e, yê weke jinê şêr e”.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览921
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kurdistanmedia.com/ - 27-11-2022
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 24-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 27-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):27-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览921
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.120 KB 27-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!