图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,505
图片 105,457
书籍 19,433
相关文件 97,438
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîroka Rovî û Şêr
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çîroka Rovî û Şêr

Çîroka Rovî û Şêr
Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê sêr nexwes dikeve. Heywanatên daristanê hemû diçine zîyareta wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimese ber bi qesra sêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî:
-Birayê rovî tu nayê em herin serêdana kekê sêr. Çawa ku tu jî zanî kekê sêr nexwes e?
Rovî got:
-Ma lawo sêr kurê bavê xwe. Ez jî kurê bavê xwe. Ezê çima biçime ser wî?
Di navbera rovî û gur de ev axaftina derbas bû. Dûv re ji hevûdu qetîyan. Gur çu qesra sêr. Rovî jî di aliyekî din ve mesîya. Dema gur çû nav civata sêr, civak silav kir çû destê sêr ramûsî û got:
- Serokê me; çawa me bihîst ku tu nexwes î em hemû hatin ziyareta te, lêbelê dema ez dihatim vira, bi rê de ez rastê rovî hatim. Min wezîyet jê re got, ku em bi heûdu re bên cem te. Lêbelê ewî ji te re da çêra û got:” Ew kurê bavê xwe, ez jî kurê bavê xwe. Ezê çira herim ziyareta wî?”
Hêrsa sêr hat. Bi hiddet got:
- Dema ku ez rehet bibim, ezê hestîyê wî biskênim.Ewê ji min re bê vira!
Di navberê de mehek û çend roj derbas bûn, rovî derket hat. Rê de çend mirovan jê re gotin ku gur çûye fesadîya wî li cem sêr kiriye. Sêr jî sond xwarîye ku rovî vegere, wê “hestîyê wî biskêne. Nav civakê de wî rezîl û ruswa bike.” Dema ku rovî ev bûyer û ew gotin bihîst, hêdî hêdî ber bi qesra sêr çû. Dêrî kuta û kete hundir. Civak silav kir, sêr bi se^re poz silava wî vegerand û got:
- Ji xwe re li wê jêrê rûne.Ka heya niha tu li kûderê bûyî?
Rovî li ser çokê xwe rûnist, bi melûlî dest bi axaftina xwe kir û got:
- Kekê sêr! Serokê min! Ruhê min! Ez Qurban! Ka qe tu li halê min napirsî? Hingî tu nexwesî ez çûme ji te re li doxtora û hekîma û Loqmanan geriyam. Ji bo dermanekî ji te re bibînim. Ji ber vê gerê dezîyên pêyên min qetîyan, ez mirim, pêrîsan bûm.
Sêr bi hêrs got:
-Ger wusan e ka dermanê te? Te çima derman nedît?
Rovî got:
- Ez heyran! Doxtor û hekîmên vî welatî neman ez lê gerîyam. Lê ez li hekîmekî pirr bas rast hatim. Nexwesîya te min jê re got. Min xwe avête dest û pêyê wî, ji bo ku dermanekî ji nexwesîya te ra çê bike.
Sêr bi hêrse hêrs qîr kir:
- Lawo tu çima virra dikî? Madem wusan e ka dermanê te?
Rovî:
- Ez xulam! Hêrs mebe ku ez ji te re bûyerê sîrove bikim. Ewî hekîmî got; ku hûn kapê gursaxe sax derxînin û laçikê derbas kin, bidne nexwes hema wê demê wê rehet be.
Wexta gur ev gotin bihîst hêz da xwe ku rabe. Mîrata hirçê wek qesabekî bêînsaf lekmek li nav çavê gur xist anî nav erasa meydanê. Çîpa gur bi xwînê girt pêda sor kir. Bû tîrqe tîrqa rovî kenîya û got:
- Gîzmesor! Kurê kerê tu îxbara min dikî? Dawîya muxbîra û fesadan ev e, ha ha!..
Gur jî kûre kûr dinaliya û digiriya. Hirçê û heywanên din kapê gur hûr hûr kirin û laçikê re derbas kirin, dane sêr. Ku sêr ew dermana vexwar pê re rehet bû. Li ser vê yekê sêr û heywanatên din ji rovî re digotin:”Apê rovî.” Jê re hurmet dikirin.
Çend roj sûn de, sêr li seyrangehê ji xwe re digeriya. Mêze kir ku “Apê rovî” ji wê de ber bi wî ve tê. Rovî hat sêr silav kir. Sêr silava wî bi dilsadî vegerand û jê pirs kir:
- Apê min î delal, wuha xêr e, tu bi kû de dimesî?
Rovî:
- Welleh birazî! Ezê herime gundê han. Hinek deynê min ser mirovekî ye, ku ez jê bistînim, dibe ku ji zarokên xwe re bidim kel pel.
Sêr:
- Ger destûra te hebe ezê jî bi te re bêm. Hem bîhna min jî derdikeve, tu jî tenê namînî…
Rovî:
- Birazî bi te nebe zehmet, ez dikarim bi tenê herim.
Sêr lavayê apê rovî kir ewî ji daxwazya biraziyê xwe neskênand. Bi hev re mesîyan ber bi wî gundî çûn. Xêleke rê de çûn. Rêya wan kete çiyakî. Derketin ser çiyê. Rovî çû ser çavkanîyekê lekmê xwe sil kir û li ser çavê xwe bir û anî. Wek ku hêstira dirêjîne. Xiste pirme pirm û giriya. Sêr bala xwe dayê ku Apê rovî digrî, meraq kir, got:
- Apê minê delal! Xwedê xêr ke tu ji bo çi wer digrî?
Rovî pirme pirm xwe bêhtir zêde kir û got:
- Aaaxx kurê min aaaxx! Qe nepirse? Kula min vegere!
Sêr lava kir, rica kir ka ji bo çi digrî, ku jê re bêje. Rovî dîsa axe ax kir û got:
- Kurê min î delal! Ez û bavê te yî rehmetî em di xortaniya xwe de dihatin vira digeriyan. Bavê te yî rehmetî ser van birrekên han re çindik çindik dileyîst, ser re baz dida. Ew roj hatin bîra min. Li ser vê dilê min sewitî, ez giriyam.
Sêr got:
- Apê hêja! Tu xeman neke, sayîsa neksîne. Ma bavê min ê rehmetî îro tune va dewsa wî de ez heme. Qey ez nikarim wek wî bileyzim û di ser birrekan re baz dim.
Ku sêr wuha got û çû di ser birrekan re baz da û vegerîya hat got:
-Apê delal! Çawa ye? Qe disibihime bavê xwe yî rehmetî yan na?
Rovî got:
- Na kurê min na! Kes naghêje rehmetî. Ew tewrek din bû.
Dîsa sêr bi hêrs çû ser qeya û di ser birreka re baz da û leyîst, meydan avêt hat û got:
Apo vê carê çawa ye? Wek bavê min î rehmetî ya ne wilo?
Rovî:
- Êhh, kurê min hinek disibihe rehmetî. Lê ne wek wî ye! “Sûna sêra nagre kundê dêra!”
Sêr bêhtir hêrs bî î çû. Vî alî, wî alî baz da ser birrekan re xwe avêt û leyîst. Lê navbera du heb birrekan gellek fireh bû. Dema ku sêr ser wan re baz da, pêyê wî semitî û newala kûr de firiya heya ku hat erdê ket. Pista wî li kevirekî ket û bi heft ciya sikest. Rovî dît ku sêr ket û nikare rabe. Hate cem û li pist vî sekinî. Sêr fehm kir ku rovî ew xiste dafikê. Xiste nale nal û got:
- Apê min ê sêrîn! Ez dizanim ku xêra min tune. Ezê bimrim. Lê qencîyên te pirr gihîstine min. Ez wan qencîyan nikarim bîrve bikim. Ji bo wan qencîyên te ka hela tu qasekî pês de were, ez herdu çavên te yên resbelek ramûsim. Bila ew kesera te jî di dilê min de nemîne. Pasê ezê bi dilekî rihetî bimrim. Bila gostê min jî ji apê min re xwes helal be.
Rovî dizanîbû ku here pêsîya sêr wê lêxe bikuje. Bi dilekî sewat got:
- Na kurê min na! Min bavê te yê rehmetî jî ji dawiyê ve xwar.
Pasê pist ve sekinî û bi dilekî rehet hêdî hêdî dest bi xwarina xwe kir…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,034
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kurtcebilgi.com
挂钩项目: 23
小组: 文章
Publication date: 25-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 25-08-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on25-08-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):25-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,034
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.145 KB 25-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,505
图片 105,457
书籍 19,433
相关文件 97,438
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!