图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,898
图片 106,293
书籍 19,330
相关文件 97,312
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîroka Bûk û Tûtûk
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çîroka Bûk û Tûtûk

Çîroka Bûk û Tûtûk
Hebû tunebû, çûkek hebû.
Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt.
Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê venişt, ji pîrê re got:
- Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.
Pîrê got:
- Baş e!
Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.
Pîrê got:
- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.
Çûkî got:
Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî ez ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.
Pîrê got:
- Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
- Ya sitiriyê min yan jî heft nan!
Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.
Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku şivanek li per pezîye. Şivanî şîr dotiye tasa şivaniyê, bişkulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivanî venişt got:
- Şivano, a ji te re heft nan. Biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!
Kêfa şivanî hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber şivanî venişt, got:
- Ka nanê min!
Şivan şaş ma, got:
- Min nanên te çand şîrî û xwar!
Çûkî got:
- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...
Şivanî got:
- Aman, yeman çûko wiha meke.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
- Ya heft nan, yan jî heft beran!
Şivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.
Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venişt, got:
- Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.
Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
- Kanî heft beranên min bidin min!
Xwediyê dawetê got:
- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.
Çûko got:
- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez bûkê dixwazim.
Gotin:
- Eman, yeman çûko wiha meke!
Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
- Yan heft beranên min yan jî bûkê...
Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!
Kêfa berxvanî hat got:
- Lê çawa!
Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî venişt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala firîya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,762
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kurtcebilgi.com
挂钩项目: 28
小组: 文章
Publication date: 25-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 25-08-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on25-08-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):25-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,762
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 25-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,898
图片 106,293
书籍 19,330
相关文件 97,312
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!