图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdên Azerbaycanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Azerbaycanê

Kurdên Azerbaycanê
Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayên kurdên li Qefqasyayê ye.
Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885'an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine. Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qûbadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.
Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne. Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886'an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr (Javanshir) zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926'an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn.
Ji sala 1920'an bi şûnde jimara kurdên Azerbaycanê dîsa kêmtir bû, ji ber ku beşeke mezin koçî Ermenistanê kirin û li wir gundên nû yên kurdan avakirin. Di heman demê de kurdên Azerbaycanê li Laçînê (rojavayê Qerebaxê) bûbûn xwediyê herêmeke xwe û navê Kurdistana Sor lê dan. Bi rastî jî, gelheya Laçînê (digel bajarên wek Kelbajar, Qûbadlî, Karakuşlak, Koturli, Murad-Qanlî û Kurd Hecî) bi pirranî ji kurdan pêk dihat. Di sala 1930'an de Kurdistana Sor hat belawkirin û hevwelatiyên wê jî êdî wek azerî hatin hesibandin.
Di salên 1930'î de pirraniya kurdên Azerbaycan û Ermenistanê hatin gelş kirin û li Qazaxistanê hatin bicihkirin. Herwiha, di sala 1944'an de jî kurdên Gurcistanê bûn qurbanên siyaseta tunekirinê ya Stalîn. Piştî sala 1961'an bi rêveberiya Mehmet Babayev li Bakûyê hewldanên bo wergirtina mafên kurdên Azerbaycanê hatin kirin, lê ew bê encam man.

Rewşa Kurdên Azerbaycanê îro
Jimarên fermî didin nîşan ku îro li Azerbaycanê 12.000 Kurd dijîn, lê li gorî çavkaniyên kurd ev reqam digihêje 200.000'an. Pirsgirêk ev e ku, dîroka kurdên Azerbaycanê bi tevahî ne diyar e. Meriv bi gelemperî kare bibêje ku jimarên fermî yên azerî û yên kurdan li hev nayên. Wek mînak: li gorî jimariya fermî ya sala 1979'an li Azerbaycanê kurd nînin.
Li hevnehatina çavkaniyên azerî û yên kurdî ji siyaseta azeriyan a li dijî kurdan pêk tê, ya ku pir dişibe siyaseta dewleta tirk. Lewra teknîkên vê siyasetê jî li ser bişavtin, manîpulasyona jimarên fermî, tune hesibandina kurdan û qedexekirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê pêk tên. Ewqas ku, rewşenbîrên kurd ên wek Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî - û heta xanedana Şedadî (Shaddadid) - wek azerî tên hesibandin.
Kurd hê jî tên heramoyî kirin: gelek kurdên ku di nasnameya wan de kurdî wek zimanê zikmakî hatiye nivîsîn nikarin kar bibînin.
Herweha serokê komlela Azerbaycan Heydar Eliyev got Kürd xalqı mübariz və qəhrəman xalqdır (bî kurdiya kurmancî: gelê Kurd gelekî têkoşer û gernas e). [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览578
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | ku.wikipedia.org
相关文件: 1
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Azerbaijan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 25-08-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-08-2022
此产品最近更新( سارا ک ):25-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览578
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!