图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kobanî
小组: 的地方 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kobanî

Kobanî
Navê kobanî ji aliyê dewleta Ereb ya şoven ve hatiye guhertin û bûye ‘Eyn El-Ereb’ ango kaniya Ereban an jî çavê Ereban. Lê, li gor gelek kesan navê ‘Kobanî’ ji gotina Îngilîzî (Company) ango kampanya tê. Di salên 1910-1920’an de Kampanya Elmanî ya ku rêya hesin ya trêna di navbera Berlîn û Bexdayê de li vê heremê bi cih dibû ji çiyayê Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Ji pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.
Firehbûna xaka Kobanî 3000,23 km2 ye. Hejmara şêniyan li gorî serjimara dewletê a sala 2000’an 204.653 însan e. Li gor nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herêma deşta Sirucê yekser bi Rihayê ve girêdayî ye. Li Rojava navenda herêmê (bajarê Kobanî) bi 30 km. ava çemê Firatê derbas dibe. Kobanî 100 km. dûrî bajarê Rihayê ye.
Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê jî 150 km. dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Tirkiyê heye. Başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye. Li rojhilatê wê sînorê herêma Tilebyê (Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye.
Kobanî ku bi pirranî deşta rast e (deşta Siruc) û hinek çiyayên ne bilind hene, wekî çiyayê Miştenûr 600 m. Çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, Çiyayê Reş, di herêma Kobaniyê de çem kêm in, hin kanî hebûn wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha ew jî çikiyane.
Bajarê Kobanî ji aliyê aborî ve: Di herêma Kobaniyê de 300 gund hene. Piranî gelê Kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mijûl dibin. Dar û daristin kêm in, çandiniyên salane tên çandin, wek pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, garis (genimşamî), kîmyon (biharat), zebeş û gelek berhemên axê yên din. Di van salên dawiyê jî çandiniya darên fistiq, qeysî, tirî, hinar, hêjîr û tiştên din jî bi dest dikevin. Xwedîkirina heywan û dewaran jî di van salên dawiyê de paş ketiye û lewaz bûye. Ciwan herî zêde bi xwendin û xebatên derveyî Sûriyê re mijûl dibin. Bi piranî li Lubnan, Iraq, Tirkiyê, Cezayîr, Tunis û Ewrûpayê dixebitin. Di herêmê de ji ber ku dewlet fabrîqe, dibistan û navendên xebatê ava nekiriye, lewma jî gelê herêmê her tim derdikevin derveyî welêt. Yan jî, di xebat û karên taybet de dixebitin û debara xwe dikin.
Ji hêla hesinkarî û çêkirina makîneyan û aletên hesin ve Kobanî gavên pirr mezin avêtiye. Gelek fabrîqeyên biçûk ên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û aletan lê hatiye. Dewleta Sûriyê bi polîtîkayên taybet her tim xêr û bêr ji herêma Kurdan derxistiye û biriye herêmên Ereban çêkiriye. Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet (Xeraze) ango suntajê navdar e. Mirov dikare bibêje ku, sektora kolandina bîran, bi pirranî di destên wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji vê sektorê ye.
Gelê Kobanî hemû Kurdên Kurmanc in. Çanda xwe ya Kurdayetî jî parastine. Wek herêmên din têkîliyên wan bi Ereban re pir kêm e. Jinên wir cilên Kurdî yên bedew li xwe dikin. Wek Xeftan, Bervank, Sixme, Kiras û Eba û ji bo serî jî Şal, Hibrî, Kum û kofî bikar tînin. Zilam jî cilên Ereban (keras, çefî û eqal) li xwe dikin. Hîn jî gelek kesên ku cilên kurdewarî (Şal, Şapik û êlek) li ber xwe dikin hene. Mirovên Kobaniyê dilgerm û dijwar in. Bi mêvanperwerî û piştvaniya hev têne nasîn.
Çanda vê heremê, hema wek a hemû Rihayê ye. Hîn bêhtir nêzî eşîrên Rihayê yên Êzidî ne. Gelek urf û edetên Êzidîtiyê di nava wan de maye, çendî ku hemû Misilman bin jî, lê ji qanûnên misilmantiyê bêhtir ew qanûnên Kurdayetiyê û eşîretiyê pêk tînin.
Çendî ku gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên mezin di dîrokê de ji Kobanî derneketibin jî, bi taybet di van salên dawî de gelek ciwanên nivîskar, hunermend, rewşenbîr û zane xwedî kiriye. Pirr dengbêjên wir ên binav û deng wek Baqî Xido, Hafizê Kor, Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebeşê hene. Di nava herêmê de gelek serpêhatî hene ku di seranserê Kurdistanê de hatine bihîstin. Wek serpêhatiya Eyşana Îbê û Bozan beg.
Dengbêj Baqî Xido jî yek ji dengbêjên Kurdan ên ku klama Derwêşê Evdî bi awayeke herî baş gotiye. Jixwe dengbêjê mezin Baqî Xido li hemû Kurdistanê tê nasîn. Her wiha hin dengbêj û sazbendên navdar hene wek Ehmedê Çep, Reşîd û Xalid Sofî, Mistefa, Baran û Zeyîm Kendeş, Kardox Beyro, Siyamend Oskulî. Di aliyê sazbendiyê de jî kemençeya Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî navdar e.
Eşîra herî mezin a Kobanî eşîra ‘Berazî’ ye. Ev eşîr di herêma Riha, Siruc, Serê Kaniyê, Silêmaniyê, Lubnanê û bajarê Hemayê de dijîn. Eşîreke pirr mezin e. Kesên derve ji hemû endamên konfederesyona vê eşîrê re ‘Berazî’ dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîle hene wek; Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mief, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan, Bêskan… Lê niha girêdana wan kêm bûye. Heta salên nêz malbata Şahîn Begê ji hoza Mîran serokatiya konfedersyona eşîra Beraziyan dikir, lê niha çi desthilatiya wan nemaye. Şahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komela Xoybûn de roleke sereke leyîstine û şervanên Kobanî yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalekî li hemberî qereqolên Tirkan pêk anîne.
Kobanî di nava xwe de li 6 navnedên birêvebirina herêmî dabeş dibe. Zêdetirî 321 gund li herêma Kobanî hene. Ji van gundan Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Şeran û gundê Şêranê mezin in. Pirraniya navên van gundan bi Kurdî ne, lê dewleta Ereb a şovenîst navê van gundan guhertiye û kiriye Erebî. Di salên dawî de gelek gundên Kobanî ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan. Bi taybetî jî bi navçeya Sirîn û parêzgeha Reqayê ve. Hêjayî gotinê ye ku navçeya Sirînê bi navneda herêma Kobanî ve girêdayî ye.
Di van gundan de gelek bermayiyên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve ew guheztine bajêr û muzexaneyên Ereban. Wek du şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê hatine birin bo bajarê Reqaya Ereban. Di serê Çiyayê Miştenûrê gelek şikeftên dîrokî hene, şikefta herî bi nav û deng jî şikefta Qîzikan heye. Her wiha gelek ziyaret û cihên pîroz hene. Wek ziyareta Xanmamed û ziyareta Kurikê. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.
Di Kobaniyê de hêjmarek Ermenî yên ku ji Tirkiyê reviyane jî hene. Rûniştvanên destpêkê yên bajêr Ermenî bûne. Ev Ermenî bi pirranî li taxa Gumrigê dijîn, bi karên hesinkarî û sazkariyê ve mijûl dibin. Têkîliya Kurd û Ermeniyan bi hev re pirr baş e, di navbera wan de têkîliyên kirîvtiyê heye. Ji xwe Ermenî pirr baş bi zimanê Kurdî diaxivin. Beriya ku şerê li Sûriyê destpê bike gelek Ermenî ji bo mercên jiyaneke baştir koçî bajarê Helebê kirin. Li rex Ermeniyan, hêjmarek ji Tirkmenan jî li bajêr dijîn. Tirkmen bi Tirkmenî û Kurdî diaxivin û bi pirranî bi karên dikanvaniyê re mijûl dibin. Her wiha, hin Ereb li bajêr û herêmê dijîn, bi taybetî jî Erebên ji eşîra Niîmî. Lê ev Ereb xwe Kurd dibînin û bi Kurdî diaxivin û ji kokên xwe yên Erebtiyê dûr ketine.
Ji roja ku Rojevayê Kurdistanê ji bakur hate qut kirin û heta roja me ya îro, gelê Rojevayê Kurdistanê hertim hembêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalekî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Her wiha serok eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela Xoybûn de roleke sereke leyîstiye. Birayê wî Bozan Beg ji aliyê desthilatiyê ve tê binçavkirin.
Di heman demê de, gelê Kobanî wek hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Başûr jî kirine. Di havîna sala 1979’an de Rêber APO ji bakur derbasî Rojevayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û pişt re jî Kobanî bû dergeha herî girîng a derbasbûna partîzan û şervanên PKK’ê. Wisa jî Kobanî bû yekem qada ku hembêza xwe ji şoreşa azadiya PKK’ê re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li serê çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di rêya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîna li serê Çiyayên Kurdistanê şer dikin. Kobanî di rêya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kir wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan şehîdên qehreman.
Niha jî ji 19’ê Tîrmeha sala 2012’an pê ve ji yekemîn pêngava şoreşê re dergûşî kir û di dîroka Kurdistanê de çawa ku bû mekanê malovaniya Rêber APO, niha jî di azadiya Kurdistanê û biserxistina şoreşa azadiyê de rola sereke girtiye ser xwe. Li beramberî hemû êrîş, talan, qirkirin û komkujiyên hovanê yên hêzên Elqayî de, El-Nusra û çeteyên Tirk ku bi çekên herî dijwar û arastî êrîş dikin û li ser gel qirkirinê pêk tînin, Kobanî û beşên din ên Rojavayê Kurdistanê bûye navgîna berxwedana bêhempa ya azadiyê[1].
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,056
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://pajk.org/
相关文件: 1
挂钩项目: 34
小组: 的地方
Extermination and deportation: Yes
广场: 城市
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-06-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on04-06-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):04-06-2022
URL
此产品已被浏览1,056
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.59 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.411 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.313 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.213 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.18 KB 03-06-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!