图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber1
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ
NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ
ÊZÎZÊ GERDENZERÎ

di sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistanê) hate dinê. Zarotî û xortanîya xwe li gundê Dêrik/Cercerîs ê li Ermenîstanê derbas dike. Di sala 1970an de, Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, bû doktorê zanyarîyê bizîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir. 1960î ve dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Di rojanama “Rya Teze” de gelek nivîsên wî heta weşandin. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta Dil” di 1968an de hat Ermenîstanê hat çapkirin. Şanonameya wî “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de li Şanoya Kurdî ya Tiblîsê tê lîstin.
Ezîz Gerdenzerî, niha li Denmarkê dijî. Ji zimanên Rûsî, Ermenî, Denmarkî û ji Almanî weregerê dike. Ji berhemên wî yên ku hatine çapkirin “Fîncana ferfûrî” (Roman, 1990). Hemû berhemên wî bi navê“Gêlavêj”(1996) çap dibe ku di wê berevokê de, romana wî ya duyem, du dramayên bi navê Xanê Çengzêrîn, Gelavêj/Ap û Birazî jî hene. Ji berhemên wî “Hezkirina Qedexe” li Stenbolê di 2011an de ji Weşanên Doz’ê ve tê çap kirin.
Çetoyê Zêdo: Hûn li ku mezin bûn?
Ezîzê Gerdenzerî: Li Ermenîstanê gundê Dêrikê…Gund gundê çiyayî bû. Tebîet(sirişt) pir sert bû. Lawên gund, lawên çiyayî, pir dilsoz, xwedîxîret, rastgo, welatperwer, dengbêj û çîrokbêj bûn. Min terbîyet û telîmata xwe li wir stand. Ew terbîyet û telîmat bû bingeha esasî di emirjîyana min de û mora xwe, tesîra xwe, li ser berhemên min hîşt û heta niha dihêle. Di sala 1970an de, min Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, ez di hêla bizîşkîyê de, bûm doktorê zanyarîyê. Min 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir.
Çetoyê Zêdo: We kengî dest bi Kurdî kir? Hûn dikarin qala xwe û berhemên xwe bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: Di 14-15 saliya xwe de min destbi nivîskariyê kir. Wê demê pir helbest û goterên min, bi navê Ezîzê Îsko, Ezîzê Emirî, Ezîzê Nemir, Şalîko Amîryan di rojnamayên “Rya teze” de têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê. Di sala 1968an de, ji alîyê Beşa Nivîskarên Kurd ya li nik Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê, biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka min ya yekem, ya helbestan “Kilîta dil” bê weşandinê. Paşê dereng ev pirtûk, wisa jî pir berhemên min yên din, di 6 bendên almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara teze” de, tên çap kirin. Sala 1990î romana min ya yekem “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê di Yêrêvanê de ronahî dibîne. Şanonameya min ya yekem “Zarîna çiya”(bi tîpên rûsî) bi pirtûkeke cihê di sala 1989an çap dibe û 1990î Şanoya Tbîlîsîyê ya Kurdî(derhênar: Mrazê Ûzo) ew nîşan dide. Dû re Înstîtûta Kurdî ya Parîsê(serokê înstîtûtê Kendal Nezan) ew şano wek fîlm derbazî li ser kasêta vîdêoyê dike. Di sala 1996an de, berevoka berhemên min ya bi navê “Gêlavêj”, di Yêrêvanê de, çap dibe. Di wê berevokê de, romana min ya duem, wisa jî du dramayên min Xanê Çengzêrîn, Gelavêj/Ap û Birazî tên weşandinê. Di Sala 2011an de, romana min ya sêem Solên Zêrîn, kurteroman ”Hezkirina Qedexe” wisa jî çend çîrok, di berevoka berhemên min ya bi navê ”Hezkirina Qedexe” ji aliyê weşenxaneya DOZ de tê çap kirin. DOZ wisa jî kurdiya berhemên nivîskarê Danîmark yê navdar H. C. Andersen wek pirtûka bi navê ”Çîrok û Serpêhatî” (wergerandin ya min) çap dike. Çendek berhemên min bi zimanê ermenî, rûsî, damîmarkî, almanî, hatine wergerandinê û weşandinê. Niha li Danîmark dijîm. Endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmark im.
Çetoyê Zêdo: We kengî dest bi şanoya kurdî kir?
Ezîzê Gerdenzerî: Min dawiya salên 1970ê dest bi şanoya kurdî kir û du komêdî wê demê nivîsî.
Çetoyê Zêdo: “Zarîniya Çiya çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: “Zarîniya Çiya di sala 1988an de hat nivîsar; di dema destpêka hilweşîna Yekîtiya Sovyêt de, dema nijadperestî li hemû komarên Yekîtiya Sovyêt de serê xwe bilind kiribû. Gava ku min ji bavê xwe re ev şanoname xwend, hêsir li çavên wî barîn, ew giriya û got: “Erê, lawo, me (kurdên êzîdî) du bav ji cîkî çal nekiriye”. Şano di derbarê wê yekê de ne, ku bi çi awayî kurdên Êzîdî yên bakûrê welêt, di sala 1918an de, bi mecbûrî dev ji bingeha kalûbavên xwe berdidin. Koçberiya wan, zulm û zehmetiya wan li ser riya koçberiyê dîtî, ewqasî bi êş û azar bûye, ku çiyayên welet jî li pey lawên xwe dizarin, digirîn. Ewan pişta xwe didin çiyayên xwe, welatê xwe û berê xwe didin Welatê Ûris. Welatê Ûris paşê dibe Yekîtiya Sovyêt. Di Yekîtiya Sovyêt de terora Stalînîzmê dest pê dibe. Gernasên me yên şanoyê tên girtin, dikevin heps û zindanan. Di heps û zindanên Yekîtiya Sovyêt de, zulm û zordariya gernasên me li ber çavên xwe dibînin, hîn jî ji zulm û zordariya wan li welêt de dîtibû girantir û bi şewattir bû... Tiştê here giran û here xeter ew bû, ku Êzdîxane wek çenge garis li nav Yekîtiya Sovyêt de belav dibe. Riya helandinê, asîmîle bûnê dikeve pêşiya êzdîxanê. Ev tişt ji bo gernasên me ji mirinê jî xerabtir bû.
Çetoyê Zêdo: Hûn dikarin ji me re qala şanoya kurdî ya li Sovyetê bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: Şanoya yekem ya kurdî di Yekîtiya Sovyêt de, sala 1937an û li Ermenistanê, gundê Elegezê de hat damezirandin. Ew şano ya dewletê û profesiyonal bû. Li wir drama Mem û Zîn ya li ser bingeha destana Ehmedê Xanî amade kirî, hat pêşkêşî temaşevanan kirin. Drama Hamlêt ya dramanûsê înglîz yê navdar William Şakespearê nemir li wê şanoyê de hate lîstin. Lê di sal 1947an de karê Sanoya Kurdî ya Elegezê tê rawestandin. Dawiya salên 1970î û destpêka 1980î dîsa Sanoya Kurdî ya Elegezê (Berpirsiyar Şalîkoyê Sefo) dergehê xwe li ber temaşevana vedike û pir drama û komêdî yên balkêş pêşkêşî temaşevanan dike. Sala 1980î Şanoya Kurdî ya Tibîlîsê (Gurcistan) tê damezirandin. Emek û keda damezirndar, birêvabir û derhênarê wê şanoyê, rehmetiyê Mirazê Ûzo Ceferov pir bû û xebata wî tu car nayê bîrkirinê. Wisa jî xebata bîst însanên li wê şanoyê de dixebitîn tu car nayê bîrkirinê.
Çetoyê Zêdo: Şanoyê ji bo we çi ye? Ji bo te şanogerî tiştekî çawa ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Şano ji bo min şoreş e, şoreşa hunerî, şoreşa agehdariyê û zanistiyê. Şano divê perçekî jîyana real ya rastî be li ser sehneyê/dikê. Şano divê bibe wek eyne û her kes serdestî û xeletiyên xwe di tê de bibîne. Şanogerî divê bibe wek dibistan, dibistana hunerê, li ku her cihêl û ahilek, her biçûk û mezinek dersa xwe jê hilde, qencî û xerabiyê ji hevdu cuda bike, di riya rast de bimeşe.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya hunerê xurt dike?
Ezîzê Gerdenzerî: Hezkirin, hezkirin hêza min ya hunerê xurt dike. Hezkirina min li ber bi jin û zarokên xwe, hezkirina min li ber bi heval û hogirên xwe, hezkirina min li hindava wê civakê de ya ez li nav de mezin bûme û dijîm. Hezkirina min ya ber bi wê civakê û wê netewê ya koka min lê şîn bûye.
Çetoyê Zêdo: Li gorî we şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Ezîzê Gerdenzerî: Bi dîtina min, hîn jî şanoya kurdî, wek pezeke kulek e. Di Kurdistana Başûr de karmendên ku berpirsiyariya pêşketina şanoya kurdî dikin, çawa pêwîst e, bi erk û wezîfa xwe ranabin. Divê niha şanoyên profesiyonal li her bajarekî başûrê Kurdistanê de hebûna. Ciyê şanaziyê ye, ku ji salên1990î de komên şanogeriyê li Amedê û bajarên bakûr yên din de hatin damezirandin. Niha jî ew kar û xebat bi serkeftin pêşde diçe. Eferin, ez dibêjin ji bo kurdên bakûr re, ku ewan kurmanciya delal dikin zimanê şanogeriya kurdî. Li başûr de soraniya delal bûye zimanê şanogeriya kurdî ya bingehî. Ev herdu zarav, ewan herdu lingên zimanê kurdî ne, herdu jî divê serkeftî bin û li hevdu re bimeşin.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan şanogeran li te çê bû? Bi mînakan tu dikarî ji me re vebêjî?
Ezîzê Gerdenzerî: Dramayên dramanûsê înglîz yê navdar William Şakespeare û komêdîyên nivîskarê danîmarkî yê bi navûdeng Ludvig Holberg bandoreke mezin li ser min hîştine.
Çetoyê Zêdo: Lêpoşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Ezîzê Gerdenzerî: Ez ji kirinên xwe yên bihurî ne poşman im. Çi ku min dikaribû bikira gerekî bihata kirin. Min sê zarok mezin kiriye. Min însanên nexweş qenc kiriye; pênc hezarî zêdetir emeliyat kiriye. Min di berhemên xwe de hezkirin daye pêş. Nêrîna min; tunene ol, civak û netewên xerab, lê heye siyaseta xerab û desthilatdarên bêhiş û mêjî. Ez ne poşmanim, ku di hemû dramayên xwe de, min guh daye li ser dilê xwe û min xebera pênûsa xwe kiriye.
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Ezîzê Gerdenzerî: Dîsa karê nivîskariyê dikim. Berhemên xwe yên êdî hatine nivîsar, ji bo weşandinê amade dikim û hwd.
Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Ezîzê Gerdenzerî: Ez pansiyoner im. Pê perê dewlet dide min debara xwe dikim.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên şanogeriya te hene?
Ezîzê Gerdenzerî: Guhertin di şanogeriya min de, li piştî 25 -30 salên dawîn de çê nebûye.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Ezîzê Gerdenzerî: Tiştên hûr û biçûk hebûne yên min nedixwest biqewimin. Lê tiştne balkêş jî dibek jî hebûne û ez nizanim.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya kurdî kîne?
Ezîzê Gerdenzerî: Temaşevanên şanoya kurdî pir hene, ji hemû nifşî ne û têgihîştî ne, lê mixabin sanoyên me hindikin.
Çetoyê Zêdo: Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Pê zimanê qels û giran şano nayê çêkirin. Çimkî hacetê şanogeriyê yê herî giring, ew ziman e. Şanogerên kurdî jî hewl didin xwe, ku bi zimanekî paqij û zelal, derkevin pêşberî temaşevanan.
Çetoyê Zêdo: Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan bizanibin?
Ezîzê Gerdenzerî: Divê şanogerên Kurd, diyalekta şanonamê, ya nivîskar bi kar aniye, baş bizanibin.
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya şanoya Kurdî hûn çi difikirin?
Ezîzê Gerdenzerî: Belê, qelsiyên perwerdehiya şanoya Kurdî pir min aciz dike. Em 50-60 milyon in, lê înstîtûteke me ya şanogeriyê tune. Çêkirina komên şanogeriyê divê bên zêdekirin, wisa jî dibistan, xwendegeh û înstîtûtên şanogeriyê divê bên damezirandin.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Pêşketin heye. Lê bi nêrîna min, roja îroyîn rewşa şanoya Kurdî ne baş e. Piştgirî pêwîst e.
Çetoyê Zêdo: Li gora te rexneya şanoya Kurdî di kîjan astê de ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Şanonameyên nirxgiran yên kurdî pir hene, lîstikvanên baş jî hene, lê pêşekar/pisporên şanogeriyê û karmendên xemxur kêm in. Vî karî de xemxurî pêwîst e. Heger herçar tiştên li jor gotî bi lingên hevdu re nemeşin, asta şanogeriya me wî ji cî de bimîne.
Çetoyê Zêdo: Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li ser şanogeriyê dike?
Ezîzê Gerdenzerî: Şano, wek me êdî pêşde got, eyna ye. Jiyana civakî/siyasî çiqasî pêşverû û serdest be, şanogerî jî wê ewqasî serkeftî be.
Çetoyê Zêdo: Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Ezîzê Gerdenzerî: Di wî warî de xebateke mezin pêwîst e. Divê her bajar û bajarokekî Kurdistanê de şanoyên bûkînokan bên damezirandinê.
Çetoyê Zêdo: Ji wêje û zargotian Kurdî divê kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe?
Ezîzê Gerdenzerî: Destana “Rostemî Zal”, destanên di derbarê Keleha Dimdim û Xanê wê, Xanê Çengzêrîn/Lepzêrîn de, destana evîndariyê “Leyl û Mecnûn” û hwd. Bi dîtina min, bûyerên Şengalê û Kobanî wê têkevin li şanoya Kurdî de. Ne mêrxasî û ne jî qelsî nayêne bîrkirin; qehremanî divê bê xurtkirin, qelsî ji holê bên rakirin. Xeletiyên xwe divê em bi xwe rast bikin, destkeftinên xwe pişguh nekin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,518
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | cetoyezedo.blogspot.com
相关文件: 2
挂钩项目: 23
小组: 文章
书: 剧院
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 前苏联
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 27-03-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on27-03-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):18-06-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,518
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.249 KB 18-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
照片文件 1.0.1551 KB 27-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!