ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,695
画像 105,807
書籍 19,377
関連ファイル 97,436
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Peyam, lê ji bo kê?: Fikarek li ser mîzaha kurdî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peyam, lê ji bo kê?: Fikarek li ser mîzaha kurdî

Peyam, lê ji bo kê?: Fikarek li ser mîzaha kurdî
Peyam, lê ji bo kê?: Fikarek li ser mîzaha kurdî
Înan Eroglu

17ê hezîranê şanoyek li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hebû: Li Dêrê Zargotin. Ev şanoya ku ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatibû derhênan, sê çîrokên ku ji nav kana zargotinê ve nizilî yan jî em bibêjin sê çîrokên bi ser kana zargotinê ve dawerivî bi şêweyekî çîrokbêjiyê bi hev girê dabûn. Di şanoyê de xalek bala min kişand ku vê dawiyê bi taybetî di çend şanoyên kurdî de û bi giştî di mîzah û berhemên mîzahî yên kurdî de lê rast têm.
Di vê şanoyê de û hin berhemên din de her tim peyamek bo rojeva siyasî ya Tirkiyeyê heye û peyam hema bêje li dor heman tiştî diçe û tê. Estetîka wê, hev(ne)girtina mijar/temaya şanoyê û peyamê, ferzkirineke pêkenînê li temaşevanan (ji ber ku her kes lazim e bikene bi vê peyamê) bila li aliyekî bin. Gelo di şanoyeke herî dûrî rojeva siyasî de jî lazim e peyamek hebe an na, ev pirs jî bila li aliyekî be. Lê problemeke giştî ya van peyaman heye ku lazim e ji hev bê veçirandin.
Pirsyara ewil ev e: Em van peyaman wekî kurdekî, kesekî bindest/mêtinkirî, ferdê neteweyeke cuda û xwedî daxwazên neteweyî didin an bi awayê kesekî din didin ku Tirkiyeyê wekî dewleta xwe/welatê xwe dibîne, daxwazên mixalîfekî tirk ê hikûmeta AKPyê/Erdogan wekî daxwazên xwe dihesibîne, rojeva ku ev derdora mixalîfan ji xwe re çêkirî wekî rojeva xwe qebûl dike, henek û mîzaha ku serdest dikin wekî henek û mîzaha xwe ferz dike?
Postera lîstika Li Dêrê Zargotin
Berî ku werim ser vê pirsyara esasî, dixwazim bala we bibim ser problemeke din a berbelav. Di Li Dêrê Zargotin de tevî ku amaje bi netewetî, yekîtî, biratiyê hatiye kirin jî, ev alî zêde ne zelal e. Em behsa “biratî û yekîtî”yeke çawa dikin? Ji ber ku ev herdu peyv jî ji eslê xwe ewçend hatine bidûrxistin, gelek caran ji gotareke klîşeyî wêdetir naçin. Gava behsa biratiyê tê kirin, biratiya gelan tê bîra me, gava behsa yekîtiyê tê kirin, ev ne yekîtiyeke li ser hîmên neteweyî ye, an yekîtiyeke bi serdestan re ye an jî yekîtiyeke ferzkirî ye li ser fikreke ku bêtir me ji kurdbûnê bi dûr dixe. Loma ye berî her tiştî ev rewş cihê mîzahê ye.
Di Li Dêrê de mesele ji meseleyeke neteweyî û bindestî-serdestiyê zêdetir wekî meseleyeke navxweyî û li dijî kesekî/grûpekê hatiye problematîzekirin. Di beşa rovî û şêr de, rovî gava dixwaze pesnê şêr bide û dibêje “tek daristan, tek şêr, tek zilam,” amaje bi R. T. Erdogan dike. An jî di destpêka çîrokê de gava ajelên li daristanê li dora şêr bin, poz didin kamerayê û rovî ajelên din tehn dide ji bo ku were pêşiyê li kêleka şêr bisekine, amaje bi Nureddin Nebati yê wezîrê berê yê tirk dike.
Gava em berê xwe didin hin qadên din, em dibînin ku heman henek di wan de jî dubare dibin. Di şanoya Wê Hesab Neyê Dayîn de ku ji şanonameya Dario Fo hatiye wergerandin (an jî belkî çêtir be em bibêjin lihevanîn), bi gotin-heneka “reis”, di beşa “Olîmpos”a skeça Hinek Henekê de bi gotinên wekî “tek adam”, “tek yol, tek millet” û “dîplomaya min jî tune ye”, di rêzefîlmê navdar Îşevê de bi komîserê ku jê re tê gotin “tek adam” (tek zilam) amaje bi Erdogan û desthilatiyeke şexsî tê kirin. Her di Îşevê de meriv bi karaktera Xaltîka Sosê rastî peyamên weha yên ji nav rojev û mîzaha tirkan tê. Bo nimûne di beşa 16em, fînala sezona yekem a Îşevê de Xaltîka Sosê bi gotinên wekî “Şerif Peker û Suslî Şerîf” de berê me dîsa dide mîzaheke tirkan ku amaje bi bûyerên navbera Sedat Peker û Suleyman Soyluyê wezîrê berê yê tirk dike. Komedyenê me yê naskirî Erdal Kaya jî di videoyên xwe de gelek caran cih dide mîzaheke ji nav rojeva tirkan, pisîkên ku dikevin trafoyê, asgari ücret, helwesta Meral Akşener a di “Maseya Şeşkesî” de, saziya Kızılayê, tayîn û azmûnên dewletê (ku piraniya wan li ser YKS û KPSSyê ne), fatûre û zêdebûna dolaran…
Bêguman ev hemû mînakên han nayêne wê wateyê ku hunermend û saziyên me bi temamî serî li mîzaheke weha didin û lazim e bibêjim ev karê wan tesîreke baş li zimanê kurdî û berbelaviya wê dike. Û lazim e bê dîtin ku ev rexneya han li ser naverokê ye ku mîzaheke xweserî xwe ava nekiriye û zimanekî taybet ê mîzahê di peywendeke cudatir û neteweyî de ji bo (mafê) kurdan/Kurdistanê peyda nekiriye. Dibe ku îtiraza ewil a li vê fikrê ev be û bê gotin ku “ev mijar di nav civaka kurdan de dibin cihê behs û henekan, loma normal e mîzaha wê jî bê kirin.” Li jêrê dê bê xwendin ku sedemeke vê ya serekî jî tesîra zêde ya siyaseta me ya serdest e li bakur ku berbelavî hemû tebeqeyên civakê bûye. Herçî hunermend in û pêkhênên muhim ên civakê ne û xwedî tesîreke zêdetir in, dikarin bi rola xwe ya serekî û xweser rabin, beşdariyê nekin di tesîreke weha ya ne di xêra berjewendiyên neteweyî de û kurdan bêtir bi Tirkiyeyê û rojeva wê ve girê nedin. Mîzaheke weha ser armanca serekî ya kurdan dinixême, xumam dike û wisa jê diyar dibe ku armanca me cudatir ji vê armancê, bi armanca her mixalifekî tirk re eynî ye û ew jî bi temamî guherîna kesekî/rejîmekê ye. Lê gelo em nizanin ku armanca me ax e, ziman e, serxwebûn û azadî ye? Nexwe ev mîzah nabe derman ji vê armancê re û nexwe lazim e me jî eleqedar neke. Ev meseleyên ku serdest dikin henek û pê dikenin, em çima bi destê xwe tînin nav qada xwe û rojeva wan teqlîd dikin?
Min got teqlîd, dixwazim li vir du jêwergiranan neqil bikim. Herdu jî ji nivîsarên dosyeya “Şanoya Kurdî” ya kovara Kürd Araştırmaları ne ku Mîrza Metîn û Çetoyê Zêdo amade kiriye.
“Taybetî zimanê Kurdî bi henekên serdest tew ya herî tewş em bixwe dixin ser dikê. Hewce nake serdest ziman qedexe bike êdî. Em bi dilxwazî wî zimanê dixin nav hunera xwe, wêjeya xwe, jîyana xwe, hişê xwe… êdî Kurd bixwe xwe asîmîle dike. Ija em çima vê jîyanê ku bi dagirkêr hatîyê çêkirin û sîya wan e, teqlîdê teqlîdan em mîna heqîqet qebûl bikin?” (Berrin Şemdin)
“Bindest, bi wateya xwe ya rojavayî “şano”yê ango dramayê ji diz û dagirkerên çanda xwe hîn dibin û bivê nevê bi xwezayî teqlîda şanoya mêtingeran dikin, dixwazin bibin weke wan. Ev yek bi gelemperî piştî zordestîya mêtingeran pêk tê û mêtinger mîmesîske “protez” xelatî mêtingehê dike ku bo mêtingehê sembola “modernîzm”ê ye.” (Mîrza Metîn)
Pirsa Berrin Şemdîn muhim e, meriv dikare ji bo vê nivîsarê bi vî awayî biguherîne: Em çima vê mîzaha ku dagirkeran çêkiriye, wekî mîzaha xwe qebûl bikin? Pir eşkere ye gava ku em tev li henekên wan dibin, em êdî ne kesekî ji neteweya xwe, lê kesekî ji wan in, bi wan re dikenin, bi wan re digirîn. Em êdî bi hebûna xwe li cem wan in, hevxemê wan in. Ew rexne li çi bigirin, em jî li wê digirin. Derdê wan ew e ku dewleta wan tim xweş ava be û kesekî bi dilê wan û dewletê li ser serê wan be. Gelo derdê me jî ev e? Derdê me qet ne ev e.
Nexwe derdê me çi ye? Rojeveke cudatir, û xweser. Mîzaheke ku mîzaha serdestên xwe teqlîd nake lê pûş dixe eyarê mîzaha wan, wê ji hev vediçirîne, vedişikîne. Berhemên ku kurdan ne wekî “insûr” û “hevwelatî”yekî tirkan lê wekî neteweyeke pêpesbûyî û li dû mafên xwe yên ax û zimanî berceste dikin. Û belkî jî çareya herî baş ew e ku meriv wê “xelat”a ku Mîrza Metîn behs dike, wê “mîmesîsa protez” hilde biavêje serê mêtingeran. Qebûlkirina her xelatekê, dê me ji me bi dûr bixe.
Teqlîda henekên serdestan ewqasî ketiye nav rihê me, li her derê bi awayekî xwe dide der. Û ewqasî sirayetî nava civata me bûye, hezkiriyên wê bêhesab zêde ne. Belkî ji ber vê yekê ye jî ku ewqasî di rewacê de ye di berhemên me de û belkî ji ber vê yekê be ku mîzaha li ser esas û daxwazên me yên serekî “marjînal” bimîne. Bêguman tesîra siyaseta serdest a bakur ecêb zêde ye di vê yekê de, ji ber ku siyaseta wê ya taybet bo kurdan tune ye, li dû armanceke neteweyî naçe û her dixwaze me entegreyî tirk(iye)bûnê bike. Tesîreke ewqasî zêde kiriye, piraniya qadên me yên hilberînê bi şiklekî dişibin wê, ji hunerê heta bi tîma futbolê ya kurdan jî ku wekî tîmeke kurdan hereket nake. (1) Lê halbikî qadên hilberînê lazim e dengekî xwe yê xweser hebin, karibin vê tesîrê veguherînin, bidarizînin, ne ku bi ber bayê wê bikevin. An dê gotineke me ji vê tesîra şaş re çênebe, bi mîzaha xwe, bi henekên xwe, berhemên xwe?
Lê gava em li şanoyên gelêrî yên kurdan dinêrin, em dibînin bê çawa henekê xwe bi şaşiyan dikin, bi parodiyan. Di lîstika Mîrê Şaş de ku li başûr û rojhilatê di cejnên newrozê de dihat leyistin, li şûna mîrê kurdan ê rastîn mirovekî din dibû mîr, ji bo demekê rêveberî dikir, didarizand, henekê xwe dikir. (2) Pêdiviya me jî niha bi mîrên weha hene, ên ku desthilatên heyî û tesîrên şaş tînin xwarê û desthilata xwe bi dest dixin, henekên xwe bi şaşiyan dikin, parodiya wê dikin. Lê bi zimanekî xweserî xwe, ji nav xwe. Ji hemû demê bêtir pêdiviya me pê heye ku em li ser vî zimanî bifikirin, bixebitin.
Ngugi wa Thiong’o di Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê de gava ku behsa serboriya şanoya afrîkî û şanoya ku wî bi xwe nivîsiye dike (Ngaahika Ndeenda), diyar dike ku beşdarên şanoyê di temsîliyeta dîroka xwe de hesas bûne û dibêje, “Ax û Azadî. Serxwebûna aborî û siyasî. Ev armancên têkoşîna wan bûn û wan nedixwest Ngaahika Ndeenda bi vana bilîze.” Û behs dike ka şanoya wan a li gundê Kamiriithuyê çawa di lêgerîna zimanekî resen ê şanoya afrîkî de bûye û çawa şêwazeke şênber dane vîzyona dahatûya Kenyayê: “Kenyayeke bo Kenyayiyan, Kenyayeke jixwebawer bo gelekî jixwebawer, vîzyoneke ku sîstema komunal a demokrasî û serxwebûnê bi xwe re tîne. (3)
Em dikarin ji vir dewam bikin, bi şêwazeke (peyameke) şênber bo vîzyona dahatûya Kurdistanê: Kurdistanek bo Kurdistaniyan.
Çavkanî:
(1) Ji bo nivîsa min a li ser vê mijarê, bnr. “Qedrîcan, Orwell, kurd û futbol”, https://botantimes.com/qedrican-orwell-kurd-u-futbol/
(2) Mahroo Raşidîrostamî, “Destpeka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê”, Wer. Fexriya Adsay, Zarema, 2014,j. 2, r. 130-1.
(3) Ngugi wa Thiong’o, Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê, Wer. Fexrîya Adsay, Lîs, 2018, r. 104, 113. ()
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは954表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/- 07-07-2023
リンクされたアイテム: 31
グループ: 記事
Publication date: 25-06-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: シアター
ブック: レポート
ブック: 文学
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Amed
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 07-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 07-07-2023
最近の( ئەمیر سیراجەدین )によって更新この商品: 07-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは954表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1114 KB 07-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,695
画像 105,807
書籍 19,377
関連ファイル 97,436
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.953 秒(秒) !