#Diyarname#
Pirtûkeke nû ya çîrokan xwe gihand ber destên çîrokhezan: Rik. “Rik#”# navê pirtûka çîrokan a #Bahoz Baran# e û ji Weşanxaneya #Wardoz#ê derketiye.
“Rik” çaremîn pirtûka çîrokan a Bahoz Baranî ye ku îsal ji Wardozê derket. Di Rikê de 9 çîrokên bi navê “Meqes”, “Xewn”, “Cezayê Ezraîlî”, “Hundir”, “Meraq û Mikuriyek”, “Du Rêwî”, “Kevirên Serhişk”, “Rik” û “Daxwaza Dawî” cih digirin.
Di çîrokan de kêm şaşî hene, lê bi piranî çîrok ji aliyê honakê û ji aliyê vegotinê ve serketî ne. Carinan dengê “Meqes”ê berber ligel çîroka wî tê, carinan çîroka Riko ku dil ber dide Rindê, çîrokên cihêreng, belkî çîrokên nas, lê bi şiklek cuda, honakek herikbar xwe digihînin xwendevanan.
Ji çîroka Meqesê çend rêz: Dengê meqesê olan dida, padîşahê ku berê jî ew deng bihîstibû û li ber guhê wî wekî lorîyekê bû, aram bû, aş bû, destê xwe bir ser birîna xwe, qalik girtibû, rehm ket zikê wî, deng li peywiran kir û Elî efû kir.
Bahoz Baran kî ye?
Bahoz Baran, di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bûye.
Baran Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetî xwediye, dûre li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de lîsansa bilind temam kiriye. Wî di sala 2017an da tevî Mem Mukrîyanî û Mehpûs Serhedî “Weşanên Wardozê” ava kir û niha karê edîtorîya weşanxaneyê dike.
Pirtûkên wî yên derketine ev in:
- A baş, Wardoz, Çîrok, çapa duyem, 2021
- Derb, Wardoz, Çîrok, çapa duyem, 2021
- Ferhenga Bişaftinê, Wardoz, Raman, 2017
- Motik, Wardoz, Meselok, 2017
- Rêzimana Kurmancî, Wardoz, 2018. Çapa Berfirehkirî
- Qîza Bavê Xwe, Wardoz, Çîrok, 2019
- Rêbera Rastnivîsînê, Tevî Komxebata Kurmancîyê, Weqfa Mezopotamyayê, 2019
- Rik, Wardoz, Çîrok, 2022
- Rik / Bahoz Baran / Weşanên Wardozê / Çîrok / 2022 /119 rûpel
[1]