Navê pirtûkê: Herdemciwanê (Çîrokên Gelêrî)
Navê nivîskar: Eslîxan Yıldırım
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbakır
Navê çapxaneyê: Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Sala çapê: 2009
[1]
Çûû û çûû û çûû bê ka çend roj û çend şevan; nihêrî baxçeyekî hemû şînahî, wîçewîça çûkaa... Hema ew jî ji hespê xwe dadikeve, hefsarê hespê xwe li lingê xwe girêdide û kurk û hewraniyê xwe ji xwe dike, davêje ser serê xwe. Guhekî zendika kurkê xwe tîne ber çavê xwe û di qulika zendikê re li hespê xwe dinihêre. Dibêje bila kes nizanibe ku ez şiyar im. Hewzeke avê jî di nîvê baxçe de ye; ava wê şîn dike, hewzeke paqij û zelal. Dinihêre sê kevok hatin, li ser hewzê danîn. Ew jî di qula zendika kurkê xwe re li wan dinihêre. Dît ku eyarê xwe ji xwe kirin, danîn dera hanê û bûn sê keçikên spehî û ketin avê. Di hewzê de xwe şûştin, lîstin û henek kirin. Li mêrik dinihêrin, di dil wan de razayî ye. Heta ji avê aciz bûn ji hewzê derketin û eyarê xwe li xwe kirin ku bifirin. Yek ji wan ber bi Mihemed ve diçe, ji nêzik ve lê dinihêre, dibe heyrana bejn û bala wî. Bangî her duyên din dike, dibêje:
- Waa xwehno!
- Çi ye? Zû were, em dereng man.
- Werin li vî xortê spehî binihêrin. Heyf û xebîneta vî xortî; hêja ye ku ew keçika navê wê Herdemciwanê ye, li bajarê Spîwanê, di neqeba heft deryayan de ye, ji xwe re bîne.
Her du keçikan lê vegerandin û gotin;
- Xwehê, niha ku ev xort şiyar be û dengê te biçê, îcar wêjê re bibe qehr û merez û di dilê wî de bimîne, ma ne guneh e? Xwezila te ev tişt negotibûya.
Keçika biçûk got;
- Na na razayî ye, dengê min neçûyê, hema peyvek bû û min got.
Kevok firiyan çûn