הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Gorna Ehmedê Xanî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî
=KTML_Bold=Gorna #Ehmedê Xanî# =KTML_End=
#Melîk Aykoç#

Dema mirov navê Bazîdê dibîhîse, berî her tiştî, sê taybetî û sê pîroziyên li Bazîdê tên bîra mirovan, 1 – Çiyayê Agirî, 2 – Qesra Îsheq Paşa, 3 – Gorna Ehmedê Xanî. Divê her kurd ê ku lingê wî/wê bi Bazîdê bikeve, van taybetmendiyên bi dîrok, wêje û bîra me re têkildar, teqez ziyaret bike. Heta, ev ji heca her baweriyê pîroztir e. Ez ê li ser vê mijarê, bi agahiyên hindik jî be, gorna Ehmedê Xanî bidim nasandin. Mixabin ku derbarê avakirina kumbeta li ser gorna Ehmedê Xanî de agahiyên heyî gelek kêm in. Ez ê jî bi wan kêm agahiyan hewl bidim ku bikanim bidim nasandin. Lê berê çend gotinên kurt li ser pîrê wêje û bîra me Ehmedê Xanî:
Derbarê cihê bûyîna Ehmedê Xanî de du dîtin hene, dîtina yekê ev e; tê gotin ku li gundê Xanî yê Hekariyan hatiye cihanê, piştî xwendina xwe ya bingehîn li wir qedandîye, hê nû çûye Bazîdê. Dîtina diduyan jî ev e; bavê wî gorbihuşt Îlyas /Elyas keyxwidayê (kadî) Mîr Mehmûdê kalikê Îsheq Paşa bûye û Ehmedê Xanî li Bazîdê hatiye dinê. Bes mejûyê rojbûna wî di peşgotina romana helbestî Mem û Zînê de heye û wiha dinivîse: “Lewra ku dema ji xaybê fek bû, tarixê hezâr û şêst û yek bû” Ev bi mîladî dibe 1651-2. Bes kirasguhertina wî baş tê zanîn, wî sala 1707´an qedem guhestiye. Ehmedê Xanî wê serdemê bi erebî, farisî, osmanî û kurdî xwendiye û bi her çar zimanan jî nivîsiye. Bes berhemên wî yên navdar bi kurdî ne. Navê wan ev in: 1- Nûbehara Biçûkan 2- Eqîdeya Îmanê 3- Mem û Zîn 4- Dîwan
Di warê zanyarî û tesewufê de mirovekî herî kamil û têgîhîştî ye. Lema, jê re “Reis -ul Ulema” hatiye gotin. Yanê formeke profesoriyê ye. Berhema wî ya herî navdar “Mem û Zîn” e. Ehmedê xanî Destana Memê Alan di kesayetiya çîrokeke evînê ya li Cizîrê de adapte kiriye li serdema xwe û ew bi hestê neteweyî xemilandiye. Wê serdemê, gelek serûbinbûnên dîrokî li Kurdistanê pêk tên. Osmanî û Sefewiyan em bi navê dîn parçe kiribûn û kiribûn Sunî û Kumsorî (Qizilbaş). Bûyera herî girîng jî peymana “Qesrî Şîrîn” e. Bi wê peymanê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi awayê neyê guhertin, tê parçekirin. Heta îngilîz û fransiyan di peymana “Sykes-Picot” de jî dest neda wî sînorî. Ehmedê Xanî wekî bersiva wê parçebûna welêt, van dubeytan dinivîse. “…Ger dê hebûya me padişahek /La‘iq bidiya Xwidê kulahek ... Ez mame di hikmeta Xwidê da / Kirmanc -î di dewleta dinê da / Aya bi çi wechî mane mehrûm? /Bîl cumle ji bo çi bûne mehkûm? …”
21´ê Sibatê/Reşemiyê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bû. Ehmedê Xanî li ser girîngîya zimanê dayikê ta wê serdemê ji bo piçûkan wiha dinivîse: “…Safî şemirand, vexwarî durdî /Menende Durê lîsanê Kurdî / Înaye nîzam û întîzamê / Kêşaye cefa ji boyê amê /Da xelqî nebêjitin Ekrad /Bê marîfet in, bê esl û binyad / Enwayê Milet xwedan kitêb in /Kurmanc tenê di bê hesêb in…”
Min di nivîsên din de ragihandibû ku Gorna Ehmedê Xanî, Qesra Îshaq Paşa û Keleha Bazîdê (Keleha Sor) sêkoşeyeke rast pêk tîne. Gorna gorbihuşt li başûrrojhilatê Keleha Bazîdê û li rojhilatê Qesra Îshaq Paşa li ser girê goristana Bazîda kevn hatiye lêkirin. Ev berpalê şakeke çiyayê Şêresurka /Şêresiyar ye. Anegorî agahiyên kêm jî em têdigêhêjin ku cara yekem di serdema lêkirina Qesra Îshaq Paşa de bi qubeyeke di forma Agirdang (Hurmizgan) de hatiye lêkirin. Kevirên di dîwarê Kumbeta Gorna gorbihuşt û di Qesra Îshaq Paşa de hatine bikaranîn ji heman kana keviran in. Lê di pêvajoya salan de bi pirranî tê ruxandin. Hin dîwarên wî û nîvê qubeya kumbetê li pê dimînin.
Çîroka ji nû ve lêkirina wî jî wiha ye: Di sala 1973- 1975’an de endamên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yên kurd xwerû jî serokê partiyê yê Bazîdê, Mustafa Ozbay bi tevî hevalên xwe parêzer Bahattin Eryilmaz, Erdogan Teomete û endezyar Veysel Çamlibel bi navê “Şêresiyar” kovarekê derdixin û di vê kovarê de mijara ji nû ve lêkirine Kumbeta Gorna Ehmedê Xanî derdixin pêş. Berê hem meleyên herêmê û hem jî partiya TÎP li ber radibin. Piştî xebata vê însiyatîfê, piştgirî ji gel û meleyên welêtparêz jî tê girtin. Dema darbeya leşkerî tê, ev proje tê rawestandin. Piştre dîsa dest bi xebatê dikin. Sala 1996´an bi alîkariya şaredarê Bazîdê, Mahmut Kotan û mutahîdên heremê yên welatparêz û piştgiriya gelê Bazîdê, kumbet û mizgefta Ehmedê Xanî tê tewawkirin û şeklê xwe yê îro digire. Dû re, şaredariyên welatparêz hin projeyên din bi pêş dixin, lê dewleta serdest pêşî li wan digire.
Bêgûman jiyana Ehmedê Xanî bi paragrafek du paragrafan nabe, xebateke berfireh divê, lê ji bo qunciknîvîsekê, ev jî wekî agahî bes in. Bi hêviya ku her kurd hem Qesra Îsheq Paşa û hem jî gorna pîrê hizra neteweyî Ehmedê Xanî ziyaret bikin. Hetanî keleh û cihekî din ê dîrokî bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
04-03-3022, Yenî Ozgur Polîtîka
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 921
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 20-07-2023
פריטים המקושרים: 30
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-03-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 20-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 20-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 921
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.985 2!