Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,968
Immagini 106,406
Libri 19,323
File correlati 97,287
Video 1,397
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê-2
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê

Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê
=KTML_Bold=Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê-2=KTML_End=
ALAN ROJ

Girîngiya şerê gel û parastina cewherî bi armanca pêşîlêgirtina qirkirinê Parastina cewherî mîna nan û avê pêwîst e
Ji serhildana Qamişlo ve komkujî li ser gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ji aliyê rejîma Baasê ve têne kirin. Ji bo rêgirtina li pêşiya komkujî û qirkirinan û bi armanca parastina mafên gel ji pergalên neteweperest ên faşîst li Sûriyê û dewletên derdorê pêwîstiya parastina cewherî derket holê. Kurdan bi pêkhateyên herêmê re roleke rêxistinî ya xurt di warê parastina gel de lîst û di şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de serkeftinên mezin pêk anîn.
Em ê di vê dosyayê ya ku wê ji 3 beşan pêk were de balê bikişînin ser têgeha parastinê û pêvajoya pêşketina parastinê li Rojava û Bakurê Sûriyê. Her wiha rola parastina gel di pêkanîna serkeftinan li hemû qadan de. Li aliyekî din jî tecrubeyên gel ên cîhanê yên di çarçoveya parastina nirxên xwe ji dijminên derve û rengê parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên derve de.
Têgeha parastin di aliyê zimanî de wateya xweparastina ji êrîşên li ser jiyanê yan jî xweparastina girêdayî mijareke din çi kesayetî be û çi jî civak, her wiha çi lawir, kom an jî hemû zindiyan destnîşan dike. Lê heger pênaseya parastinê di çarçoveya parastina ji êrîşên muhtemel de hat, wê demê divê têgeha êrîş jî were pênasekirin. Êrîş; kuştin e, qirkirin e, tirsandin, girtin, birîndarkirin û desteserkirin û hwd ne.
Pênaseya parastin û hişyariyên Rêbertiyê ji qirkirinê
Di têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê de pênaseyeke nû ji têgeha parastinê re hate dayîn anku parastina rewa. Êdî parastin li her çar parçeyên Kurdistanê ya li hemberî dewletên dagirker û desthilatdar de serî hildaye, bi vî awayî hate pênasekirin ku xwebirêxistina civakî, têkoşîna di hemû qadan de ye. Ev yek jî bi rêya birêxistinkirina leşkerî û parastina hemû nirxan pêkan e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê Parastina Kurdên di nava Pencên Qirkirina Çandî de de destnîşan dike ku pêwîst e li hember hemû cureyên qirkirinê hişyarî hebe û dibêje Ez behsa qirkirina fîzîkî tenê nakim, lê belê behsa qirkirina çandî û hemû cureyên din ên qirkirinê dikim.
Gelê şoreşger li Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa nirxên xwe parastin?
Bi feraseta Yek ziman, yek netewe, yek al, yek dewlet nirxên hemû gel û etnîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Kurd hatibûn înkarkirin.
Rejîma Sûriyê ya bi serkêşiya partiya Baas di çarçoveya siyasetên xwe yên qirkirin û nîjadperestiyê de maf, nasname, çand û urf û adetên Kurdên Rojava înkar kiribûn. Di heman demê de neteweyên din ên di herêmê de wekî Suryan, Asur, Tirkmen, Çerkez û Ermen înkar dikirin. Rejîmê her hewldaneke ji aliyê Kurdan an pêkhateyeke din ve yên bi armanca mafên rewa, bi êrîş bi nav dikir û bi bihaneya parastina dewletê ew hewldan têk dibirin.
Di pêvajoya şoreşa Sûriyê û şoreşa Rojava ya 19'ê Tirmehê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî xetereya qirkirin û dagirkerineke nû ya Osmanî re rû bi rû mabûn. Lê rêxistin, îrade û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê di çarçoveya parastina rewa de hemû planên hêzên dagirker pûç kirin. Di heman demê de birêxistinbûna gel a li hemberî êrîşên muhteml bi hêztir kir.
Beriya şerên Serêkaniyê û Şêxmeqsûdê yên li dijî komên terorîst û çeteyên Tirkiyê
Gelê Rojava –Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li gorî rêgeza parastina rewa bi rêxistin kir. Ji destpêka sala 2004'an de anku dema asta faşîzm û nîjadperestiya rejîma Baas a li dijî gelê Kurd gihîşt lûtkeyê, di 12'ê Adara 2004'an de Serhildana Qamişlo ya li hemberî hewldanên komkujiyê rabûn. Gelê Kurd di wê zanebûnê de bû ku heger bê deng bimînin, wê demê dê di aliyê fîzîkî, çand û civakî de ji aliyê pergala serwer ve were tunekirin.
Li ser vî esasê yekîneyên biçûk ên keç û xortên Kurd hatin avakirin. Ev yekîne erka birêxistinkirin, perwerdekirin û birêxistinkirina civakî, her wiha parastina nirxên wê girt ser xwe, di heman demê de zemîna destpêkirina şoreşa azadiyê danî.
Di şoreşa Sûriyê de rola gelê Kurd sereke bû. Bi pêşengiya gelê Kurd hemû pêkhateyên herêmê tev li şoreşa ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê bûn.
Kurd û hemû pêkhateyên Rojava – Bakurê Sûriyê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê şoreş ragihandin. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe wek parêzvanê nirxên şoreş û civakê îlan kir. Li pey wê jî komîteyên parastinê hatin avakirin ku herêm ji xetereyên derve hate parastin.
Gel xwe bi rêxistin kir, nirxên xwe yên madî û manewî parastin
Bi ragihandina pergala Rêveberiya Xweser li herêmên Rojava re komîteyên parastinê rola xwe di komîn, meclis û saziyên rêveberiyê de pêk dianî, ku wekî lingekî sereke yê parastina sîstema civakî ya nîştimanî ya pêkhateyên herêmê tê naskirin.
Pêkhateyên herêmê bi rihekî komînal di nava van komîteyan de sazûmaniya xwe ava kir û bi çekên sivik, wekî demançe, çifte û kalaşînkof herêm ji hewldanên dizî, gendelî û derbasbûna çeteyan parastin û hê jî diparêzin.
Îradeya li Serêkaniyê û Şêxmeqsûdê bi ser ket
Bi hêza rêxistina gel a parastinê û xwespartina li fikrê azad û demokratîk gelên herêmê li hemberî êrîşên herî hovane yên terorîstan ên di dawiya sala 2012 û destpêka 2013'an de li Serêkaniyê û taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk hatibûn sekinin û serkeftin qezenc kirin.
Zêdetirî 30 hezar çete 46 komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî herêma Serêkaniyê kirin. Çeteyan bi çekên giran, tank û panzêr ên girêdayî dewleta Tirk û hevalbendên wê êrîşî gelên herêmê kirin. Li hemberî ewqas hejmar û têknîka pêşketî pêkhateyên herêmê bi çekên sivik û cebilxaneyên hindik li ber xwe dan. Lê çeka herî bi hêz a gelên herêmê îrade, rêxistin û tektîka baş a li dijî dijmin bû. Gelên herêmê bi berxwedaniyeke dîrokî planên dagirkeran pûç kirin.
Di wê demê de hejmara şervanên YPG'ê li herêmê 300 şervan derbas nedikir. Li gel wê Komîteyên Parastinê yên komîn û meclisên gund û bajarokan roleke girîng di parastina jin, zarok û xitiyaran, her wiha parastina rê û deverên nêzîk eniyên şer de lîstin.
Ev rewş jî bo taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî derbasdar e. Taxa Şêxmeqsûd pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen di nav xwe de dihewîne, pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Şêniyên vê taxê jî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve komîteyên xwe yên parastinê ava kirin û ji desthildariya rejîmê û çeteyên mîna Cebhet El-Nusra û yên navê Artêşa Azad li xwe dikin re serî netewandin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin mîna av û nan girîng e
Maf û destkeftiyên ku rejîma Sûriyê û çeteyên wê di pêvajoya şoreşê de ji destê gel derxistibû, niha bi awayekî gelêrî tên parastin. Ji ber ku xetere û gef hîna jî berdewam in. Lewre parastin ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna av û nan girîng e. Her wiha ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ol û netewe hene ku di bin sîstemeke parastinê de kom bûn û nirxên xwe yên madî û manewî diparêzin. Bêyî parastina qirkirina bedenî, çandî û civakî di her kêliyekî de mimkun e.
Encam
Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ne tenê di nav xwe de gelek tecrubeyên şoreş û serhildanên gelan ên cîhanê kom kirin, lê belê di aliyê fikr, rêxistin û îradeya gelan de şoreş û serhildanên cîhanê derbas kirin.
Şoreşa Rojava tecrubeyeke demokratîk, pergalake civakî û parastineke hevgirtî bi destê gelan tê pêşkêşkirin. Ji birêxistinbûna gel a li gorî fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan a zemîna hevgirtina neteweyî û etnîkî danî heta siyaseteke demokratîk di projeya Rêveberiya Xweser a bêyî hilweşandina dewletê an guhertina wê bi desthilatdariyeke nû li ser gel. Ev tecrube pergaleke parastina cewherî ya rewa ji hemû pêkhateyên civakê ava dike û di nava 8 salên aloziyê de nirx û destkeftiyên xwe parastin û ji xetereyên derve û kiryarên terorîst ên muhtemel li ser herêmê diparêzin.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 519
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 19-05-2023
Articoli collegati: 3
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 25-08-2019 (5 Anno)
Libro: Military
Libro: Sociale
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 19-05-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 20-05-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 519
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,968
Immagini 106,406
Libri 19,323
File correlati 97,287
Video 1,397
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.453 secondo (s)!