Mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso diyar kir ku ziman û wêjeya Kurdî bi saya projeya Neteweya Demokratîk bêhtir pêş ketiye.
Dagirkerên li Kurdistanê bi her awayî xwestin nasname, çand û wêjeya Kurdî tune bikin, lê bi şoreşa 19’ê Tirmehê re wêjeya Kurdî roj bi roj pêş ket. Têkildarî pêşketina wêjeya Kurdî Mamostayê ziman û wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ji ANF’ê re axivî.
Aras Hiso diyar kir ku zimanê Kurdî li her derê bi qirkirinê re rû bi rû ma û wiha got: “Piştî hatina îslamê re her tişt dibin qirkirinê re derbas dibû. Bi hezaran pirtûkên Kurdî hatin şewitandin. Zimanê Kurdî li her derê bi qirkirin û dagirkeriyê re rû bi rû ma. Ev yek bû sedema ku zimanê Kurdî jî di bin dagirkeriyê de bimîne û pêş nekeve.”
Hiso bi bîrxist ku wêjeya klasîk ya Kurdî bi pêşentiya Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî hêdî hêdî pêş ket û wiha domand: “Li gel dagirkeriya li Kurdistanê jî wêjeya Kurdî bi têkoşîna Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî roj bi roj pêş ket. Heta îro jî parastin û xwedî lê derketina zimanê Kurdî hîna jî li pêş e. “
Aras Hiso bi lêv kir ku berxwedan û têkoşîna ji bo nûjenkirina wêje û zimanê Kurdî her tim li pêş bûye, lê piştî Şoreşa 19’ê Tirmehê re ziman û wêjeya Kurdî roj bi roj weke şitlekê mezin bû. Vaye zarokên Kurd li zanîngehên me bi zimanê Kurdî perwerde dibînin. Ev yek dibe sedema ku zimanê Kurdî dewlementir bibe. “
Aras Hiso bal kişand vê yekê ku ziman û wêjeya Kurdî bi saya projeya Netewaya Demokratîk bêhtir pêş ketiye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Bi saya van destkeftiyan bi hezaran pirtûk û kovar hatin çapkirin. Gelek kenal û ajansên Kurdî pêş ketin. Hêviya me jî ew e ku wêjeya Kurdî bigihe astên bilindtir.”[1]