Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard) 5
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Ger pisporên derbarê kurmancî de xwedî zanyariya akadêmî û tecrûbe hebûna, bi hev re hevkar bûna û standardkirina şêweya nivîsandinê ji xwe re kiribûna armanc, rewşa Kurmanciya standard dê nuha hîn çêtir bûya. Ji ber cîhnegirtina proseyeke weha û nebûna karbidestiyeke ku xwedî li armanceke weha derkeve, derî ji her kesî re vekirî ma xwe bi xwe bike pispor û otorîte. Bo nimûne, berpirsê kovarekê, malperekê yan weşanxaneyekê heye ku hevokeke durist bi yeke şaş bide guherandin. Wek mînak, hevokeke wek “Makîne çel û heyşt salan hat bikarhanîn” heye ku wek “şaş” bihêt dîtin û bi encamê hevoka şaş têkeve e şûna ya durist: “Makîne çil û heşt sal hat bi kar anîn.”
Wek hat ragîhandin, hinek kes xwe bi meraqeke germ dixin nav mijara rêzimanîyê û ya standardkirina zimanê Kurdî, bêyî ku xwedîyên bingehên akadêmî yên zimanzanîyê bin. Li milê din, hinek xwedîn wê ramanê ne ku ji bo xatirê standardkirinê divêt tenê yek peyv ji bo ragîhandina wateyekê (xwebêjekê, ma’neyekê) bihêt bikarhanîn. Lê dîtineke weha ne her dem durist e û dikare zimên hejar û rût bike. Hebûna peyvên hevwate (synonym/ مرادف) şana dewlemendiya zimanan e û wêjeya wan rengîntir dike. Wek mînak, di kurmancî de bikarhanîna peyvên wek wisa, weha, wanî, werg û wilo bo heman mebestê durist e, her weha peyvên wek baş, rind, qenc, çak û çê ji bo wateyeke kêm-zêde wek hev, ligel ku her yek ji wan dikare xwedîya wateyeke taybet be, wek peyvên “good, nice, fine, excellent” di înglizî de.
Bikarhanîna heman şêweya bo nivîsandinê, babetê standard, grîng e. Bi gotineke din, ne durist e kesek binivîsîne: “Ez mamosteme,” çimkî di Kurmancî de lêkera bûnê bi serê xwe dihêt nivîsandin: Ez mamoste me.
(Didomîne ...)[1]