=KTML_Bold=Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî=KTML_End=
Yıl 2015, Cilt: 1 Sayı: 4, 91 - 111, 01.12.2015
M Şirin FİLİZ
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.
Peyvên Sereke: zimanê Kêmar, statuya ziman, feodalîte, netewe dewlet, modernîzm.
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=514417&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî=KTML_Link_External_End=
[1]