=KTML_Bold=Xebata geşemendî û rihşadiyê tenê ya li ser zimên e=KTML_End=
=KTML_Underline=Zeyrnelabidîn Zinar=KTML_End=
Ez bi serpêhatiyên xwe, bi tecrubeyên xwe û bi vî temenê xwe yê heftêsale, giham vê baweriyê ku li dinayê xebata herî geşemendî û rihgeşiyê, xebata li ser çandê ye, bi taybetî jî ya li ser zimanan e.
Bêguman ÇAND/kultur zagona jiyana merivan e.
Ev zagon ji bo sewal û ajalan jî, her wisan e.
Eger meriv kurtanekî ji zêr ji kerê re çêbike, ker dev ji zirîna xwe bernade. Eger meriv zînekî ji aqût û almast ji hespê re çêbike, hesp dev ji hîrîna xwe bernade.
Eger meriv koxekî ji zumrûd bo dîk çêbike, dîk dev ji banga xwe bernade… hwd.
Kesê ku li ser şaxên çand û zimên kar dike, hertim rihê xwe geş e û ji aliyê mejî ve jî aram e. Sedem jî ev in:
- Suxrevanê Çandê, di karê xwe de ecele nake û bi bêhna fireh berdewam dibe.
- Suxrevanê Çandê, di xebata xwe de bi saetan kar dike, naweste, birçî nabe û tihn nabe.
- Suxrevanê Çandê, xwe bêgav nabîne ku derewan bike!
- Suxrevanê Çandê, pêdivî nabîne ku şorekî û melaqtî ji bo hin kesan bike!
- Suxrevanê Çandê, pêdivî nabîne ku danasîna xwe wekî reklam bike!
- Suxrevanê Çandê, xwe ji bo bidestxistina kursiyan amade nake.
- Suxrevanê Çandê, xwe ji bo sûdeke aborî muhtacê kesî nake.
- Suxrevanê Çandê, hemû mirovan yeksan dihesibîne.
- Suxrevanê Çandê, dizane ku pêdiviya her kesî bi xebata wî/wê heye. Ji serokê dewletê bigir heta sivnikvanê wê…
- Suxrevanê Çandê, xwe malê zengîn û feqîran, malê oldar û bêolan, malê tolaz û berdoşan, xwe xizmetkatê her kesî dibîne.
- Suxrevanê Çandê, dizane ku piştî malavayî kir jî, zarûkên wî li ser mêrata ku jê maye şer nakin û hevûdu nakujin.
- Suxrevanê Çandê, dizane ku zêdehiya ji dola wî çêbûye heta bi sedê salan, wê tev xwe bi xebata wî/wê serfiraz serbilind bikin.
- Suxrevanê Çandê dizane ku ew dê bikeve nava dilê hemû hemweltiyên xwe.
Ha cudatiya di navbera Suxrevanê Çandê û Suxrevanê pîşeyên din de ev in ku li jorê hatin gotin. Bêguman ne tenê ev in, bi dehan xeysetên dî jî hene, lê yên mayî bila ciwanên me li serê rawestin.
Her şad û bextewer bin…[1]