Zimanê Kurdî û Tirsa Dewleta Tirk!
İkram Oguz
Rêvebirên dewleta Tirk xuyên xwe naterikînin. Erdoxan tûrik li ser tûrika vedike, lê dîsa jî li ser dewletek yek zimanî israr dike û ji bo perwerdeyîya bi zimanê Kurdî gav navêje. Ew jî wek selefên xwe, perwerdeyîya bi zimanê Kurdî ji bo pêşeroja dewleta Tirk xeter dibîne. Ji bo guhartinên civakî û zagonî bahaneyên nû derdixe, wan bahaneyan dide pêş û bi Kurdan ra dilîze.
Di vî warî da tişta ecêp ewe ku, hinek Kurd jî bawerîya xwe bi bahaneyên Erdoxan tînin û bêdeng dimînin.
Halbûkî di dinê da gelek dewlet hene ku ne tenê karê perwerdeyîyê, karên dewletê jî bi pirrzimanî bi rêve dibin. Ne ew dewlet parçe dibin, ne jî di navbera hemwelatîyên wan da qiyamet diqete…
Ji wan dewletên pirr zimanî, yek jî Swîsre (Îsviçre) ye.
Swîsre, di warê îdarî da ji 27 Kantonan, di warê ziman û çandî da jî, ji çar herêman (Alman % 64, Fransî % 20,4, Îtalî % 6,5 û Romanş % 1) pêk tê. Di her herêmê da zimanê fermî û perwerdeyîyê, zimanê wan ê zikmakî ye. Di mekteben hemû herêman da zarok bi zimanê xwe yên zikmakî perwerde dibin, ji her sê zimanên din yekî jî wek mecbûrî hildibijêrin û wî hîn dibin. Sedem wê yekê her hemwelatîyek Swîsrê, kêmasî bi du zimanan mezin dibe, Pirranîya hemwelatî jî du zimanên dewletê yên fermî qet nizanin…
Du meh berê em bi malbatî ji Fransayê dihatin û rêya me di Îtalya û Swîsrê ra derbas dibû. Em ji sînorê Îtalyayê û Swîsrê derbas bûn, çil-pencî km di nav Swîsrê da ji sînor dûr ketin, benzinê ereba me kêm bû. Îstasyona benzin ya li pêşîya me jî hê dur bû û benzinê erebê hata wir têrê nedikir. Em ji otobanê derketin û ber bi gundekî çun. Li bin gund jinikekî 70-80ê salî, li kêleka rê kûçikê xwe digerand. Em nêzikî jinikê bun û li kêleka wê hêdîka sekinîn. Me bi Almanî jê pirsî ku gelo di nav gund da, an jî di nêzîk da cîhê ku em benzîn bistînin he ye, an na. Ji ber ku çar zimanên fermî yek jî Almanî ye. Jinika pîr li me vegerîya û li rûyê me nihêrî, cend peyv got, lê me jê tu tiştek fêm nekir, ji ber ku peyvên ji devê wê derdiket, peyvên almanî nebûn. Em bi hev neketin, wî almanî nizanîbû, me jî zimanê wê. Em ji wê dûr ketin, ber bi gund çûn, li serê gund rastî mirovekî din hatin. Salê wî mirovî jî nêzikî salê jinikê bûn. Em carek din sekinîn, me pencera erebê vekir, bi Almanî ji mirov pirsî ku gelo ew dikare bi Almanî biaxife. Şansê me hebû, mirov bersiva me bi Almanî ya xwe ya nîvco da û cîhê istasyona benzin ji me ra tarîf kir. Dura me pirsek din lê kir. Wî jî dîsa bi Almanî ya xwe ya nîvco ji mera got ku, şênîyên wê hêle, bi taybetî jî kal û pîr xêncî zimanê xwe yê zikmakî, zimanê fermîyê ku li Swîsrê tên bi kar anîn, nizanin. Kesên dizanin, ew jî di navbera xwe û di malên xwe da bi kar naynin, bi zimanê xwe yê zikmakî, bi jin û zarên xwe ra diaxifin…
Bi wê mabestê carek din rewşa me û dewleta Tirk di rê da jî bû mijara me.
Tirk hê îro jî dibêjin, „heger zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyîyê, berê têkilîyên Kurd û Tirkan ji hev diqete, dû ra jî yekitîya dewletê jî holê radibe…“
Halbukî li Swîsrê çar zimanê fermî hene, wek jinika ku rastî me hatibû, piranîya hemwelatîyên wan, ji wan çar zimanên fermî tenê yekî dizanin. Ji gund û bajarên xwe derkevin û herin paytextê xwe, an jî biçin kantonek din, ew jî wek kesên bîyanî, bi hemwelatîyên xwe û bi karkerên dewleta xwe ra ancax bi saya dilbendan, an jî bi zimanekî din dikarin bi hev ra biaxifin.
Ne ku kesên kal û pîr, parlmenterên meclîsa federal jî her çar zimanên fermî nizanin. Sedem wê yekê gava ku parlamenterek di parlamentoyê da biaxife, axaftina wî bi her sê zimanên din jî wek sîmultane tê tercûme kirin. Dîsa jî ne dewleta wan parçe dibe, ne jî di nav hemwelatîyên wan da dubendîtîyek derdikeve. Hata, mirov dikare bibêje ku heger rojek hemû dewletên li rû dinê yekoyek parçe bibin, dewleta ku herî dawîyê da parçe bibe, ew jî Swîsra ye.
Hûnê bêjin Kurd jî hemwelatîyê Tirkîyê ne û ji wan jî hinek nikarin bi zimanê Tirkîyê yê fêrmî biaxifin.
Rast e, lê ew Kurdên ku Tirkî nizanin û tenê bi Kurdî diaxifin, ew zimanê xwe yê zikmakî jî bi hêsanî bi kar naynin û îro jî nikarin hîn bin.
Ji hev dûrketina Kurd û Tirkan jî, ji wir dest pê dike.
Sedem vê yekê ye ku mirov dikare bêje heger Tirk naxwazin dewleta wan parçe bibe, dermanê wê jî aşitî, wekhevî û edlayî ye.
Kîngê ku Kurd jî wek Tirkên hemwelatîyên dewleta Tirk xwe azad û serbest bihesibînin, qasî ku Tirkî bi fermî hîn dibin, zimanê xwe yê zikmakî jî hîn bibin û di herêma xwe da wî wek zimanê perwerdeyîyê bi kar bînin, wê demê hem Kurd hem jî Tirk bextewar û serfiraz dibin, dewlet jî, ji tirsa parçebûn û hilweşandinê xilas dibe…[1]