=KTML_Bold=Ax û Ziman, Al û Dewlet=KTML_End=
İkram Oguz
Ax û Ziman, al û dewlet bihev ra girêdayî ne.
Ax û ziman hîmê neteweyê, al jî sembola dewletê ye.
Ji wan yek kêm be, hîmê wê netewê hêdî hêdî dirize û ji binîva hildiweşe.
Ne dewlet ava dibe, ne jî al dimîne…
Axa bê ziman axa bêxwedî ye.
Zimanê bê ax zimanê li ber mirinê ye.
Ala bê dewlet jî sembola hêsîrî û bindestîyê ye…
Miletên ku li ax û zimanê xwe xwedî derdikevin û di bin ala netewa xwe da jibo azadî û serxwebûna xwe ditekoşin, dibin xwedî dewlet.
Miletên ji van her sê tiştan bêpar jî dibin desthilatîya neyarên xwe da kole dimînin û dibin bindest…
Kurdên xwe welatperwer binavdikin, divê li van her sê tiştan jî xwedî derkevin.
Li ax û zimanê xwe xwedî derkevin û ji ala xwe ra jî rêzdar bin.
Mixabin, dema ku mirov bi gelemperî li rewşa Kurdên li rû dinê dinihêre, dibîne ku Kurd bi piranî xwedî kêmasîyên bingehîn in.
Ji wan hinek ji axa xwe dûr in.
Hinek ji zimanê xwe bêhayîdar in.
Hinek jî ji ala xwe ra neyar in.
Ji bilî van her sê beşan beşek din jî heye ku, ew, ji van her sê tiştan jî bêpar in. Ew di her xalî da hatine pişavtin û êdî ne Kurd in.
Ji wan hinek bûne Ereb, hinek bûne Ecem, hinek jî bûne Tirk…
Yên ku hê negihîştinê wê astê, ew jî, xwe bira û destbirakên Tirk û Ereb û Eceman dihesibînin û roj bi roj nêzikî wan dibin.
Îro kî çawa dinirxîne bila binirxîne, di nav kurdan du xet derketine pêş.
Yek xeta serxwebûnxwaz û xwedîdewletbûnxwazan e…
Ya din jî xeta xwe(lîli)seran e.
Xeta yekemîn, çê, ya jî xirab Barzanî temsîl dike…
Ya duyemîn jî Ocalan…
Ji bilî van ne xetek din, ne jî rêyeke din xûya dike.
Barzanî ne tenê Başûr, Ocalan jî ne tenê Bakûr e.
Herdu xet jî, kêm yan zêde îro li herçar alîyên Kurdistanê xwedî hêz û quwet in.
Di pêşerojê da kîjan xet di daxwazên xwe da biserdikeve û kîjan têk diçe, ji îro da sedîsed kifş nebe jî, hemû nîşaneyên serkeftinê xeta Barzanî rava didin.
Jiber ku bingeha xeta Barzanî Başûr e û Başûrî ji girêdayî axa xwe, xwedî zimanê xwe û rêzdarê ala xwe ne.
Hîm rast û bihêz e…
Dîwarê ku îro li ser wî hîmê cîhgirtî were xwarê jî, hîm nalerize û ji binîva pûç nabe…
Divê ew kesên ku xwe bi vê xetê va girê didin, rewşa xwe careke din bidin ber çav, kêmasîyên xwe bibînin û gor hîmê wê xetê tevbigerin…
Sedem vê yekê, ez qasî ku ew çend kesên xwefiroş ên Alarengîn li paytextê Belçîkayê daxistine xwarê şermezar dikim, ewqas jî ji ew kesên ku jibo vê bûyerê nerazîbûna xwe bi zimanê neyarên xwe tînin ziman, eciz dibim…
Xwefiroşên ku neyartîya Alarengîn dikin û wê dadixînin xwarê, bi kirin û kiryarên xwe, xwe binav dikin û ne hewceye mirov navekî din jî li wan bike.
Lê ji kurdên ku vê bûyerê bi zimanê neyarên xwe şermezar dikin ra, yek gotinek min he ye.
Ew jî, herçiqas min li jor anîbe ziman jî, dixwazim careke din bibêjim û gotina xwe dubare bikim.
Şert û mercên kurd û kurdayetîyê tenê bi rêzgirtina Alarengîn va nayên cîh.
Al nişaneya kurd û kurdayetîyê û sembola dewletê ye…
Lêbelê ziman hîmê kurd û kurdayetîyê ye…
Ji Alarengîn ra rêzdar bin û lê xwedî derkevin…
Lê bidûrketina ji ziman hîmê mala xwe pûç nekin ku, bila dîwar û banê avahîya we ya nîvco di ser we da neyê xwarê![1]