=KTML_Bold=Komxebata SZK`ê bi encamnameyekê bi dawî bû=KTML_End=
Saziya Zimanê Kurdî ji bo nîqaşkirina rewşa zimanê Kurdî û rêbazên pêşxistina zimên li Rojavayê Kurdistanê komxebatek li dar xist. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû ku çalakkirina pergala duzimaniyê di partîkê de yek ji encamên wê yên herî girîng bû.
Vê sibê têkildarî girîngiya zimanê Kurdî û bingehên pêwîst ji bo pêşxistina wê li herêmên Rêveberiya Xweser komxebatek li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Hesekê li dar ket.
Di civînê de, komîteyên perwerdeyê, hevserokên desteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), serokên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên ragihandinê hazir bûn.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû ku ji aliyê hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Viyan Cûdî ve hate xwendin.
=KTML_Bold=Encamnameya Komxebatê wiha ye:=KTML_End=
Li cîhanê di navbera 6 heta 8 hezar zimanan de hene. Li gor lêkolînên dawî heke sîyaseta yekzimanî berdewam bike, heta dawîya sedsala 21`ê dê bi rêjeya ji sedî 50`ê van zimanan bimirin, ji sedî 40`ê wê dê bikevin bin xetereyê. Divê em ji bîr nekin ku “Ziman, ne tenê amûra hişmendîya civakî ye, di heman demê da hêmaneke avakirina wê ye jî. Ziman, yek ji taybetiyên bingehîn e ku hebûna civakekê diafirîne û wê diparêze”. Ziman yek jî nîşaneyên neteweyî ye û veguhêzerê çandê ye. Dema ku ziman bên paşguhkirin ew ziman dê paş bikeve, lawaz bibe û bimire. Mirina zimanan mirana çand û neteweyan e.
Zimanê kurdî bi sedê salan di bin desthilatdarîya sê ziman û sê çandan da maye. Bav û kalên me di hemû şert û mercên dijwar de, li beramber hemû polîtîkayên asîmîlasyonê ev ziman gihande me. Îro roj hem li Başûr hem jî li Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî yek ji zimanên fermî û perwerdehiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê li gor felsefeya Neweteya Demokratîk sîyaseta pirzimanî esas hatiye girtin. Li ser vî bingehî ji 2014`an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heremên Rêveberîya Xweser da zimanê kurdî yek ji zimanên fermî û perwerdeyê ye. Her çend di dibistan, zanîngeh û hemû sazîyên Rêveberiya Xweser de hem devkî hem nivîskî tê bikaranîn jî lê di asta giştî da hîn jî negihaye asta standarbûnê. Ji bo avakirina sîwan û lêvegereka zimanî ji van dezgehan re SZK`ya ku ji 2007an heta 2019`an bi perwerdekirina civak, mamoste û dezgehên rêveberiyê ve mijûl dibû, 2019 wekî navenda lêkolîn û perwerdekirina hat erkdarkirin.
Ji ber vê pêdiviyê SZK`ê ji 2019`an ve wekî navenda lêkolînên xebatên ziman û zimannasiyê hatiye erkdarkirin. Ji wê demê ve hem xebatên lêkolînan hem jî ji bo avakirina standartekê xebatên rastnivîsîn, rêziman û ferhengî tên kirin. Di vê komxebatê da armanc ev bû ku rewşa zimanê Kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Surîyeyê diyar bibe, kêmasî û astengîyên heyî bên destnîşankirin û bi SZK`yê ra bên nîqaşkirin û derbaskirin. Li gor vê yekê encamên ku komxebat gihiştiyê ev in:
1. Wekî ku di destûra bingehîn ya Bakur û Rojhilatê Surîyeyê de jî hatiye diyarkirin, SZK`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê zimanî da, ji bo zimanê Kurdî cihê lêveger û biryarê ye.
2. Xala duzimaniyê ku di destûra bingehîn de heye divê di hemû dezgeh û desteyên Rêveberiya Xweser de derbasî warê pratîkê bibe ango divê hemû rapor, biryar, daxuyanî, giştîname û hemû belgeyên fermî herî kêm bi du zimanan bên nivîsîn, ragihandin û arşîvkirin.
3. Ji bo avakirina zimanekî yekgirtî, SZK`ê dê bi tevahî dezgehên weşan, weşangerî û ragihandinê re, di nava têkilî û danûstandinê de be. Heke pêdivî pê hebe dê xwe bide ber barê perwerdeya hemû edîtor û redaktorên van saziyan.
4. Ji bo rastnivîsîn, rêziman û termînolojîya hevpar û yekgirtî, SZK`ê dê bi tevahî peymangeh, Enstîtu, Zanîngeh, komîteya amadekirina mîrhîcan û akademiyên branşan re di nav pêwendiyê da be, heke pêwîstî pê hebe kadroyên ziman yên van dezgehan perwerde bike.
5. Bi têkiliya li gel desteya şaredariyan re, dê armeyên nava bajar, bazar û her cihê pêwîst bi Kurdî jî bên nivîsîn.
6. Divê hişmendîya xwedîderketina li ziman ne tenê di nav dezgehan de, lê di nav civakê de jî ev hişmendî belav bibe.
7. Hemî hevserokên desteyan di ber ziman de berpirsyar in û pêwîst e bi wê rolê rabin ku ziman di dezgehan de bi cih bikin û çalak bikin.
8. Kurmancî di aliyê ragihandin û teknolojiyê de jî bê pêşxistin nemaze di torên civakî de.
9. Di qada di dîplomasî de divê kurdî bingeh be.
10. Divê Saziya Zimanê Kurdî li hemû derverên Bakur û Rojihlatê navendên xwe veke.
11. Divê SZK`ê ji bo belgeyên fermî nîvîsgeheke taybet ava bike.
12. Ji bo ku SZK`ê bikare ji van dezgehan re bibe bersiv, divê navendên xwe yên perwerdeyê xurttir bike.[1]