$KOK, CİH Û WARÊ VELAVBÛNA ÇAND Û ZİMANÊ ARYAN:$
Dildar Satî
Koma ziman- çanda Aryan çi di warê ziman de, çi jî di binsaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye, ev jî bi mercên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Salên di navbera 10.000 – 4000’ ê BZ’ê de dema dirêj ya bi cihbûn û sazîbûna vê çandê, vî zimanî îfade dike. Jixwe gelek berhem ên vê demê ne. Gêsin tekirlek, ajotina zeviyan, tevin, destar, çomlek, hunerê destan, û hwd. Hatiye destnîşankirin. Ol sazbûye. Bivir, kêr, aş, avanîsazî (mîmarî) tê vedîtin. Mînakên ku vê rastiyê pişte rast dike îro jî di erdkolanên li Riha ( gobeklîtepe ) û cihên din têne dîtin hene. Gelê hermê heta îro ji van amûrên çandê û koma gotinan bi kar tîne. Ev jî nasnameya devera kakil (dendik) ronî dike. Geo – cih, erd- jin, roj, mur – mirin, sol, neo- nû, ga, gran-gran, meş , xweda, guda, gudea û hwd. Ji koma gelên xwe cih ên kevin ên herî têne naskirin, kurd, fars,belocî, efgan, hîna ji wan gotinên kok ên me jimartin bi kar tînin. Ev jî dest nîşan dike ku koka zimanê arî ne ji Hînd- Ewrupayê hatiye. Ya me gotî berovajî vê dide nîşan dan. Ev çanda ku em behsa wê dikin dikarin koka wê bibin heta bi heta 12 hezar sal berî vê û ev di metnên nivîskî yên sumerande jî hatine nivîsandin. Di dema vê çandê de Ewrupa di serdema kevir a kevin de bû, Hîndîstan jî di dema pîgmeyan de bû. Vê çanda Arî di serdema xwe de amûrên ku afrandine heta roja me ya îro jî hema bêje biqasî ku hemû mirovahî bi kar bîne û hîna bi kar tînin e. Jixwe gelên wê demê cih û warên wan bi serê xwe şûnwarnasîne. Mirov dikarê wekî nasname berî 6000 sal diyar bike. Êdî nîjad ji hev cuda dibûn. ŞÎROVEYEKE DİN: Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e. Çawa ku îro gelek kes koçî DYE û Ewrupa dikin. Piştî ku Aryan li kevana bi xêr û ber bi ser, ket û saziyeke xurt çêkir, di belav bûna ber bi Îran, Efganjîstan, Pakîstan û Hîndîstana îro de gelekî bi bandor bû. Ya koçî van deran dike ji mirovan zêdetir çande. Ango koçên fîzîkî bandorên çandî ne. Di serî de li zozanê Îranê BZ 7000 sal Li Hîndîstanê BZ 4000 sal Li Turkmenuîstanê BZ 5000 sal de belav bûye. Di dîrokê de şoreşên çandî pir bi zehmetî çêdibin. MİJAREKE DİN YA GİRÎNG JÎ Jİ HEV CUDAKİRİNA KOMA ZİMANÊN ARYAN Û HÎND – WERUPA YE: Komên Aryan ên ji protokurd, fars, Efgan û Belociyan di vê giftûgûyê de li rêzên pêşin. Rengê zimanê Hûriyan prot- kurdin. Bi vî awayî xwemaliya çand – zimanê Aryan ê ku xwe dispêre gelên resen zelal bû. Şoreşa neolotîkê bi vê çand û zimanî çêdibe. Herêma wê ya kevin ji Toros- Zagrosan pêk tê. Zelal bû ku herêma çand û zimanê Aryan kevana zêrîn a bi xêrûbêre. Xebatên Etmolojîk erdkolan- şûnwarnasî Etmolojîk – nîıjadnasî jî vê tezê pişte rast dikin. Ji ber dem dirêje û erdnîgarî pir ferehe mirov nikare nexşeyeke vê belavbûna çand – ziman derxîne. Lê mirov dikare bêje ku belavbûneke mîna ya ber bi başûr û rojhelat ve ber bi bakûr û rojavayê Ewrupayê ve jî pêk hatiye.[1]